Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di Bîranîna 59 Saliya Koçkirina Hemza Begê Miksî de Qehremanek ji pêþengê rewþenbîrên gelê min

 


Konê Reþ
 
  Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir) qehermanekî pêþeng bû di nav gelê kurd de. Eger navê vî lehengî hinekî di nav tariya salan de mabe jî, lê her ew wek zêrê zer e, çendîn sal di ser navê wî re derbas bin, navê wî nayê zingar kirin, her û her wê navê wî bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de bimîne.


Di destpêka çerxa 20 an de Hemza Beg yek ji pêþengên rewþenîrê gelê kurd bû li Stenbolê.
  Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke, wî gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêþkêþ kirine. Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurd/tirkî bi navê (JÎN) li Stenbolê weþandiye, hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye.. Di roja (05/04/1958) an de li bajarê Hesekê miriye û li ser dazwaxa wî, ew li gundê Dugirê, di nav goristana welatparêzên kurdan de hatiye veþartin.


  Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piþtî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên Suriyê, li bajarê Tirbespiyê girtibû û lê dijîya.. Di sala 1958 an de dema ku Hemza begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê, rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:
Mamoste Hemza beg
Rehberê fidakar!
Pir kes ji xew te kirine hiþyar
Raze bi xoþî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim
15 ê Remezana 1377 Koçî
05/04/1958 Zayînî
 
Konê Reþ/ Qamiþlo 05.04.1017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark