Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Hevdîtinek li Ezmên

 


Reþad þeref

Xelk û alem, miletekî zehf, mirov, malbat, dost û heval, hemî hazir bûn..!
Ew di nav mede bû, her kes bi kêf bû. Her yekî þadbûna xwe diyarî yê din dikir.
gernijîna wî nedvemirî, bi her kesî re dikenî  û silav li her kesî dikir û hezkirina xwe ji wan re dida xuyanî kirin.
 Ez bi yek xoleyê jî, jê dûr nebûm, min bê sînor bêriya wî kiribû. Ez hestyarbûm ew ilaleta xelkê hemî di hestên xwe de wekî minin. Carna min di dilê xwe de digot, mane em jibo xemgîniyekî civyane.. Çira em ewqas bikêfin .. !?


Kesek devê wî nedgeriya gotinek nexweþ bêje, yan ji xwe bawerbû ev þahî ye !
Di wê navbirê re dengê lîliyan û (sergî zavano)…. Ji taxa jêr ya gundê me dihat.. ez hinekî veciniqîm !
Min ji xwere got, ev çi bi serê gundê me hatiye !
Ma ewqas î, rêz û rûmet lê nemaye !
Cardin ez li xwe vedgeriyam, nexwe belko ezîzekî wan jî vegerya ye.
piþtî min ew stranên dawetê û lîlî bihîstin, dilê min hinekî ket di cîde.. nexwe em þahiyekî li dardixin. Hinekî wêrekî bimin re çêbû, min destê wî girt û ji wê xelkê xewle û dûrkir, ji berî ez gotina xwe jêre bêjim, gote min : Ez dihisim min gelekî bêriya vê xelkê kiriye û ji wan hezdikim.. ez hezkirin û xemgîniyê di hest û çavên wan de dixwînim.. mamo, ma tu ji min re nabêjî çi heye !?
Min got : Te ji nav me barkiribû, tu mirî bûyî..me bawer nedikir, me digot qey xewne, xewnek giran e yan kabûseke, her emê jê þiyar bibin. Me carna bawer dikir, me xwe amade dikir em þîna xwe îlan bikin. Lê, madem tu hatî emê govendê li darxin, weko tu ji nûve xwedê dayî, weko tu ji nûve bibî zava.
Got: Mamo li min negire ezê vê carê dilê te bihêlim. Ez dizanim vê dema dawî rewþa min ya tenduristî ne baþ bû, min li xwe nepirsî..ezê lêborina xwe ji vê xelkê bixwazim.. ez dizanim min gelek qehir û xemgînî xiste dilê we, li min biborin.. ewqas hezkerên min li hêla din hene, min soz daye wan ezê li wan vegerim.
24.4.2015 - Swêsra

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark