Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: HESTINE KEYAND

 


Vejîna Kurd
 
Li ser singê asoyekî bi êgir pêçayî, tivinga min ala serkeftinê li ba dike, toza koletiyê ji dawa dîroka hêsirbarandî dadiweîne û bi baxê hêvî û mizgîniya salan bikovkên azadiyê, di miltanê welêt yê pînekirî de vedike.
Belê.. orevan im, nijadê min pêt û agir e, ji bêfilên lehengiyê pekiyame, îrê pêdariyê, yê ku min ji pêsîrên çiyayên bejnbilind mêtine, di xwîn û damarên min de meyiye, tizbiya çîrok û destanên lehengiyê, ya ku bapîrên min bi stuyê dîrokê ve daliqandine, ez fêrî abeya jiyanê kirime.ِ


Îro ezmûna jînê ez kirim striyê çavê neyaran, min jî malzaroka welêt bi çîrokên qehremaniyê xelat kir.. li eniyên er, tîrêja xewna azadiyê ya bê hempa xwe li her titekî diqelibîne, hilmeke germ min dipêçe, kaniya coê li deta giyanê min bi hêz diherikîne, ez dibim çakûçê destê Kawayê Hesinkar, û mîna êr û bazan, li daristana tariyê, nêçîra rovî û çavsoran dikim, tola stêrkên rijyayî, yên ku axa êrîn bi xwîna xwe av dane distînim û di kavilên temenê vala de çireyên coê vêdixînim.
Lîstokên ku di destê zarokan de ewitîne û tîbûna çavên dayîkên ehîdan riya min di jînê de rastir kirin, û vedenga nalîna welêt ez bi ser hev de guvatim, hingê ez hestewar bûm ku berxwedan heyîna mirov e, xewn û sîberan vedijîne.
Hêz û vîna min li det û newalokên eqa yarê diçêrin, eger carina vîna min diçelmise, yan ramaneke pitxûz per û baskên kevokên hêviyên min dirûçiqîne, ez dilê xwe li ser palgeha bîranînên têrevîn vedihesînim, û di peyala çavên yarê de kenê welatê xwe dimeyzînim..
Li her sibehekê, ez rûyê xewnên xwe bi gulava eqê diom û mîna dewê keyandî, peyalên ronahiyê bi ser lêvên tî ve dikim, û li berbanga azadiyê, serkeftinê dikim gurzeke  gul û reyhan û diyarî yara dilê xwe dikim.. belê.. welatê min yar e, û yara min welat e. 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark