Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: NAVÊ VÊ TEROR E

 


Akif Hesen

Bombekirin, þewitandin û girtina nivîsxaneyên partiyên siyasî û tevgerên ciwanan li Rojavayê Kurdistanê kiriyarên terorane ne. Ti navên din ji vê yekê re nayên peyadakirin.
Gelo ev çi tirse ketî di dilê pkk de ku ewqas har dibe? Çima ji nîþkan ve ewqas çavsor dibe? Ew ketiye paranoyeke bê serûber. Hinekan ji wan re tiþtin gotine, lê em nizanin kî ne û çi gotine. Nexwe mirovên li ser hiþê xwe vê yekê nakin.


Kiriyarên wiha civaka me hîn zêdetir perçe dikin. Ev ne îþaretên xêrê ne. Yanî hûn, bi çi awayî be jî, dixwazin serê milet bitewînin, wî teslîm bigirin.
Ma dibe mirov hêza desthilatdariyê ewqas xerab li hember gelê xwe pêk bîne? Tu wan ji gelê xwe hesab nakî? Vêca ev misîbetek mezin e.
Tu wan tevan xayîn dibînî? Wê demê rojên hin tarîtir li benda me ne.
Gelo dengekî aqilane di nav pkk tune ye? Ger tune be, welat dikeve tuneleke tarî û ev fersendên dîrokî wek avê di nav tiliyên me re derbas dibin.
Li hember hinek kêmasiyan mirov dikare bêdeng bimîne, lê ev ne kêmasî ne, ev tam teror e.
Gelê li hember van kiriyaran bêdeng bimîne, wî gelî ji zû de koletî heq kiriye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark