Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Meşka bangewaziyê

 


Ronî ELÎ
 
Yarê ...
Berî çend rojan .. Çend salan
Gupgupa çavên te
Pirpirînkên şeydê
Di govdeyê min de


Şiyar kirin
Û di navbera çar dîwaran de
Bûme akinciyê welatekî
Bi Aleke
Ji rengê lêvên te
Û sirûdeke
Ji fîxana dilê xwe
 
Yarê …
Sêpiya Şevê
Hîn rondikên rojê diklîne
Û ji bilî kuzotê
Ti tişt
Bi devê Meşkê nakeve
Hele were
Ka carekê bi Sosinan re
Em peyman hevsoziyê girêdin
Dibe ku di Biharên bên de
Nivîşkê sibehê
Ji evîna jiyanê re
Bibe berhema guvaşan
 
Yarê ...
Li banga min
Rewrewa Segên berdayî
Xwedî derketin
Hîn jî lêvên te
Ji ramûsana xwenan 
Şiyar nebûn
Birçîne li ber destên te
Nèrgizên sawiran
Ma kengî 
Di pêsîra xwe de
Wan av bidî

14/1/2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark