Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd ji ku hatin (6)

 


Zahra Ramadan

URARTUYÎ( XALDÎ)(BZ1300-615)
BZ di sala1300ê de derketin pêş û qralê wan ê pêşîn ARAME ye .Urartuyan, bi Naîriyan re dewlet ava kir .paytexta wê TÛŞBA ya li devê gola Wanê ye. BZ di salên 1300-1200ê de Asûriyan tim êrîş dibirin ser Mîtanî û   Hurriyan û zilmek dijwar li wan dikir.  Piştî felişîna Mîtaniyan gelek baskên Hûrriyan xwe kirin yek û xwestin qraltiyan ava bikin.  Qraltiyên bakûr bi awayê konfedral hebûna xwe parastin. BZ di 835de hemo qralyeta xwe kir yek û di bin serkêşiya Sardurê lê de dewletek xurt ava kirin .


Urartuyan BZ di salên 810-775ê ji Azerbeycana ÎRANÊ heta Ermenîstana îro seranser,  beşek Kurdistana Başûr a îro, rojava jî heta Qizilirmaxê û ji wir jî heta ber perên Deryaspî tev xistin bin destê xwe. BZ di Sala 740ê de Asûrî bi xwe ve hatin û Suriye ji nav lepên Urartuyan stand. BZ di salên 735-714 de Asûriya êrîşên mezin birin ser welatê Urartu û şikestinên mezin li wan peyda kirin. Ermenî jî ji rojava hatin û li welatê Urartu bi cî bûn. BZ di Sala 615 de Med xurt bûn û ev dever giş vegirtin. Îstît jî têk birin. Mîmariya Urartu, kargûzariya metalîk gelekî bi pêşketî bû. Urartuyî di warê nikirandina zinar û avdaniyê de jî gelekî jîr bûn. Keleya Wanê , Çawuştepe, Adil Cewaz, Bêgirî, Palo, Mazgîrt, Baxin kele şarên girîng ên Şaristaniya Urartu ne. Rê , bend, Cobarên wan bin av û dengin. Di warên zêrîngirî, zîvkarî , çandinî û şerabê de li pêş bûne. Urartuyan berê nivîsa Mîxî bi kar anî, pişt re nivîsa Hiyargolîf ku xwemalî wan e, bikar anîn. Xwedayên wan  pir bûn. Ji vana ê herî mezin XALDÎ-XADÎ(xwedî), yê dîtir jî TEÛŞBA ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark