Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Kurdan re! Yek Dest û Yek helwest!

 


Desteya sernivîser*

Piştî ku Encumena Leşgerî ya Minbicê, bi alîkariya Hêzên Sûrya Demokrat HSD û Hevbendiya Navdewletî, bajarê Minbic û derdora wê ji hêzên Dewleta Îsalmî(Daiş) rizgar kirin, Erdoxanê ``birîndar``, û wekî ku (marekî pê dada), li roja 24ê miha Gelewêjê, bi dehan tang, ligel hezaran leşgerên tirk û hin çekdarên tundrew yên rikberiya Sûrî, di sînorê Sûryê derbas navça Cerablusa Sûrî kirin. Behaneya Erdoxan û berpirsiyarên deslata tirkiyê ew bû, ku şerê têrorê bike û hezên wê ji ser sînorê tirkiyê rake.


Lêbelê tiştê syer û balkêş ew bû, ku rêzdar Erdoxan, rêxistina Daiş û Yekîneyên Parastina Gel di bin yek navnîşana têroristî de bi nav dike. Ew jî tê wê wateyê ku ew û destlata wî, dîsa naxwazin rastiyan bibîne û kor bûne, û çi dema ku pirs tê ser gelê Kurd, li kû derê dibe bila bibe, ew wan bi têror bi nav dike û naxwazin rastiyê bibînin. Û eger kurdek li dawiya cîhanê jî bi ser keve, Erdoxan û alîgirên wî, riya xwe şaş dikin, û li dijî vîna gelê Kurd û pirojeyên aştî û demokratiyê disekinin, û eger kani bin bi pelîdên/Iblîs  mîna Daiş re re jî bibin heval û sînorên dewltan jî derbas bikin, û bibin dagîrker jî wê bikin.
Lêbelê li bervajî helwesta destlata Tirkiyê, roja îro hemî alî û dewletên ku bi pirsa Sûryê re têkildar in, di serî de jî Emerîka û Rûsya, ew hemî hêzên kurdî wek hêzên dijetêror dibînin, û doza kurdî jî mafdar û rewa nas dikin, û nêrîna destlata Anqerê a li dijî Kurdan jî rast nabînin. Ji bilî ku, ji hemî raya cîhanî re jî hatiye naskirin, ku hêza ku îjdil li dij têrora rêxistian Daişê şer dike Hêza Sûrya Demokrat û hêza kurdî ye, û têdigihên jî ku destêwrdana hêzên tirkî di bakurê Sûryê de, ne ji bo şerê rêxistina Daişê ye, lê ji bo pirsa Kurd e, ji ber ku Daiş ji bêtirî sê salan de li ser sînorê Tirkiyê ye, û ji hemî alî û dewletan ve diyar bûye, ku têkliyên wan bi hev re heye,.
Di rastiyê de, tirsa ku Kurdên Sûryê mafê xwe bi dest bixin, û li herêma Bakurê Sûryê bibin destladar, pişt li Tirkiyê şikandiye, ew wê guhertinê, bi neheqî, wek metirsiyekê li ser ewlehiya xwe ya netewî dibîne!, jixwe, her du sazûmanên Şam û Tehranê jî di wê helwestê de bi Tirkiyê re hevpar in, loma jî em dibînin, ku çawa berteka wan li hember hêrişa hêzên Tirkî û ketîbeyên tundrew, li ser Bakurê Sûriyê, nerm û pîvayî ye, wekî ku wan berê pê zanî, û jê razî ne. Jixwe, helwestên Emerîka û Rûsiya jî, di vê babetê de durû û mijokî ne, û gelek xatirzanîn ji bo Tirkiyê tê de heye.
Eger Tirkiyê dibîne, berî ku tirêna aştiyê li Sûryê dikeve rê, fergona Kurdan jê bibire, ew di wê yekê de pir şaş diçe, û dê bi ser nekeve. Ji ber ku dîroka xebata tevgera Kurdî li Sûryê, û keda bi hezaran lawên gelên kurd, û xwîna bi hezaran pakrewan û têkoşeran di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel de, bi saya wan hemiyan, doza kurdî li Sûryê derbas asteke cîhanî bûye, û bûye hejmareke bingehîn di qeyrana Sûryê û çareserkirina wê de, û tukes nikane mafên gelê Kurd pişguh û bincil bike.
Lêbelê di gel hemî tişt û pêşketinên erênî, hîn jî doza kurdî li Sûryê di nava xeterên mezin de ye, û ta ku rê li ber pêlanên têkbirina wê were girtin, zor giring û pir pêwîst e, ku katekê pêş de, hemî hêzên me yên siyasî bibine yek dest û yek helwest.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 122/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark