Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Erê û sed carî erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re

 


Konê Reþ
 
  Erê.. Stranek pesin ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re, ji roja 25ê Îlona 2017an re, roja serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê re.. Erê.. Silav, pesin û stranek çiyayî ji 11ê îlona 1961ê re.. ji pêþmegeyên qehreman re, yên ku em bi xwîna wan gîhan vê qûnaxê.. Erê.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e.. Kurdistana ku em di bin banê wê de têne parastin û geþbîniyê bi ser me de dibarîne..


   Erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re û sed carî ERÊ..
Erê.. Bela êdî bes Ehmedê Xanî  bibêje:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
  Erê.. Em ê bi geþbînî ji referandumê re dilîlînin. Ev referanduma ku bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û serxwebûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..
Erê.. Bela careke din gotina Mîr Bedirxan di asmanê Kurdistanê de belav dibe: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û Misilman, Xiristyan û Êzidî tev bi aþtî bi hev û din re li Kurdistana azad dijîn..
  Erê.. Bela daxwazên Hacî Qadirê Koyî bibin rastî:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa`î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..
  Erê.. Bela êdî serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest nema xewn be:
Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,
Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.
Serxwebûn doza me ye, lê Pêþveçûn bo me divê.
Herne pêþ, herne pêþ, herne pêþ..
  Erê.. Stranek pesin ji 25ê îlonê re ji referanduma serxwebuna Kurdistanê re, ji avakirina dewleta Kurdî re..
  Erê.. Ez nebawerim ku neferekî Kurd heye û ev referandum ne bi dilê wî ye.. Erê.. Wek nivîskarekî kurd, ez roja referanduma serxwebuna Kurdistanê rojek dîrokî dibînim, ji dil û can dibêjim (Erê) û pîroz dikim..
  
Konê Reþ
Qamiþlo, 18.06.2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.86
Bi Tevahî Deng: 15


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark