Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zimanê Kovara HAWARê Zimanê Axaftina Xelkên Amûdê bû

 


Konê Reþ
 
  Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamiþlo hebû, ne Hesekê, ne Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eþîra Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna çiyayiyan re ber bi beriyê ve.


 Her ku bûyerek nexweþ, fermanek, serhildanek bi serê xelkên çiyayî ve dihat (Anku kurdên bakur), û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan baþûr, li bajarê Amûdê disekinîn û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn, hin ji wan jî têre derbasî Beyrût û Mûsilê dibûn. Anku wek rawestgehekê bû jî, ji mehcir û penaberên Kurdan re.
  Di serê þerê cenga cîhanî ya yekemîn de gelek ji Mehcirên (Penaberên) Wan, Serhed, Qers û Mûþê, ji eþîrên Hesenan û Heyderan, xwe lê Amûdê girtin û li gundên beriyê Mêrdînê belav bûn û ta roja îro lê mane. Piþtî beravêtina serhildana Þêx Seîd, þoreþa Agirî û fermana Þêx, Mela, Axa, Bega û Ronakbîrên kurdan ji rex Kemalîstan ve, gelekan ji wan, xwe li Amûdê girtin û ji Amûdê li gundên beriyê û bajarokên wê belav bûn. Ew bajarokên ku wê hingê nû dihatin ava kirin wek; Qamiþlokê, Derbasiyê, Dêrikê, Tirbespiyê û Hesekê.. (Ne gereke ez navê wan Þêx, Axa û Ronakbîran bêjim).
  Ew Þêx, Axa û Ronakbîr ji herêmên têvel bûn, ji Diyarbekirê, Biþêriyê, Xerza, Bota, Rema, Darê, Torê, Omeriya û Dêrika Çiyayê Mazî bûn.. Wan penaberan þêwezarên xwe jî bi xwe re tanîn Amûdê re û þêwezarê wan têkilî yê Amûdiyan û eþîrên derdorî Amûdê dibû û dibû dewlemendbûn ji zimanê xelkên Amûdê re. Hem jî wan salan di nav gel de belav bû ku Amûdê Peytext e, anku peytexta kurda ye..
  Di encam de zimanekî Kurdistanî, ji gelek þêweyên herêmên Kurdistanê di Amûdê û gundên wê de kom dibû û xelkên wê pê diaxifin.
  Dema ku Mîr Celadet Bedirxan yê ku serwextî piraniya þêwezarên kurdî bû û bi çend zimanên biyanî baþ zanîbû, kar dikir ku kovarekê bi zimanê Kurdî biweþîne, çend carekî dihat Amûdê, serwextî xelkên wê yên koktêl dibû, bi kesayetiyên wê re rûdiniþt, di gotinên axaftina wan de dipojinî û jê ve xuya dibû ku Amûdê wek (Kurdistanek biçûk e, piraniya þêwezarên Kurmanciaxêfan têde kom bûye). Dawî di roja 15 gulana 1932an de kovara xwe HAWAR bi zimanê wê Kurdistana biçûk li Þamê belav kir û di rûpelê pêþî de wiha got:
(Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiþtî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman þertê heyînê a pêþî ye).
 
  Mîr Celadet Bedirxan divîbû ku zimanê kovara wî Kurdistanî be, ne herêmî be, karîbû bi þêweyê Botanî kovara xwe biweþîne û jêre hêsantir bû. Lê wî bidûrdîtinî li rojên ayende mêze dikir û divîbû ku zimanekî standard ji tev Kurdan re berdest bibe û ew ziman bi yek alfabeyê be.. Ji ber vê yekê wî zimanê xelkên bajarê Amûdê bijart, pê kovara xwe weþand û bajarê Amûdê yekemîn bajarê Kurdî bû ku Hawar lê dihat firotin û belavkirin.. Ji encamên serketina Hawarê û zimanê wê, xelkên Badînan jî bi kêf pêþwaziya wê kirin, rewþenbîrên wê têde nivîsandin û pesnê wê dan, wek rehmetiyê Enwerê Mayî..
  Bela kes nebêje zimanê kovara HAWARê zimanê herêma min e. Zimanê Hawarê, zimanê bajarê Amûdê ye.. Zimanê eþîra Deqorya, Millan û Kîka ye.. Zimanê mehcirên Hesen û Heydera ye.. Zimanê Biþêriyê û Xerza ye.. Zimanê Amedê, Badîna, Torê û Bota ye.
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 02/03/2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark