Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: HESTÊN HINAVA ÞEWITÎ

 


Xizan Þîlan

þîn û þahiya temen
li ser hestên hinava þewitî 
nîgar dikim
tîra bêbextiyê 
ji kevana xwe pekî
û di kezeba þadiyên min re 
çû xwarê


kulîlkên qedera çilmisî 
dîsa li ser axa tirba min 
þîn dibin
tûrikê kul û kederên jiyana fanî
li ser pêlên rûbarên mirina ebedî
dadiweþînim
bi saya xweþbînî û kamilbûna xwe
sifreya ilmê exleqa durist
li ber herkesî radixim
fanûsa dilê birîndar
li nav þewqa eþqa îlahî bi coþekê
diçirise
tahma gulava baxçeyên rengîn
ji bihara zozanên hênik 
distînim
derbirîna ramanên felsefa xwe
li ser sîngê kevirê mermer
dineqiþînim
li tîbûna mêjiyê ziwa
ber bi deryaya zanistiyê ve 
dimeþim
bi awirên kor 
di laþê miriyên bêdeng de
nûraniya goristanên lal 
dibînim
li þevên cemidî
li hêviyên çirûska rojên þad
digerim
min
serxweþiya eþqa dilê sersem
bi duaya nimêja serê sibehê
tune kirin
bêhna hêrs
þehwet
quretî
xirabî
û daxwazên nefsê
di firnikên pozê giyana pak de
xitimandin


2011-04-04
Stockholm 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark