Konê Rež
Stranek
pesin ji berxwedana gotinê re.. Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek
ji vê qonaxê re.. Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin û
qenciyê re.. Ji evînê re.. Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî
firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji žîniyê
diparêze, gežbîniyê bi ser me de dibarîne.. Erê, gotin ronahiye û evîn siya
gotinê ye.
Bi helkeftina roja cil û bergên kurmancî, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tižtî bike û her gotinê bibêje.. Li ber dergehê vê rojê, vê qonaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pêž de herin û di bin tava heyva vê adarê de govend û dîlanê, bi cil û bergên kurmancî bigerînin.. Û bi dengekî bilind bibêjin; (Žerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê min e..) Çîroka Žerefo were kumê xwe! Di sala 1928an de dema ku Kemalîstan divîbûn kesayetiya gelê kurd nema bikin, cil û bergên kurmancî jî qedexe kirin.. Hingî dengbêjê çiyayê Omeriya yê zîrek Ûsivkê Çelebî, bi vê strana xwe (Žerefo were kume xwe.. Ev kum, ne kumê min e..), di ber reqsa kurmancî re digot û ev kiryara Tirko protesto dikir.. Bêguman, bijartina Roja Cil û Bergên Kurmancî, xwež bersive ji wan Kemalistan re û bervedêriye di ber hebûn û reseniya gelê kurd de.. Žerefo, were kumê xwe! Žerefo, were kumê xwe! Ev kum ne kumê min e, Kumê hevalê min e. Silêbînê bi av e, Siwar û peya da nave,
Žeref lawê Eyžikê, Kum qetandî bi žilfjkê, Avêtin qeza Dêrikê. Silêbînê bi tehtik e, Žeref ban kir: Ev kum ne kumê min e, Kumê min ji hiriya berxik e. Silêbînê bi rê ye, qetandin bi kêrê ye, Avêtin qeza Dêrê ye, Lo Kurdo! Were kumê xwe...
|