Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Careke Din Zimanê Amûdê û Kovara Hawarê!

 


Konê Reþ

  Ez nebawer im ku herêm di Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deþtên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Deþta Xelef Axa û Deþta Hesina bi zargotin û wêjeya kurdî a devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye; yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan ve, ev bajarê ku ji kevin ve navenda þaristaniya mirovahiyê ye û bandora wî li xelkên Cizîrê hebû. Ya din, ji sedê salan ve Cizîr xweþ germiyan bû ji koçerên zozana re; zivistanên xwe li deþtên wê derbas dikirin û dawiya buharan, careke din li zozanên xwe vedigeriyan.. Di cenga cîhanî a yekemîn 1914`an de jî, baþ star bû ji miþextî û mehcirên Wanê, Bedilîsê, Serheda û Nûrþînê re..


 Piþtî serhildana Þîx Seîd li Diyarbekirê di sala 1925`an de û fermana þêx û axayên welatperwer ji rex kemalîstan ve, cardî gelek þêx, mela, serokhoz, malbat û beþên eþîran ji Mêrdînê, Batmanê, Cizîra Botan, Licê, Bagokê, Omeryan, Tora Abdînê, Tora Mihelmiyan û Tora Seyidan, xwe li Cizîrê, nav kurdên Rojava bi her sê deþên wê ve girtin.. Di encama vê yekê de wan kesan þêweyên zimanê xwe, irf û adetên xwe û zargotina xwe jî bi xwe re anîn û ji xelkên Cizîrê re bû dewlemendbûn..
  Di 15 gulana 1932`an de dema ku Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe HAWARê li Þamê bi zimanê Kurdî, þêweyê xelkên Cizîrê û taybetî xelkên bajarê Amûdê weþand, hingî bijartina wî ji vî þêweyî re bi zanîn û dûrdîtinî bû. Wî xweþ zanîbû ku gelek þêwezarên zimanê Kurdî di Amûdê de kom bûne, armanca Mîr jî, ku zimanê kovara wî Hawarê Kurdistanî be.. Tev Kurdistanî kovara wî bi hêsanî bixwînin.. Ji ber vê yekê wî zimanê kovara xwe ne bi þêwezarê Botan, bi þêwezarê xelkên bajarê Amûdê weþand.. Bêguman, wê bi þêwezarê Botan jê re hêsantir ba..
  Çima þêwezarê xelkên Amûdê, ne þêwezarê xelkên Botan? Di wê hingê Amûd tekane bajar bû li Cizîrê, bajarê danûstandin û bazirganiyê bû. Ev bajarên din wek Qamiþlo, Hesekê, Derbasiyê, Dêrika Hesina nebûn û wek ku diyare di wê hinge de zimanê Kurdî li bakurî Kurdistanê qedexe bû.. Piraniya xelkên Cizîrê (Rojava), ji Serxetiyan û Binxetyan di çarþiyên bajarê Amûdê re derbas bibûn, alav û lazimiyên xwe jê dikirîn û þêweyên xwe didan hev û ji hev distandin! Anku ji hev fêrî þêweyên axaftina hev dibûn, di encam de, ji kurmancîaxêfan re zimanê wê Kurdistanî bû.. Digel ku di wê demê de çend rewþenbîrên kurd li Amûdê hebûn wek: Cegerxwîn, Qedrî Can, Reþîdê Kurd, Elyas Efendî ji Dêroka Çiyayê Mazî, Ekrem Beg, Qedrî Beg, Wecdî Beg, Mihemed Beg û gelek neferên din ji malbata Celîl Paþa ku ew jî wê demê li gundê Talikê bûn, di rex Amûdê de.. Û gelek þêx û malayên welatparêz yên ku ji ber kemalîstan revyabûn, hatibûn Amûdê.. Digel gelek navdarên Amûdê ku piþtgirbûn ji Mîr Celadet re wek: Axayê Amûdê; Seîdê Mihemed Axayê Deqorî, Mihemed Elî Þiwêþ, Ezîzî Darî, Birahîmê Qiço..
  Û wek ku diyare, rojnamegerî di bajaran de pêþ dikeve û geþ dibe.. Derfeta belavkirina kovara Hawarê, tenê li Amûdê hebû. Zimanê Kurdî li Bakurî Kurdistanê qedexe bû, wek ku min gotiye.. Bi tenê bajarê Amûd senterek hevdîtinê bû ji kurdên Serxet û Binxetê re.. Zimanê Kurdî serbest bû, ne qedexe bû.. Kovara Hawar bi destûra Fransîzan dihat weþandin.. Gerinendayên Hawarê li Amûdê hebûn, Hawar li xelkên wê belav dikirin, yek ji wan Ûsê Hersan bû.. Mîr Celadet divîbû þêraniya zimanê Kurdî, ew zimanê ku xelkên Amûdê pê xeber didan, belav bike.. Û di rûpelê pêþî de ji hejmara pêþî berê xwe daye kurdan û wiha gotiye: "Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweþîyê vedike, her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman þerta heyînê ya pêþî ne.."
Armanca Mîr Celadet Bedirxan ku zimanê kovara wî û elfabeya Latînî di destpêkê de standard be ji kurmancîaxêfan re û paþê ji tev Kurdistaniyan re; Kurmancîaxêf û Soranîaxêfan re. Di hejmara 10an sala 1932an de jî wilo gotiye: "Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.."    
Dawî dibêjim; Hawara Mîr Celadet Bedirxan bang bû ji kurdan: Eger em di serhildan û þoreþên xwe de biser neketibin, werin em bi zimanê xwe biserkevin; bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û ji zimanê xwe fedî nekin.. Zimanê me hebûna me ye.. De bes e ji we re lo..!
Qamiþlo 10/06/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark