Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dergevanên xewnan

 


Ronî Elî
 
Ma tu dizanî
Ku çav û lêvên te
Ne di yek rûçikî de ne
Çavên te ...
Li pêþwaziya dilê min
Weke Çivîkeke hilqetandî
Diperpitîn
Û govdeyê min
Mîna baskên di bin baranê de
Dilerizand
Hema lêvên te ...
Weke meyxaneya li ser çateriyan
Ne lê dibûm mîvan
Û ne jî
Ji tîbûna hêviyan re
Dibû vehsan û mazûban


Ma tu dizanî
Ku sozên te
Mîna hêviyên þoreþeke bê nasname
Di gewriya kilaþînkofekê de
Bel dibin 
Û bê deng 
Di gola xwîneke hemiqî de
Mest dikevin
Û serjê dibin
Li wir ..
Mehîna siberojê
Di kosteka xwe de
Tî dimîne
Û bi karwanê pirpirînkên sîngê min re
Di nav pêpirkên nîvrojê de
Koça dawîn dike
 
Ma tu dizanî
Ku dergevanên evîna me
Di êþa xwe de
Fêrî helbestên bêzariyê bûne
Û bi segên berdayî re
Kolanên bê ser û binî
Dipîvin û parve dikin
Da di xewnên avis de
Çîroka me dubare nekin
Çimkî …
Min û te li ser lênûsa paþerojê
Nexþeya welatekî bi ber
Ji wan re dipejirand
Berî ku
Di nexþeyê de
Em bibin geþtiyarên toz û dûmanê
7/7/2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark