Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîrê Bêgor..! Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan

 


Konê Reþ  

  Werin.. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin.. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geþ dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givaþtin.


  Wî ji Stenbolê destpê kir.. Di nav rewþenbîr û welatparêzên wê de mezin bû.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê rojnameya Roja Nû û Stêr bi zimanê kurdî weþandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya þoreþa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, Barzanî jê xwest ku bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Þingalê de..  Û wî di kovara xwe Roja Nû, hejmara 11an, sala1943an de, li dor xwendin û nivîsandina zimanê kurdî wiha gotiye:
  (Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îþî; ez heq ji vî îþî dernayênim. Tiþtê ko zaroyên heft, heþt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îþ û karên me, heke ji destê me na ye; îþ û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîþan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat þêr e, te dest avêtê dibe rovî).
  Dawî li Parîsê, di roja 04.12.1978an de, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya bira û pismamên xwe xatir xwest û ber dilovaniya Xwedê.. Erê werin, werin piþtî 39 salan em vî lehengê xwe bibîr bînin..
   Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet ne xercên jiyanê ne.. 
Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, wî termê xwe diyarî fakultên bijîþkî li Parîsê kiribû.. Anku ew bê gor e! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Û rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.
 Konê Reþ, Qamiþlo, 02.12.2017  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark