Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / kesayerî û helwest.. ( 23 ) Mela Xidir Mîhranî.. Şêxê sultanê ebeboz Bîbers

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
(Xizmetkarî û siza)
Berê jî me dît, ku Mela Xidir Kurdê herêma Cezîra Botan e, bavpîrên wî yên eyzîdî ola xwe berdan û bûn misilman. Dimîne em kesayetiya wî binasin, û ҫima bi (Şêxê sultan Bîbers) hat binavkirin? Ҫi xizmetkarî ji wî sultanî re kir? Dawiya wî ҫawa bû?


Şêwermendê (rawêjkar) sultan:
Jêderên, ku me lê nerine, didin xuyakirin, ku Mela Xidir sala (1277z) miriye, û wê hîngê  temenê wî bêtirî pêcî sal bûn, ango derdora sala (1225z) ji dayikê bûbû, yanê berî gêrbûna dewleta eyyûbî bi (25) salan. Lê gelo rewşa malbata wî ҫawa bû? Gelo wî li gundê xwe (El-Muhemmediyê) dest bi xwendinê kiri, an li Cezîra Botan) an li bajarekî din? Nasnavê wî (El-Edewîالعدوي ) dide xuyakirin, ku ew bawermendê (rêbaza Edewiyê الطريقة العدوية ) ya sofonîzmê bû, gelo li ba kîjan tekyê (hucrikê) hîn vê rêbazê bû? Şêxên wî kî bûn?
 
Jêderên, ku me lê nerine, bersivên van pirsan nadin. Mela Xidir di jêderan cara pêşîn li Dîmeşqê tê xuyan. Dîrokzan El-Meqrîzî  المقريزيdibêje: “Destê xwe ji dinyayê kişandibû, û bi tenê li ҫiyayê El-Mîzze, dervayî Dîmeşqê dima”, tê gotin, ku bejna wî navend bû, riha wî pir bû, ne serqot bû, serpêҫ (sariq) li serê xwe girêdida, destê ҫepê bikar dihanî, şêweyê kurdî tev li dengkirina wî ya erebî dibû.
Mîr Seyfuddîn Quştumur ê Ecemî سيف الدين قُشْتُمُر العَجَمي, ku ji mezinên mîrên ebebozan û hakimdarê Dîmeşqê bû, nûҫeyên Mela Xidir dibihîse, û pirê caran seredana wî dike. Carekê Mela Xidir dibêje wî, ku mîr Bîbers El-Bunduqdarî بيبرس البُندُقداري dê bibe sultan, ewî jî ev nûҫe gihande Bîbers. Mirov ji vê yekê têdigihîne, ku hevdîtina Quştumur û Mela Xidir beriya, ku Bîbers bibe sultan, qewimî bû, ango beriya sala (1260z), û heye ku sala (1259z), di serdema sultan Qutuz de qewimî bû.
Piştî ku Bîbers sultan Qutuz ji nişka ve kuşt, Mela Xidir kir şêxê (şêwermend) xwe, û fermanek derxist, ku tekiyekê (hucrikekê) ji wî re li gelek cihan (Dîmeşqê, Qudsê, Belebekê,بعلبك  Hemayê, Himsê, Qahîreyê) ava bikin, û Mela Xidir di tekyeya Qahîreyê de bi cih bû. Sultan Bîbers hefte bi hefte carekê yan jî du caran serdana wî dikir, û li gel hev henek jî dikirin, û razên xwe û yên dewletê jê re digotin, û bi şewra wî dikir, û li gor nerînên wî dixebitî. Dema gerên xwe, Mela Xidir ji bo tevdîrên karê dewletê, û her weha di cengan de jî bi xwe re dibir, û riya destêwerdana hemî karên dewletê  li ber wî vekir.
Mela Xidir pêş de têderdixist, ku dê hin bûyer biqewimin, yek ji wan ew bû, ku sultan Bîbers bajarê Ersûf  أرسوف(li Felestînê ye) sala (1265z) dor pêҫ kir, da ji dest xaҫeperestan bistîne, vê lomê ji Mela Xidir pirs kir, ku emê kînga vî bajarî bistînin? Mela jî rojek jê re nişan kir, ku wê di wê rojê de bistîne, û bi rastî jî di wê rojê de ew bajar stand. Her weha ev yeka ji bo standina bajarên Sefed  صدفû Qeysariyê  قيساريا(li Felestînê ne) jî dubare bû, û bilindiya rûmeta wî li ba Sultan, bû sedem ku mîr û hakimdarên îyaletan, mîr Bedreddîn El-Xeznedarî بدرالدين الخزنوي , cîgirê sultan, jî di nav de, ji Mela Xidir bitirsin, û her tiştê, ku dixwazê, pêk bînin.

 
(Tekiyeke kevin)

Tawan û siza:
Bi sedema rûmetbilindiya Mela Xidir li ba sultan Bîbers mezinên mîran bûn dijminên wî. Carekê, bi amadebûna sultanî, gengeşeyeke  giran di navbera Mela Xidir û mîr Bedreddîn El-Xeznedar; cîgirê sultanî, de qewimî, Mela Xidir dilsojiya wî bo sultanî xiste bin gumanê, û ne bi awayê eşkera weha ҫû,ku dê desthilatê ji kurên sultanî bistîne. Berdeddîn ev yeka di dilê xwe de hêşt, ta ku derfeteke tolhildanê bi dest xwe xîne.
 
Sala (1272z) ev derfet lê hat. Ji sultanî re hate gotin, ku Mela Xidir dervayî şerîetê tev geriye, ku têkiliyên evînî seksî li gel keҫên mîran girêdane. Ev nûҫeyan bi tevdîra mîran gîhane sultanî, û bînerin jî hanîn, ev tawanan dupat kirin, lê Mela Xidir înkar kir (lê mikur nehat), û di heman demê de jî mikur hat, ku wî tu caran negotiye ez mirovekî bê şaşîtî me. Sultan şêwirî mîran, ew jî weha ҫûn, ku MelaXidir razên dewletê dizane, divê zindî nemîne, sultanî jî ferman derxist, ku were kuştin. Mela Xidir gote wî: Di navbera mirina min û ya te de rojên hindik he ne. Sultan tirsiya, û fermana zîndankirina wî derxist, û ji tirsa ku  di zîndanê de bimire, û ew jî di pey re bimire, cil û xwarinên biha û fêkî û şêranî jê re dişandin zîndanê. 
Paşê sultan Bîbers ҫû talana welatê Rûmê, Mela Xidir got: Wê sultan bi ser Rûman keve, û wê veger Dîmeşqê, û wê di pey mirina min re bi bîst rojan bimire. Sultan nameyek şandibû, ku Mela Xidir were azadkirin, lê  Mela sala (1277z) mir, û malbata wî ew di tekiyeya Qahîreyê de xistin gorê,  name jî di pey mirina wî re gihîşt. Gava sultan bihîst, ku ew miriye, pir tirsiya, û paşê jî nexwaş ket, û di pey Mela Xidir re bi bîst rojan ew jî mir.
Kanî rastî:
El-Meqrîzî dibêje, ku Mela Xidir pendiyar û xwedî sincên baş û camêr bû, camêriya wî di dana zêr û zîv de diyar bû, mezovanekî bê hempa bû, û “rewş û pergala wî susret û ne normal bû, nerînên xelkê li ser wî cuda bûn, hinekan ҫaksaziya wî diҫespandin û baweriyên baweriya wî bûn, û hinekan jî ew bi giranî tawanbar dikir”.
 
Ibin Kesîrابن كثير  dibêje ku “Carcaran dest dihat ser Mela Xidir (ji hiş diket) û berî qewimîna bûyeran dizanî, ku wê biqewimin”. Û Ezzehebî الذهبي  vê yekê dubare dike, û bi ser de jî dibêje: “Ew xwedî derûna hukardar, û hêza iblîsî bû, û pêrî bi kar dihanîn”, û ji ber Şêxê îslamê Ibin Teymiyye  شيخ الإسلام ابن تَيْميةwerdigire, kû wî gotiye: “Mela Xidir misilman û rast bawer bû, lê belê kêm dîn bû jî (hin tevdîrên wî ne li gor şerîetê bûn), xwedî  pergaleke şeytanî bû”, û El-Yonînî اليونيني  jî dibêje: “Hin kesan ҫaksaziya wî diҫespandin, û hinekan jî ew bi giranî tawanbar dikir, lê ya layiq ew e, ku ew di navbêna van herdu nerînan de bû”.

 
Lîstineke (dans) sofînizmê

Divê ji bîra nebe, ku Mela Xidir ne zanyar bû, belê şêxê rêbazeke sofînîzmê bû, tu jêderan jî qal nekirine, ku ew danerê pirtûkan bû, û ev gotinên jorîn didine xuyakirin, ku ew rebenê Xweda û xwedî karînên bê hempa bû, û mîna hin mezinên sofînîzmê, wek Hellac  الحلاجû Muhyîddîn Bin Erebî محيي الدين بن عربي , ne şerîetmedarekî dupat bû. Xuyaye ku tawankirina bi nerewabûna hin tevdîrên wî, tenê behaneya zîndankirina wî bû.
Tiştê balkêş ew e, ku gava sultan Bîbers riya destêwerdana karên dewletê li ber wî vekir, ew dijî xaҫeperestan û cuhûyan tevgeriya, kenişteke xaҫeperstan payebilind, ku li bajarê Îskenderiyê bû, hilweşand û şûna wê kir mizgeft, û yeke din li Qudsê bû, ku li ba xaҫeperstan gelekî nirxbihabû, hilweşand, û tekiyek li şûnê ava kir, û keşeyê wê bi destên xwe kuşt, lê hinek dibejin, ku bi destên xwe serjêkir. Her weha gewretirîn kenîsê cuhûyan li Dîmeşqê hilweşand, û mizgeftek li şûnê ava kir.
Tiştê hatiye zanîn ew e, ku baweriya Yedanî (eyzîdî jî di nav de) baweriyeke aşîtiyane ye, ne yekeke şer û kifirkirinê ye, û va ye em dibînin, Mela Xidirê, ku reseniya wî Kurdê eyzîdî ye, ne tenê xizmetkarê sultan Bîbersê, ku Toran Şah; dawîtirîn sultanê eyyûbî kustî ye bû, belê bi ser de jî hilgirê ҫanda kifirkirinê, û bela ya ser xaҫeperestna û cuhûyan bû jî. Eger ew li hember xaҫeperstan û cuhûyan, ên ku (ehlî kîtab in) wusa bû, gelo ew li hember Kurdên eyzîdî, yên ku bi vir û vûtan hatin salixdan,ku ew (şeytanperest in) cawa bû?
Jêder:
1. Ibin Texrî Berdî: Ennucûm Ezzahîre, 6/276 – 277.
2. Ezzehebî: Tarîx El-Îslam, 15/309 – 310.
3. Ezzehebî: El-Îber fî Xeberî Men ѐber, 3/332.
4. Essefedî: El-Wafî bilwefeyat, 13/206 – 207.
5. El-Meqrîzî: El-Mewaîz û we El-Îtîbar, 4/307 – 308.
6. Ibin Kesîr: El-Bîdaye we Ennîhaye, 13/309, 325.
7. Mihemmed Bin Şakêr: Fewat El-Wefeyat, 1/ 404 -406.
8. El-Yonînî: Zeyl mîr,at ezzeman, 3/264 – 268.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark