Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Wî welatî navim..

 


Mehfûzê mele silêman

Wî welatî navim..
Ku tê de bê nav bim
Bê çav û bê gav bim
Ku  tê de sebav bim


 Wî welatî navim..
Ku tê de birçî bim
Yan jî qereçî bim
Bê kas û kevçîbim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de dev bûz bim
Serþor piþt xûz bim
Bi kûz û bi nûz bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê hebe qedî
Sîtem û bedî
Riswayî û gedî
 
Wî welatî navim..
Ku tê de biyan bim
Bê vîn û þiyan bim
Bê çare û kan bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bêm girtin
Yan jî bêm  avêtin
Yan jî bême kuþtin
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bê kar bim
Dîl þermezar bim
Bê piþk û bê par bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bê vîn bim
Bê hez û evîn bim
Bê  soz û þevîn bim
 
Wî welatî navim..
Ku tirsonek þûrbaz bin
Fen û fût rêbaz bin
Birakuj serbaz bin
 
Wî welatî navim..
Ku berdevk virek bin
Ku malxwê tirek bin
Kebanî xirek bin
 
Wî welatî navim..
Ku pencer kulek bin
Ku beraz kulek bin
Ku zilam pîrek bin
 
Wî welatî navim..
Eger serdar diz bin
Bi xiþt û bi gurz bin
Dixs û xiniz bin
 
Wî welatî navim..
Eger þivan gur bin
Ger paswan sîxwer bin
Ger sera axur bin
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bin dest bim
Bê deng û helwest bim
Her dem jar û mest bim
 
Wî welatî navim..
Ku serwer qeþmer bin
Ku bê ser û ber bin
Zinx û pere xwer bin
 
Wî welatî navim..
Ku serkirde hov bin
Bi tov û bi gov bin
Ku dijî mirov bin
 
Wî welatî navim..
Eger bê binyad be
Ku bê yasa û dad be
Ku xelk ne azad be
 
Wî welatî navim..
Ku bê ayin de be
Ku bê balinde be
Ku bav bê dûnde be
-------------------------
Qamiþlo 6.1.2016
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark