Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çemê Ceqceq miçiqîye!

 


Konê Reþ 

  Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye, zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamiþlo re derketine.. Ji wê demê ve Ezbenî ewa koçer sermê û germê li xwe dike.. Dêmên dayikan li ber rivîna agirê tenûrê diqemire.. Erê ji wê hingê ezbenî sozên me li darin..
  Belê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de- me xêzik li ser wan çêdikir- pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî, em nema bi ser vedibin?   Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim..


Gelo tu jî wek min î? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî? Careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamiþlo..?! 
  Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin..! Qamiþlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêze?! Em destên xwe ji kê re bilind û dirêj bikin? 
  Erê em herdû ji kevinbûnê rizyane, bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan.. Bêtir ji çîrokên dara Çinarê..! Tevî ku, em herdû wek du biyaniyan e. Payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe, bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer bi ser dil û huþê me de diweþîne.. 
Konê Reþ, Qamiþlo, 18.11.2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark