Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavok: Beyana YNRKS di 119 saliya rojnamegeriya kurdî de

 


Di 22 nîsana her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev bûyer bûye weke rojeke balkêþ li nik wan.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe û li ser rewþa wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewþa ragihandinê li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dinerxînin.


Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û çawa ji Ronahî û Hawar a Dr. Kamîran û Celadet Bedirxan destpêkiriye, ta bi kovara Gulîstan a ku seydayê Cegerxwîn derxistibû, herwiha bi alî serdemên 80ê û 90î ji sedsala bûrî de, ku komek ji kovar û rojnameyan, çi bi kurdî, çi bi erebî derdiçûn, mîna; Dengê Kurd, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs, Stêr, Bihar, Aso, Mewasim, Ajrras,….td, tînin ber çavan.
Wekû em dizanin, di van bîst salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye þûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Welatê me, Gemya kurdan, Keskesor, Tîrêj, Avesta kurd,Sobaro…td, lê mixabin gelek ji wan malperan vê dawîyê hatine girtin, û rûpelên kesene ên Fêsbûkê ketine þûna wan.
Ligel vê rewþê, rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna rojnameya ”Pênûsa Nû” a Yekîtîya me (Yekîtîya giþtî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya), ku bi herdû beþên xwe ve, a erebî û a kurdî li ser malpera me www.penusanu.com  belavdibe, û îro ro gihaye hejmara 60î.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêþxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
22 nîsanê, ev roja pîroz derbas dibe û hîn þoreþa azadiyê û rûmetê li Sûriyê li dare, eve piþtî ku zêdî þeþ salan ji berxwedana dijî kuþtina rojane û xwe parastinê didome. Di vê þoreþê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û peyamnêran hatine þehîd kirin, li vir em endamê xwe Miþ’el Temo tînin bîra xwe. Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanan de hîn jî girtîne, mîna nivîskar Hisên Îso û gelek rojnamevanên dî, çi di zindanê rêjîmê de, û çi di zindanê “Îdareya Xweser” de.
Di vê rewþa taze de Yekîtiya me (YNRKS) roleke pir giring dike, ev jî diyare ji mijûlbûna hejmareke mezin ji endamên wê bi sîyasetê re, çi di riya nivîsandina gotaran û beþdariya di ragihandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, derbarî herêma kurdî û bo hemî Sûriya yê.
Herwiha Yêkîtiya me zora ku li nivîskaran û rojnamevanan ji alî rêjîmê û “Îdareya Xweser” de tê kirinin, diþopîne. Û hewildanê dide, ku yekîtiyek di navbera herdû komên siyasî (ENKS) û (Tev-dem)ê de çêbibe, da ku mafên netewî bo gelê xwe di Sûriya pêþerojê de biçespînin.
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di vê dema nazik de bileyizin, da ku li gelê xwe xwedî derkevin, û bi tevgera xweyî sîyasî re alîkarbin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Yekîtîya giþtî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
21.04.2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark