Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Awireke lezgîn li malikeke Cizîrî

 


Bavê Zozanê

Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)

Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim

Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre wê yekser zanibe ku ev malika jorîn a þêxê helbesta kurdî (Melayê Cizîrî) ye, ku wek pehlewanekî li hespa helbestê yê boz siwar e û vê malika reben di qada þer de dide ber þûr û nûbaran, wê xwînî û dîl dike. Cizîrî serê hespa kihêl her bi pêþ ve berdaye bê ku li þûn xwe vegere û wek ku dixwaze hespê diçêrîne.


Nîþanî (dildarê Sitya bisk kesk) li gor dilê xwe peyvên vê malikê dirêse, hinan dide pêþ û hinan li paþ dihêle, tevlîheviyek nazik dike, xwendevanan an jî guhdêran bê mey serxweþ dike, wisa zeviya dilê xanima xwe jî ewqasî pê re hînik dike.

Peyvên Melê di vê malikê de mîna tavê biharê ji ber xwe û ji niþka ve guhdêr þil dike, di cî de dihêle ku mirov cil û bergê dawetê li xwe bike û zû, bi xar û lezgînî xwe berde nîvê dîlanê ta destê wa peyvên naz bigre û bi wan re semayê bike.

Malik erê bi herdu cemên xwe ve, ser reqsê ye, lê dixuye ku peyvên malikê bi xwe jî agehdarî vê ne, lewma giþan bi destê hev girtine û reqsek bêhempa dikin ta ku xwendiyar jî carna bê hemd radibe û tevlî wan peyv û cem û malikan dibe!

Melayê Cizîrî (1570-1640), bêguman xwediyê mihr û ciwaniyê ye, ew bi xwe mîna hosteyê Birca Belek e, helbestê ava dike, ku çilo wî endazyarî ew kevir her yek di cihê wî de daniye bê ku wan bibre, yan jî qet bike, yan jî biþkîne.

Melayê me jî xwediyê felsefeya xwedayî (Mela Ehmed kurê Mihemedê Botî yê Cizîrî) gotinên xwe mîna kevirên wî endazyarî, ne dibirîn, ne diþikandin, ne qet dikirin. Dizanîbû wan li kû deyne, lê carna (yarim) jî pêk dianîn di avakirinê de -nîv kevir- mîna peyva (tê) - di dawiya cemê paþîn ji malikê - ku ew bi xwe ji çar tîpan ava dibe (têde) vêce hostetiya Melê, eyn di vir de berz dibe, peyv nîvî jê avêtiye û wate pê re nehatiye þikestin, zêdetir wisa jî sipehî û xweþtir kiriye.

Gotinên Melê di malikê de normal in, hêsan in, ne ecêb in, mîna (mela, sema, digo, dest, nadim…) lê ecêbûna wan di wê teþiyê de ye, ku wisa Melê, li ber bayê kenê dilberê li deþt û zozanan wan dirêse, lewma malik û cem tevlî mijgulên çavên (Selmayê) bi þêranê bi hev re hatine girêdan.

Tiþtê balkêþ di malikê de, ku Melê her peyveke xwe, dubare kiriye, ducar kiriye, eynê waye di her cemê de, lê cihê wan guhertiye lewma mirov – dîsa dibêjim- bê hemdî xwe pê re direqise..cemê pêþî: dest, reqs, melê û cemê paþî: dest, sema, melê.

Ji bo vê jî hêz û giranbûna malikê, ber bi çav dibe, wisa ji mîna bejna (Selwa sihêqed xemilî) herî balkêþ dibe.

Nadim, ev peyv ji nîvê cemê paþî, Melê kiþandiye dawiya cem, ew jî bêguman bo kêþ û saziya helbestê bi tevayî wisa kiriye (ma eger ne ji bo þermenda rûyê wê be Afîtabê bi zewalê çi xered.)

Dawî em hest dikin ku Cizîrî xwediyê (Ruhniya çavê nebînan..Murþidê meczûb û dînan) helbest di destê xwe de kiriye wek hevrîþimê, binî dibe banî, paþ tîne pêþ, çep dike rast  ew  serbest e di vî warî de çimkî gotin di derheqê wî de disekinin, mane ew bi xwe bû yê ku pîrê diçû nanê xwe li ser lata wî dipijand!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark