Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Kerkûkê nadim bi Qudsê

 


Lazgîn dêrûnî 
 
Va didin em soz û peyman
Sûnd dixwin em her bi yezdan
Qet ji rê dernakevin em
Serxwebûn armanc û nîþan


 Bo welat em can fidane
Ev jiyan her berxwedan e
Þev û rojan xew me nîne
Êþ û nalîn pir giran e
 
Bo me kerkûk dil û can e
Roniya herdû çavan e
Em te nadin qet bi Qudsê
Quble û dîn û îman e
 
Hêz û pêþmergê me þêr in
Hemberî  dijminan mêr in
Her kesê ber wan de bêtin
Ser û laþên wan dihêrin
 
Zêrevan in can ji polat
Diparêzin xaka welat
Ew melîsên hov û tirsok
Ji destê wan nabin felat
 
Ev hezar sal em li benda
Xwîn û qurbanî me pir da
Xewn û hêvî ya me kurda
Va ye nû dara me pel da
20.10.2017 Swîsra

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark