Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Mraniya Derw (rokek gelr)

 


Read eref

Navê Derwê û mîraniya wî li her çar hêlên cezîra botan ke û deng da!
Mîr dibihîst ko navê Derwê li ser her zimanî ye, li xwea wî nehat! and li dûv Derwê..!
Derwêê me berê xwe da dîwana mîr, gelek pirs û guman di serê wî de diçûn û dihatin..!
Derwê ket hundurê koçkê li pêiya mîr rawestiya, xelkên civatê, sehwê serê wan girt, û zûq û zeloq lê nerîn, nizanin ne xêre.. ne ere..!


Mîr got: Derwê..
Derwê got: Belê ezbenî..
-Ezê pirsekî ji te bikim, tuyê birastî bêjî..
-Belê mîrê min kerem bike..
-Ev mêraniya te, ya bi nav û deng, te ji kê girtî ye?
Derwê got: Mîrê min.. ev mêranî min ji seyê xwe girtî ye!
Mîr keniya û got: ka ji mere bêje çewa..?!
Derwê got, mîrê min ev çîrok bi minre çêbû, dema ez piçûk bûm li ber pezê we, temenê min çarde- pazde sal bûn, xwarina min ji xêr û bêra mala mîr bû, xwarinek bijon, zehf  û xwebû.
Hevalên min yên ivan dema firavînê xwe didane hev û dihatin rex min, xwarina min ji min distandin û dixwarin. Ez bê xwarin û birçî dihitim!
Mîrê min, gelek caran min xwe ûnde dihit ka ewên bi kî hêlê ve herin ez diçûm ya din, cardin li pey min dihatin û ez birçî dimam.
Rojek ê ez ji wan dûrketim, demê nîvro.. ber bi min ve dibezîn, sixêf û dijûn ji minre didan.. em ji subeha xwedê ve li te digerin..!
Seyên wan li pêiya wan dibezîn, min bi lez piçek xwarin xiste devê xwe û ya din ji seyê xwere avêt, da em zû xilas bibin ji berî ko ew bighin me..!
Seyekî reî mezin ji berî ivanan giha me, du carî li seyê min bû û raste- rast êrî da ser xwarina li nav piyê seyê min de. Seyê min derfet nedayê bi qirika wî girt û tera kire erdê, seyên din reviyan, xwe dûrkirin û dikirin nûze- nûz!
ivan gihitin rex min, dema dîtin seyê wan brindare çavê wan sorbûn û êrî dane ser min. Min dûvê  kopalê xwe girt.. her yek giha min, min kopalek li serê wî da û tera kire erdê.
 Ew û kûçikên xwe pîs- pîs ûnde vegriyan, min û seyê xwe bi dilek rehet xwarina xwe xwarin.!
Ez benî ji wê hingê ve, min tu kêmayî ji kesekî re ne kirî ye û ez nakim. Û serê mîrê min sax be.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark