Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sûriya Sibe

 


M. Bengo
 
Dema ku ev sînor ji Sûriya re hatin danîn ne bi destê miletê Sûriya yê bû , û ne bi kêfa wan bû , lê belê hevpeymana (Sayks Bîko ) li gor berjewendiyên dagîrkeran ev sînor danîn û pê herêma rojhilata navîn li hev parkirin. Hêjaye gotinê ku wê demê perçak ji milet û xaka Kurdistanê ket çarçewa wî welatê nû ku navê Sûrî lê hat kirin . Ev tiþt dide xuyan ku Sûriya bi sînorê xwe yê îro perçak jê Kurdistane û perçake dî Erebistane.


 Kurd li Sûriya hevparbûn di berevaniyê de û hevparbûn di dana pakrewanan de di ber xak û serxwebûna welêt de , lê mixabin piþtî serxwebûnê kurd man bê par û hinohino mafên kurd yên netewî hatin  çewisandin.  Rêjîma Sûriyê , û bi taybetî  piþtî  dagîrkirina partiya Ba`as ji Sûriyê re, dest bi pîlanên biþaftina kurdan kir ji ber di nerîna wan de çi kesê ku di çarçewa sînrê Sûriyê de dijî Erebe.Bingeha navendîtiyê di desthilatdariyê de hat danîn û roj bi roj rêjîmê alavên man , berevanî û xurtkirina xwe avakirin . ji bilî gelek þaxan ji hêzên ewlekariyê her hevwelatiyek Sûriyê sîxurek jêre kirê kirin û bi kotek û zora wan hêzan tirsek mezin çandin û bi bikaranîna serkutkirina hovane rêjîmê her tiþt xist dest xwe û hemû dezgehên welêt kirin qalikin vala û bê biryar û bûn sîkek ji dictator re , û bi vî awayî hêza Sûriyê, li þûna ku karê wê parastina welêt be,karê wê bû parastina rêjîmê û bi taybetî parastina serokê rêjîmê yê ku Abor , leþkerî , dadgerî û her tiþt di welêt de xistibûn destê xwe .
 
Li gor serpêhatiyên cîhanê , û bi taybetî Rojhilata Navîn , desthilatdarên navendîtî û tolîtar herdem dictator çêkirine . Ev reng û þêwe ji desthilatdariyê , wek piraniya desthilatdrarên Rojhilata Navîn , ji hêlekê sedemê paþketina welata ye , Ji alîkî dî ve sepêhatiyên welatên pêþketî didin xuyan ku xweþî , pêþketin ,geþpêdan, jiyana hevbeþ ya aram , hebûna derfetên kar , paqijî , mafên mirovan …..hd  tev ji encam û berhemên desthilatdarên dimuqrat û nenavendî ne.
 
Di cîhanê tevdî  de   nimûneyên desthilatdarên fedral serkeftî ne. Di her warî de û bi taybetî di welatên pirnetew de wek Swêsra û heta di welatên yeknetew de jî wek Imaratên Erebî. Li gor vê nerînê û rastiyê mirov dikare avabike ku Sûriya nû pêdiviye ku nenavendayetî be û nemaze ku ew neyeknetew e ji ber wilo jî þêweyê fedral yan nenavendayetî  ew e  yê herî rast  ku di siya wê de tê tekezkirin ku herkes bighê armanc û mafê xwe û Kurd jî weke milet bibe hevparê miletê Ereb û kêmneteweyên din û bi mafê xwe yê netewî yê  rewa   þabibe.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark