Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina YNRKS di ser saxiya nemir Ehmedê Þêxo de

 


Dibêjin ku Xodahê dilovan yê gewre û bala çend þanpîlên taybet, pak û rind ,çend pesnên hêja bi çend peyvên zêrîn Þadmerd yan jî
Pakrewan yan jî Nemir dahînan û nîþan kiriye..  Ya pêþî û sereke ewe ku di cîde Xodah wî jî hemî gunehan bi rijandina yekemîn dilopa xwînê  re, aza û rizgar dikê ,piþtre iþkence  û cezayê gorê jê dûr dike, dawî 70 kesî jî dost û heval û malbatê, dide xatirê wî, ewan mehder dike.
Bêguman Þadmerd mîna ala Kurdistanê her û her di dilê mede wê ronî bide, vêce birastî  jî Pakrewan namirin.


Mîvanên delal:
Bi navê yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnemevanên kurd li Sûrî pêþî  em sersaxiya xwe dikin paþî ya we jî dikin bi cangoriya xwedê jê xweþ Ehmedê Þêxo endamê berê yê partiya dîmoqrat kurdistanî-sûrî û cîgerê serokê encûmena xwecihî ya Þiyê a bi ser devera  Efrînê ve, ku hatibû revandin ji layê çeteyên tewankar, hevalbend û alîgirên leþekerên Tirkî ku di bin zor û setem û iþkencê de jiyana xwe di 12.6.2018 ji dest da.
Dilovanî û cihxweþî û bihiþta rengîn jî yezdanê jor bo nemirê xwe em dixwazin, aram û hedanî bo heval û hogir û dost û malbatê, serê me û we tevan sax be.
Xuþk û biraderên hêja :
Bêguman maf namirin lê bi zorê tên standin wek þêx Maþûqê Xiznewî timî digot.
Efrîn her wê vegerê ji xelkên xwere, ev dagîrkirina reþ ji layê dewleta Tirkî ve wê rabê ku bi xap û pêlan di bazarên nav dewletî de pêkhat. Wisa jî û ji ber sedemên cîwaz Opozsiyona Sûrî bi hemî corên xwe ve, bi hemî civat û þax û pelên xwe ve ,tevlî tevgera Kurdî bi hemî encûmen û rêvebiriyên xwe ve, sûçdarin di evê bobelta mezin de. Qet gel û dîrok gunehên wan jî bîr nakin.
Hevalno: Dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re ne rewaye, bi hemî pîvanan tê red kirin, di qurçikên reþ de û bi ne dengkirina Amerîka û Rûsa û bi devgirêdana dewletên Ewrupî, Efrîn -Kurdax-hate firotin, tu kesî ti gavên piraktîk bo binpêkirina mafê Kurdan ne avêtin...
Tirkiye ji xwe eþkere dijî Kurdan di axivê bê minetî þerê wan dikê dijî çerenûsa miletê Kurde di herçar parçên Kurdistanê de.
Yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnemevanên kurd li Sûrî bê didulî þerê van kiryarên kirêt dike; Dizî, talankirin, qirkirna nijadî,
guhartina dîmoxrafî û tim û tim wan riswa û þermezar dike.
Ji xwe piþtî pelxandin û herfandina pûtê Kawayê Hesinkar ti peyv
û gotin nema êdî cih digrin.
Serê we tevan saxbê.
Bavê Zozanê
  Y.N.R.K.S.    
23.6.2018. 
Essen

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark