Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Bêje û Wate

 


Merwan Berekat
 
Ji aliyê zimanzanan ve gelek lêkolîn û bîrdoz ji bo rêxstkirina watezanînê - watesaziyê - (sîmintîk ) hatine kirin, û hin ji wan ev in:
1 - Lêkolîn ji bo jêder û guhartina wateyên bêjeyan: Di hemû
zimanan de û li gor serdemên dîrokî wateya gelek bêjeyan hatine guhartin. Eger mirov li jiyana zimanê mirovahiyê vegere û wê lêkolîn bike, dê baş bibîne ku rûdawa guhartina wateya bêjeyan rûdaweke normal e, ji ber ku her tim ziman xwe li gor demê nûjen dike û di wê nûjeniyê de wateya hin bêjeyan tê guhartin.


2 - Lêkolîn di warê kesandina bêjeyan de û guhartina pêkhatina
wan li gor wateyê: Di zimanzanînê de cureyên van lêkolînan bi têrma ( morfolojî ) bi nav dibe. Hemû lêkolînên ku di warê watezanîn û bêjezanînê de hatine kirin, ewan teqez dikin, ku çendî jêder û wateya bêjeyê zelal û ne ji zimanekî biyan be, ewqas ew cihê xwe di ferhenga zimên de digre, jiyan dike û li pêş pêlên guhartinê pêdar dimîne.
Di hemû bîrdozên zimanzanînê de ji her bêjeyekê re sê pîvanên sereke û bingehîn hene deng, wate û wêne. Dema ji van hersê pîvanan yek kêm bibe, beşekî bingehîn ji bêjeyê tê birîn.
Nimûne:  
Dema kesek dibêje ( sêv ) berî her tiştekî wêneya wê li bîra mirov tê, di pişt re tê nasîn, ku ew ji fêkiyan e û tê xwerin, yanê bêjeya ( sêv ) berî her tiştekî deng e, pişt re wêne ye, û piştî wêneyê jî wate ye.
Tevlî ku em di demekê de jiyan dikin, ew bi pêşketinên zanistî û tiknolojî tê danasîn, û roj bi roj dahênanên curbecur hemû warên jiyanê dewlemend dikin, lê bê radeya ku me ji sê xalên jorîn daye nîşankirin kesek nikane bêjeyekê pêk bîne( çêke), ji ber ku ji pêkanîna her bêjeyekê re sê merc hene: Deng, wêne û wate.
Zimanzan Baskal dibêje:  Eger di hevokekê de wateya bêjeyekê ne zelal be, wateya wê hevokê tam nayê naskirin’’. Divê wate û ramana her bêjeyekê ji aliyê kesên ku wê bi lêv dikin, guhdar dikin, dinivisînin û dixwînin ve zelal naskirî be.
Di vê mijarê de emê hinekî li ser têrma (alfabe) rawestin. Ev têrm ji aliyê zimanzan û zimanperwerên Kurd ve bi gelek şêweyan hatiye bikaranîn.
- Ma gelo ji wan kîjan rast e, yan jî tev rast in?
   Bêguman em li ser riya mamostê xwe yê gewre Mîr Celadet Elî Bedirxan diçin, wî di kovara Hawarê de hejmara yekê ya ku di 15 Gulana sala 1932 an de hatibû weşandin Elfabê bi kar aniye.
Dr.Kamîran Bedirxan di sala 1938 an de pirtûka xwe bi navnîşana ( Elfabeya min ) çap kiriye, ango wî Elfabe bi kar aniye.
Mamoste Samî Tan di pirtûka xwe ya Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî de Alfabe bi kar aniye.
Prof. Qanatê Kurdo yê ku doktora di zanistiya wêja Kurdî, di sala 1940î de li Lînîngirada berê istandiye, wî di pirtûka xwe ya bi navnîşana ZIMANÊ KURDÎ ( rêziman) de  elifba bi kar aniye.
Dr. Mihemed Ebdo Elî di pirtûka xwe ya bi navnîşana Bingehînên Rêzimana Kurdî, çapa 2005an de elfabi bi kar aniye, û di pirtûka xwe ya Nasîna Rêzimana Kurdî di rûpela sisiyan de bi du şêweyan ( elfebi û elfebê ) bi kar aniye.
Ji aliyekî din ve, gelek nivîskarên Kurd wan di pirtûkên xwe de, bi van şêweyan alfebe, alfebê, elfebê û elfebe bi kar anîne.
Ne tenê weha, lê belê beşekî ji nivîskaran wek Giwî Mukriyanî di ferhenga xwe ya Kurdistan de abe bi kar aniye. Ev ferheng bi Kurdî - Kurdî ye, ew  ji 940 rûpelî pêk hatiye.
Mamoste Cemalê Şêx Baqî jî pirtûkek bi navnîşana Çend Hînkerên Alîkar  ji bo fêrkirinê amade kiriye û çapa duyem di sala 2009an hatiye weşandin, wî jî têrma abe bi kar aniye.
Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê, ya ku di sala 2006 an de hatibû damezirandin, wê di sala 2009 an de li bajarê Helebê civîneke fireh li dar xist, û di wê civînê de nûnerên mamosteyên zimanê Kurdî yên hemû herêmên rojavayê Kurdistan û yên Şam û Helebê jî lê amade bûn, piştî gotûbêjeke dirêj  biryar hat standin, ku têrma Abe were bikaranîn.
[1]Ji bilî van nimûneyên jorîn, hin ji nivîskarên Kurd têrma a be ce bi kar tînin, û carna jî wê kurt dikin û A - B - C dinivisînin.
Ma gelo em kîjan têmê bi kar wînin?
Di baweriya me de, dema ku em tîpên Kurdî yên latînî be - de - ce - çe….. HWD bi lêv bikin, divê em têrma abe bi kar wînin, lê dema ku em wan bê - dê - cê - çê …… HWD bi lêv bikin, divê em têrma Abê bi kar wînin. Çima ev du nimûneya?
Ji ber ku di warê fêrkirina zimanê Kurdî de, hin saziyên zimên tîpan wisa bi lêv dikin ( be - de - ce - çe ), û hin jî ( bê - dê - cê - çê ) bi lêv dikin.
Di baweriya me de ya rast ew e, ku têrma abe bi kar were. Çima?
Ji ber ku ew ji dengên Kurdî pêk tê, ango ev têrm ji dengên kurdî, yê ku bi tîpa  ( A ) û  dengê Kurdî yê ku bi tîpa ( B ) tên nasîn pêk tê. Ji aliyekî din ve, têrma abe pirtirîn û zelaltirînî hemû têrmên din wateya pênasîna tîpên Kurdî dide.
Zimananê Almanî Bob dibêje: ’’ Çendî lêvkirina têrmê li ser zimanê mirov û nemaze li ser zimanê zarokan sivik û hêsantir be, ewqas ew têrm cihê xwe di zimên de digre’’. Eger em vê nêrînê li ser hemû têrmên, ku me li jor anîne ziman bidin cêbecêkirin, emê bibînin ku lêvkirina têrma ( abê ) ji hemû têrmên din sivik û hêsantir e.
Zimanzanê cihanî Marsîl LOGAN dibêje: Di dîroka zimên de nas e, eger têrm ne xwedî wateyeke zelal be, û ew ji dengên rasteqînî yên wî zimanî nehatibe danîn û teşekirin, ew di jiyana wî zimanî de biyan e
Wek me li jor gotibû, ji her bêjeyekê re deng û dengvedanek heye, her ku ew deng, dngvedan û mûzîka nazik û hêsan be, ewqas bihîstina wê bêjeyê li heza guhên guhdar tê.  Her ku dengên bêjeyê kim bin, ewqas lêvkirina wê hêsantir e .[2] Dema em herdu têrmên ( Abe ) û ( Elfabê ) ji aliyê deng û kîtan de bidin ber hev emê bibînin, ku têrma ( elfabê )  ji şeş tîp û sê kîtan pêk tê ( el + fa + bê = elfabê ), û her weha ( alfebê ) jî ji sê kîtan pêk tê. Lê têrma ( abe ) ji sê tîp û du dengan pêk tê ( a + bê = abê ). Li gor nêrîna Marsîl Logan lêvkirina ( abe ) ji ya ( elfabê ) hêsantir e. ji aliyekî din ve, têrma ( Abe ) ji dengên zimanê Kurdî hatiye danîn û ristin, lê têrma ( elfabê ) ji dengên zimanê Yûnaniya kevnar hatiye danîn, ango ew ji tîpa dengê zimanê Yûnanî ( Elfa ) û tîpa dengê zimanê Yûnanî ( bêta ) hatiye çêkirin.  
Zimanzan Jakbisin dibêje:’’ Mebest ji çêkirina bêjeyê şirovekirina wateyekê ye, divê ew bêje pir bi zelalî wateyê şirove bike’’. Ji her zimanekî re sistem û bingehên zimanî yên taybet hene wek deng, rêziman… HWD, dema bêjeyek an têrmek were çêkirin, divê li ser bingeha wan taybetmendiyan were avakirin.
Jêdera têrma ( abe ) ji deng û zimanê Kurdî ye. Ez pêşniyar dikim, ku ew ji aliyê hemû nivîskarên zimanê Kurdî ve were bikaranîn.
 

[1]  - Ez ji destpêka nivîsandina xwe ya bi zimanê Kurdî de têrma Abe bi kar tînim. Berî ku Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî bikaranîna têrma Abe erê bike, min pirtûka xwe -  Abeya Zimanê Kurdî - çap kiribû, û ew ji aliyê Saziyê ve, ji bo fêrkirina asta yekê hatibû pejrandin. Pêşniyara ku di wê civîna fireh de hatibû kirin, ji bo karanîna têrma Abe ew ji aliyê min de hat pêşniyarkirin.
[2]  - Marsîl Logan.  Mirov û Ziman. Wergerandin Dr. Marê Şehristanî. R.97. - Marsîl logan: Wî antîkxaneya ziman û koltorên Rojhilata Navîn damezirandiye. Ew yek ji kardêrên antîkxaneya zimanên cîhanê ye. Marsîl Logan gelek xelatên navdewletî wergirtine.   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark