Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêwîstiya Diyalogê

 


Salar Salih
 
Di dema dawî de hilmeteke mezin li dijî xebata ENKSê ya diplomasî û siyasî li ser malperên tora civakî ( facebook ) destpêkir, û doza hat kirin ku ENKSê dest ji cihê xwe di nava rikberiya Sûrî de berde, û hewla sazkirina platformeke kurdî bike, herweha fiþarek mezin jî dibe li dijî xebatên ENKSê û guftûgoyên wê ligel aliyên rikberiya Sûrî ya siyasî.


Li tev ku ji mafê her kesî ye baweriya xwe bibêje û derbibre, û rexneyan li karê ENKSê û nûnerên wê bike, lê piraniya van rexneyan ne di cihê xwe de bûn, çimkî dûrketina ji danûstandinên Cinêvê û birrîna pêwendiyan bi rikberiyê re gaveke þaþ e û li paþ e.
Diyalog û guftûgo ji þêweyên aþtiyane ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan, û ew pir giring û pêwîstin ji bo çareseriya pirsa Kurd û avakirina Sûriyeke fedral û demokrat , çiku ENKSê hêzeke siyasî ye xebata xwe bi rengekî aþtiyane dike, lewra diyaloga bi hêzên rikberiya Sûrî re derfeteke giringe ji bo guhertina nerînên rikberiyê derbarî daxwazên miletê Kurd li Sûriyê, û pejirandina van daxwazan.
Tiþtê herî giring û balkêþ ku nûnerên ENKSê di danûstandinên Cinêvê de di asta pirsa xwe de bûn , û tu belge ne pejirandin û imze ne kirin ku mafê miletê wan paþguh dikin, ev yek jî xaleke erênî ye ji þanda ENKSê re tê tomarkirin.
Çanda diyalogê û mifayên wê hîn qels e di civaka Kurdî û ya Sûrî bi giþtî de, û wê hin deng li vir û wir derkevin ku bi nijadperestiyê û têkilbirrînê bangkin, lê pêwîste em nas bikin ku avakirina dewletên pêþketî û pesendkirina mafan bi tunûtujiyê pêknayên, tenê bi diyalogê û danûstandinê û rêkeftinê tên pesendkirin.
Salar Salih
Hesekê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark