Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Panoramayek Dîrokî li Dor Koka Navê (Kurdan)

 


Konê Reþ
 
  Min jî wek gelek hevalên xwe xwestiye ku ez li koka navê (Kurd), bigerim; ev nav ji kû hatiye, kê li me kiriye û ji kengî ve bikar hatiye?
  Li gor xwendin û xepartina min di nav pirtûkan de, ez bi vê encamê derketime: Dîroknas, erdnigar û nivîskarên kevin yên Yûnanî û Latînî nav li gelek welat, netew, çiya, çem û herêman kirine, ji Fransîzan re gotine (Frencî), ji Almanan re gotine (Cermanî) û ji Kurdan re gotine (Kardukî an Gordî).. Û ji navên ku li Asya Navîn kirine; Euphrat (Ferat), Tigris (Dicle), Tourus, Zagros, Judî (Cûdî), Ararat, Mezopotaniya û ji kurdan re jî gotine (Karduk an Kordukh). Lê cardî navên wan kevin bin jî, dîsa nêzîkî navê Kurdan yê nû mane, tevî ku hezarê salan di ser navên wan re derbas bûne.


  Sebaretî navê kurd, ev navê ku xelkê li me kiriye û em pê hatine naskirin, mijara me ye.
  Di çerxê 5an berî zayînê de, (Herodotus), navê (Paktuiki) di nav 13 navên ku di bin hêza Iparatoriya Farisî (Achminide) de bûn, digel navê Ermeniyan aniye ziman. Ev nav (Paktuiki) kêm zêde nêzîkî gotina (Bokhtan; Botan) e.
  Nivîskar û feylesofê Yûnanî (Xenophon/ Ksênofon: 335 - 430) di pirtûka xwe (Anabasîs: Vegera 10,000 leþker) de sala 400/401 Bz, Kurd bi navê (Kardoukhoî an Karduxî) dane naskirin û warê wan li çepî çemê Dicle û nîzîkî çiyayê Cûdî nîþan daye.. Ermeniyan jî, di nivîsên xwe de xelkên eynî herêmê bi navê (Kordukh) bi nav kirine. Belê Aramiyan eynî herêmê bi navê (Bêt Qardu) bi nav kirine û ji bajarê Cizîra Botan re (Gazat Qardu) gotine. Wek ku diyar e gotina Qardu li cem Aramiyan bi wateya Kurdo ye, anku Mala Kurda û Cizîra Kurda..
  Di zimanê Farisî de gotina Kurd an Gurd bi wateya xurt û bihêz xwe niþan dide.. Di Þahnameyê de, pirtûka Þahên Îraniyan ya Ferdewsî, ew kok û rehên Kurdan digihîne heyamê (Zehak). Ev Þahê efsaneyî yê ku di ferhenga Farisan de cihê Cemþîd digire û Îran hikum dike.. Helbet bingehekî dîrokî ji vê yekê re heye ku rehên Kurdan û Îraniyan nêzîkî hev in.. Ferdewsî jî, gotina Gurdan ji bo lehengan bikar aniye..
  Ji van gotinan xuya dibe ku Paktuiki, Kardoukhî, Kardoxî, Kordukh, Gurd, Qardu, bapîrên me kurdan yên pêþî ne û tev li gotina (Kurdan) ya îro vedigerin.
  Kurd; ev navê ku kurdan li xwe kiriye an cîranan li wan kiriye, pesindaneke hemberî dijminan..
  Eger em li koka gotinên din wek: Euphrat, Tigris, Tourus, Zagros, Judî, Ararat, Mezopotaniya û yên mayî bigerin, wê mijara me gelekî dirêj bibe. Lê bi min xweþ e ku em li koka gotina (Ararat) jî vegerin. Wek ku diyar e, çiyayê (Ararat) an (Agrî) çiyakî volqanî ye, anku navê vî çiyayî bi agir ve girêdayî ye û navê wî lê ye. Navekî kurdî yê orjînal e û yekemîn car ev nav di pirtûka pîroz (Tewratê) de hatiye gotin. Qet navê vî çiyayî ne Ermenîye wek ku hin dibêjin, Ermenî jêre dibêjin Çiyayê Mosês.  
  Serbaretî gotona Mezopotamiya, ev gotina ku dîroknasên Yûnanî li herêma me kirine. Gelo rast ev gotin ji (Mezra Botan) pêk hatiye û bi demê re bûye Mezopotamiya?
Not: dikim diyar ji mamoste Xerzî Xerzan û  raman, nêrîn û lêkolînên wî re, nexasim nivîsa wî ya bi navê: (Berovajîkirina dîroka gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve), ku di malpera Rewanbeje de balv bûye.
Konê Reþ, Qamiþlo, 26.09.2016
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark