Þêrzad ZeynelabidînEvro bi erebî , me nahêt helbest
Ji bo te yarê , kurdî ye elqest
Da bikem behsê , vê nazenînê
Evê Sitî yê , Leyla û Zînê
Çawa li pawîz ê , þeva min geþkir
Çavê neyara , wê tijî heþ kir
Stêra dibînim , pirþeng û geþ tir
Tama jiyanê , sed cara xweþ tir
Þev li min kire roj , pawîz jî bihar
Ew kaniya hiþk bû y, bo av û cobar
Helal û þlêr , nêrgiz û esmîn
Tevrî û kinêr , xemlandin Metîn
Ew çiyayê min , gevisk lê kirî
Ew lûþa çû y mê , û min nekirî
Evro ez zivrîm , berî wê rojê
Min jê bir kabûs , yê mîna nojê
Çil kanî derbûn , û hatne xarê
Hirmêna avê , bêhna biharê
Þalûl vegerhan , bi coþ dixwînin
Bêrî ji mexela , þîrî di înin
Li gera govendê , awaz dibarin
Þil û mil hatin , tev kofî xarin
Êka li ser çemkî , pir þox û naze
Çiya delale, ku dil dixaze
Berî te bînim , min nebû hedar
Min nebû xoþî , û sebr û qerar
Bê ser digerham , hero li þînwara
Axînk min diçandin , li çol û beyara
Rojeka aram , li min hizret bû
Jî hemî tehlî , dil jî let let bû
Tu hatî u bihar , hate vî milî
Bakê siharê , sivik li ser dilî
Belkî wez bijîm , rojek bi þadî
Verevin ewir , her tu miradî
An jî wez bijîm , rojek serferaz
Her tu yî awat , hem merem û raz.
22/11/2017