Amer
Çelik
Mîrgeha
Mehmudî-(Eþîra Mehmudiyan)
Wek
me berî niha gotibû ku Kurdên Êzidî di
jiyan û þarstaniyên de, bi hêrz baþdar bûbûn. Ewan li ser xaka xwe(Kurdistan)
gelek Mîrgeh damizrandibûn ev Mîrgeh jî(Mîrgeha Mehmudî) yek ji wan mîrgehên
kurdên Êzidiyan bû.
Wek me
di Mîrgeha Heleb û Kilis de gotibû ku
Mîrgeha Heleb û Kilis gihabû çiyayê Mîrgeha Botanê û her weha ji rojhilat û baþûr ve xwe gihandibû Êzdiyên
Amedê û li ser çemê Botan ê pal dabû û di riya baþûrê Helebê re xwe gihandibû
Wêranþar
ê, Mêrdîn ê, Nusaybîn û Cezîrê. Xwe gihadbû Bigeha Êzidiyan Laliþ û bi Mîrgeha Þêxanê ve hatibû girêdan.
Eþîra Mehmudî-Mehmudiyan
Weke ku Þerfxan Bedlîsî di Þerfnamê de dibêje; ku Mehmudî û Mîrrekên wan bi olperstiya xwe Êzidî bûn ew jî tevî eþîra Dûmiliyan-Dunbelî ji Botan koçberî Ezerbêcan bûbûn. Dema Mîrgeha Qere-Qûynkoçî (Qer-Yusiv) Gelha Aþût û Xoþab herdu teslîmî Mîrrekê Mehmudiyan kirbûn. Helbet Muhmudiyan xizmetên hêja ji wan re kirbûn, ev herdu gelih encama wan xizmetan bûn. Di wê demê de Mîrê Mehmudiyan Þêx Mehmud bû.
Evê eþîrê xwe gihandibû Mîrên Sefewiyan û her weha di dema Osmaniyan de nîþanê mezin ji osmaniyan girtibûn.
Piþtî Mirine Mîr Þêx Mehmud kurê wî Husên Beg mîrîtiya eþîr û Mîrgeha Mehmudî di cihê bavê xwe de kirbû, eþîr Dûnbeliyan (Mam-Reþan) peyman li dijî Sefwiyan (Þah Tahmesab)bi Mîr Husên re girêdabû.
Piþtî Mir Husên, li gorî Þerfnamê gelek mîrek hatin ser fermandariya Mîrgeha Mehmudî û Bedilîsî dibêji e ku tev
li ser ola Êzidiyatiyê bûn. Hesen beg bin Ewed Beg bin Mîr Hamid mîrê yekem bû ku ola xwe terk dabû û ola Islamî perstibû. Helbet sedemê terkdane ola xwe dayî hebûn û ew jî berjewndiyên Mîrîtiyê bûn. Bedilîsî dibêje; ku Mîr Hesen Islamekî çalek bû ewî rojî û nimêj dikir xwendine Qûranê li ser mendalan bi darê zorê dabû qebûl kirin. Gelek mizgeft û dibîstanên Islamî avakirbûn . Êzidiyên eþîra Mehmudî yên ku Musilmanî li ser xwe qebûl nekirbûn tevî eþîra Dûnbeliyan koçî baskê Þêxan bûbûn û du gund li wir avakiribûn, heya niha jî, ji van herdu gundan re dibêjin gundê Mehmudan û yê din jêra dibêjin; Mam-Reþan.
Piþtî muslmaniye Hesen beg, gelek mîrek hatin ser fermandariye Mîrgeha Mehmudî wekî Ewad Beg bin Hesen Beg, Mustefa beg bin Ewad Beg, Elî beg bin Ewad Beg, Þêr Beg bin Hesen Beg Bedilîsê dibêje ku ew Þêr Beg mîrekê dawî bû ye ji eþîra Mehmudiyan.
Her weha mîrekên eþîra Dûnbelîyan eþîrek mezin bû û
roleke mezin di damezirandine Mîrgehan de lîstibûn, ew bi xwe jî Êzidîbun û heta niha bi piranî li baskê Þêxan têne dîtin,
Mîr Îsa beg ku vegeriyabû ser ola xwe (Êzidiyatî) , Li ser zimanê Bedl1isî ku Îsa beg tevî hezar malbatî ji eþîrê û eþîrên Êzidiyên herêma Xoyî û Sekman Abad (Kurdistan- Îran) koçî Ezerbêcan ê bune. Tê gotin ku Mîr Îsa ji wir çûye Herîrê û Herîrê hatiye Baskê Þêxanê û bi teybatî li gundê Mehetê ku jêra dibêjin; Meheta-Îso û bi kurtî Mehîso. ya herî ji bo min balkêþ ku berêz Dr. Ednan Ferhan di gotareke xwe de dibêje ku Mîr Cehfer bin Mîr Hesen Dasinî ji wê eþîrê ya.
…………………….
Li benda me bin xeleka tê Mîrgeha Dasin.