Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî. Helwest û kesayetî… Xelek 19 .. Bi vî awayî dewleta Eyyobî kurdî gêr bû

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Bazara Ebebozan:
Piştî ebebozan sultan Toran Şah nişka kuştin, aloziya mayîna dewletê bê sultan derket pêş wan.Ji bo ҫareserkirina  vê aloziyê ewana dû bijare hebûn:
1.Kesekî ji malbata Eyyobî bikin sultan. Lê ewana nedixwastin careke din bikevin bin fermandariya sultanê eyyobî, ҫimkê heye bi hêz bibe, û tolê ji wan hilde.
2.Kesekî ji nav xwe wek sultan hilbijêrin. Lê tirsiyan, ku ew rewayê nestîne, û  heye ku ji dest nakokiyên navxweyî ev bijare bi kar neanîn.


Hêjayî gotinê ye, ku ebeboz wek koleyan bûn, û gava sultan Essalih Necmeddînالصالح نجم الدين hinek waliyên Kurd li hêrêmên Misirê ji kar avêtin, û hinek rêvebirên Ebebozan li şûnên wan danîn, feqîh û zanyaran biryara wî pirotesto kirin, ji ber ku li gor şerîeta îslamê ҫênabe, ku kole hukumdarên azadan (ne koleyan) bin, û Şeyxê îslamê El-Îzz bin Ebdisslam  العز بن عبدالسلام(kesekî emazîx e) serkêşê rikberiyê bû, û got divê ew rêvebirên ebebozan li bazaran bên firotin, û bihayên wan bikeve gencîneya dewletê (Beytlmalبيت المال ). Tenê bi vê yekê dikarin bibin desthilatdar.
Rêvebirên ebebozan xeyidîn, ku li bazaran bên firotin, û sultan Essalih kir û nekir, ku Şeyx El-Îzz ji helwesta xwe dagere, lê ew danegerî, û zanyar û feqîhan û gel jî pê re bûn, û sultan tirsiya ku xelkê Misrê li ber wî rabin, û dijberê wî li Dîmeşqê qeral Essalih Simaîlê Eyyobîالملك الصالح اسماعيل الأيوبي  vê yekê ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne, vêca rêvebirên ebebozan, bi amadebûna Şeyx El-Îzz bin Ebdisselam, li bazarê nav bi nav dan ber firotinê, û sultan Essalih jî bilindtirîn bihayê wan dida, û Şeyx El-Îzz bihayên wan dixist gencîneya dewletê, û di pê re serbest hatin berdan, û riya rêvebiriyê li ber wan durist bû([1]).
Tevdîreke polîtîk: 
Ji bo ҫareserkirina rewabûna desthilatê, ebebozan Şecertuddurr شجرة الدر  kirin sultan, ji ber ku biyeya (jinebî) sultan Essalih e, û diya kurê wî (Xelîl)e, yê ku biҫûkanî mir, û navê Şeceretuddurr di xitbeyên rojên Înê de hate xwendin, û li ser diravan hate neqşandin, û rêvebirên ebebozan erêkirina xelîfeyê ebbasî El-Mu-itesêm Bîlla المعتصم بالله ji Bexdê xwastin, lê wî erê nekir, ji ber ku li gor pêdiviyên îslamê, ҫênabe, ku jinek hukumdar be, û bi nameyeke lomên giran li ebebozan vegerand, tê de got: “Eger mêr li ba we nînin, me agah bikin, da em mêrekî ji we re bişînin”([2]).
Ebebozan ji nameya xelîfeyî têgihêştin, ku ti tiştek hukumdariya yekî ji wan qedexe nake, û li hev kirin, ku rêvebirê xwe yê bilind Îzzeddîn Eybek عِزّ الدين أَيْبَك kirin sultan, û bi (El-Melêk El-Muîzzالملك المُعِزّ ) nav kirin, û da ku rewabûna polîtîkî jî werbigire, ew bi Şeceretuddurr re zewicî, wê jî ji bo wî dest ji desthilatê kişand. Hukumdariya wê heyştê roj bûn([3]).
Giringtirîn du navendên dewleta eyyobî li Misirê (cihê hukumdariyê) û welatê Şamê bûn, û pirên hukumdarên Şamê Eyyobî bûn, û ji roja ku Şeceretuddurr bûbû sultan de, Eyyobiyan û mîrên Kurd li welatê Şamê ew nepejirandin, û mîrên Kurd (ên qeymerî) li Dîmeşqê xwedî desthilat bûn, ewana ji qeralê Helebê yê Eyyobî Ennasir Selahuddîn الناصر صلاح الدين (neviyê sultan Selahuddîn) xwastin, ku here Dîmeşqê, da wê radestî wî bikin, û wî jî wusa kir([4]).
Qeral Ennasir Selahuddîn karîbû hevbendiyeke kurdî, bi serpereştiya xwe, damezirîne, û qeralê Urdinê Fl-Muxîs المُغيث, û yê Felestînê Esseîdالسعيد  jî tev lê bûn, û bi artêşekê li hember ebebozan rabûn, da dewleta eyyobî ji dest wan derxînin. Ebeboz tirsiyan, ku mîr û rêvebirên Kurd, ên ku li Misirê ne, li hember wan rabin, vê lomê ewna zîndan kirin, pê re jî nakokî giran bû, û bû ya kurdî – Tirkî([5]).
 Tevî ku rêvebirên ebebozan, li gor rewaya îslamê, azad bûn jî, lê li ba raya gîştî rengdêra ebeboziyê bi wan ve ma bû, ewana tirsiyan ku cemawerê Misirê tev li hevbendiya eyyobî bibin, vê lomê diva bû dubare li pilana xwe binerin. El-Meqrîzî dibêje: “Mîr (ango ebeboz) civiyan, û gotin: Ҫare nîne, divê em kesekî ji mala hukudar li gel El-Muîzz Eybek nîşan bikin, da xelk hemî û qeralên malbata wî jî bikevin bin fermandariya wî([6]).
Cenga  Kurd û Tirkan:
Rêvebirên ebebozan li hev kirin, ku mirovekî eyyobî bikin qeral li kêlek Eybek, ewana zarokekî şeş salî bijartin û kirin qeral, navê wî Muzeffer Eddîn Mosa مظفرالدين موسى neviyekî Essultan El-Kamil  السلطان الكاملbû, û bi (El-Melêk El-Eşref الملك الأشرف ) navandin. Tevî ku El-Eşref û Eybek  biryarê dewletê îmze dikirin jî, lê desthilata rasteqîn di destên Eybek da bû, û rêvebirên ebebozan ragihandin, ku Misir bi ser xelîfeyê ebbasî El-Mu-itesên Bîllah de ye, armanca wan ji vê yekê ew bû, ku desthilata El-Eşref û Eybek rewa bibe. Eyyobiyên ku ji welatê Şamê de hêriş bi ser wan de dibirin, tawanbar kirin, û gotin ew li ber desthilata rewa rabûne([7]).
Qeralên eyyobiyan digel mîrên Kurd; mîr Şemsuddîn El-Hemîdîشمس الدين الهادي , mîr Bedruddîn Ezzerzarîبدرالدين الزرزاري , mîr Diya-eddîn El-Qeymerîضياء الدين القيمري , bi rêvebiriyan El-Melêk Ennasêr ber bi Misirê de diҫûn, û her du artêşên eyyobî û ebebozî li nêzîk Xezzê li başûrê Felestînê bi hev re rû bi rû bûn, wê hîngê mîrê Kurd Husamuddîn El-Hedbanî حسام الدين الهدباني  rêvebirê hêla ҫepê ya artêşa ebebozan bû, ev yeka jî dide xuyan, ku refê kurdî ne li ser hev bû([8]).
El-Melêk Ennasêr, ji cihê xwe di navenda artêşê de, ceng bi rêve dibir, û ebebozên Ezîziyê yên Tirk (ebebozên bavê wî El-Ezîzالعزيز bûn), di nav artêşa wî de, para mezin bû. Pêşî artêşa eyyobî bi ser ket, û leşkerên hêla ҫepê ya artêşa ebebozan baz dan,  û hinek ji wan gîhan Misirê jî. Di vê qunaqan nazik a cengê de rêvebirên ebebozên Ezîziyê bi leşkerên xwe ve ji artêşa Ennasêr qetiyan û tev li artêşa ebebozan bûn. El-Meqrîzî المقريزي dibêje: “Ennasêr  di nav hin Ezîziyan û hinek din de, dil rihet, di bin sîbera alên xwe de rawestiya. El-Mu-îzz (Eybek), û Eqtay  أقطايû sê sed ebebozên behriyye (deryayêالبحرية ) pê re,derket pêş El-Melêk Ennasêr û jê ve nêzîk bû. Hinekên bi wî  (Ennasêr) re awanbazî lê kirin, û tev Mu-îzz û ebebozên deryayê bûn, û Ennasêr ber bi Şamê û kes û parêzerên, xwe de baz da, û ebebozên behriyye dest dan ser alên wî, sandiq şikênandin, û dirav û malê wî talan kirin”([9]).
Dêmek têkiliya nehênî di navbera ebebozên Misirê û yên Welatê Şamê de he bû, bi gotineke din; hevbendiya ebebozî tirkî dij hevbendiya kurdî he bû. Artêşa eyyobî şikest, û El-Melêk Ennasêr baz da, da dîl nekeve, û mîrên eyyobî û rêvebirên Kurd hatin dîlkirin, û mîr Şemsuddîn El-Hemîdî û mîr Bedruddîn Ezzerzarî di cengê de hatin kuştin, û ebebozan hinek mîrên Kurd ên dîl, mîr Diya-uddîn El-Qeymerî di nav de, kuştin([10]).
 Gêrbûna dewleta eyyobî:
Sala (648k / 1250z) ev bûyeran qewimîn, pê re jî nakokî di navbera mala eyyobî, bi rêvebiriya El-Melêk Ennasêr, û ebebozan bi rêvebiriya Eybek de ber dewam kir, ta ku sala (651k / 1253z) herdu aliyan rêkeftinek girêdan, ku Misir û Felestîn bi ser desthilata ebebozan ve bin, û Welatê Şamê û deverên rojhilatî Ferêt bi ser desthilata El-Melêk Ennasêr ve bin, û dîlên eyyobiyan serdest bêne berdan, û herdu aliyan ji bo vê rêkeftinê sûnd xwarin, û belge nivisandin û îmze kirin([11]).
Desthilata ebebozan bi salan re li Misirê hêzdar bû, û ya eyyobiyan lawaz bû, ebebozan hino hino desthilata xwe dar ser Welatê Şamê jî, û dewleta eyyobî li holê nema, tenê hin  eyyobiyan ta sala (1262z) li Hîmsê, û ta sala (1286z) li Helebê, û ta sala (1298) li Hemayê, û ta sedsala (16z) li Kurdistana naverast hukumdar bûn.
Bi vî awayî, wek ku berê jî Farisan şahnişîna Med bi zorê birin, wusa jî ebebozan dewleta eyyobî bi zorê birin. Dewleta eyyobî (80) salî, di navbera (1171 – 1250z) de hukumdar bû, du hêmanên giring bûn sedema gêrbûna wê; ew jî ev bûn: Nakokiyên rêvebirên eyyobî ji bo desthilatê, û lawazkirina hêza Kurd, û hêzkirina hêza ebebozên Tirk di dewletê de. El-Qadî El-Fadil القاضي الفاضل(ji bajarê Beysan ê Felestînê ye) şêwirmendê Selehaddîn ê taybet bû, ji bo nakokiyên eyyobiyan dibêje: “Bavan di vê malbatê de li hev kirin, bi serketin, û kuran li hev nekirin, wêran bûn”([12]).Rastî jî ev e.

([1]) Essuyotî: Husnulmuadere,2/161, 162, Essebkî: Tebeqat Eşşafî-iyye El-Kubra, 8/216, 218.
([2]) El-Meqrîzî: Essulok lî me-irîfet El-Mulok, 1/459, 464.
([3])  Heman Jêder, 1/463, 464.
([4])  Heman jêder, 1/462.
([5])  Heman jêder, 1/463.
([6])  Heman jêder, 1/463.
([7])   Heman jêder, 1/463.
([8])  Heman jêder, 1/463.
([9])  Heman jêder, 1/468.
([10])   Heman Jêder, 1/469.
([11])  Heman jêder, 1/ 479.
([12])   Ibin Xellkan: Wefeyat El-E-iyan, 3/420

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark