Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Derdê Hevpar

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan) 2014
 
Rondik razek e,
Biþirîn razek e,
Evîn razek e,
Rondika wê þevê, biþirîna evîna min bû.


 Dastan nînim, min vebêjî;
Kilam nînim, min bistirêy;
Deng nînim, ku min bibhêy;
Yan tiþtekî ku bibînî;
Yan tiþta ku bizanibî...
 
Ez im, ez derdê hevpar im,
Tu heyloyî min bike, lo!
 
Dar bi daristan ra diaxive,
Gîha bi deþtê ra,
Istêr kadizê ra,
Û ez, bi te ra diaxivim.
 
Navê xwe bibêje min,
Destê xwe tu bide min,
Gotina xwe bibêje min,
Dilê xwe tu bide min,
Min rehên te naskirine;
Bi lêvên te, her lêvî ra axivîme,
Û destên te bi destê mira pir nas in.
 
Di nav xelweta rewþen da, ez digel te pir giryame;
bona xatirê zindiyan.
 
Û goristana tarî da, min te ra heylo kiriye;
bedewtirînên sitranan.
 
Lewra miriyên vê salê,
evîndartirîn zindî bûn!
 
Destê xwe tu bide min,
Destên te bi min nas in;
Ay dereng têgihîþtî!
Bi te ra diaxivim;
Mîna ewr bi tofanê ra,
Weke gîha bi deþtê ra,
Mîna baran bi derya ra,
Wek firinde biharê ra,
Mîna dar, ku daristên ra diaxive.
 
Lewra ku min,
rehên te naskirine.
 
Lewra ku dengê min,
bi dengê te ra nas e.
 
 
Derdê Hevpar, wergera helbesta bi navê Derdê Moþterek ya helbestvanê Îranî Mamosta Ehmedê Þamlû ye.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark