Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî nikare siyasetê bike?

 


Akif Hesen
 
1- Kesê di warê civakî de qels be, nikare di warê siyasetê de jîr be.
Ango: Kesê di warê civakî de feqîr be nikare di meydana siyasetê de dewlemend be.
2- Kî ne serbixwe be, ango tiþtekî wî bixwe tune be, mirûdek be, evdalek be, sofiyek be, nikare siyasetê bi navê gel bike.
Ango: Kesê girêdayî ne azad e û kesê ne azad nikare siyasetê bike (xulaman tucaran siyaset nekirine û nikarin bikin)


3- Kî ne xwedî çandeke dewlemend be, çandeke medenî be, nikare siyasetê bike.
Ango: Çanda fitne û fesadiyê, çanda fen û fîtkan nikarin bibin hevîrê mirov pê siyasetê bistire.
4- Kî ji fedekariyê baz bide û bawer bike ku siyaset tenê pitpit e, ew nikare siyasetê bike.
5- Kî fersendan nebîne, bibîne lê nezanibe wan bigire û bikar bîne, nikare siyasetê bike.
6- Kî xwe liser serê gel mezin bike û gel biçûk bike, ew biçûk e û nikare siyasetê bike.
7- Kesê ne dilbiçûk û serxweveçuyî nikare siyasetê bike.
8- Kesê stûr diaxive û stûr dilive, ne nazik be û hestên gel nas neke nikare siyasetê bike.
9- Kesê tenê hestên gel liser sêla propagandayê biqelîne, rihê wî ziwa dike, gunehkare û ji siyasetê dûr e.
10- Kesê mejî ji dil veqetîne, hestan ji hizran dûr bixîne, pêrîþanekî xwedê ye, nikare siyasetê bike.
11- Kesê rojê 24 saetan bêje: welat, welat, welat, lê qîmet nede mirovên wî welatî, ew durû, sextekar û dexel e.
12- Kesê li hember xerîban sernizim û ketî be, lê li hember gelê xwe weke dîkan be, ew mirovekî þikestî ye û nikare bi navê gel siyasetê bike.
13- Kesê nekaribe nêrînen cuda hilgire, wê çawa bikaribe barê welat û milet hilgire.
Ango: Heger barê nêrînan ewqas sivik e û tu nikarî hilgirî, tu çawa xwe dixapînî û dibêjî ez barê welat û milet yê giran hildigirim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark