Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þîxadî… Rastî û nasîn Xeleka 7an (Dawi)

 


Amer Çelik
 
Heger wek ku dîrokzanên Islamî dibêji ku Þêx-Adî  bi kardariye ku Êzidiyan ber bi ola Islamê ve dagerîne hatibû herêmê… ?!Yan jî wekî ew dibêjin ku Þêx-Adî  di bin bandora ola  hinek Þêxên derwêþ Islamê de hatiye nav Êzidiyan ta ku ramanên wan bi Êzidiyan bide qebûl kirinê…?! Ew çi sedmên xurt û bi hêrz bûne ku Adî  ji bo wan hatibû nav Êzidiyan…?! Heger raste ku Adî ji bo ku Êzidiyan dagerîne bi ser ola Islamê de kanîn in ew sedemên girîng ku ji bo wan sedeman Þêx-Adî bi hezarê kîlmtiran , bi sedan gund û bajaran û komar li piþt xwe bihêla were nav miletekî hejar wekî Êzidiyan…?! Kanî ew niviþtên kardariye Þêx –Adî ji Þêxên Islamê gitibû bi mebeste were nav Êzidiyan û ola Islamê bi wan bide qebûl kirin…?!


Gelo raste ku Þêx-Adî bi eslê xwe ji Balbek ê ye…?! Yan ew bi asil Hekariye…?! Heger Þêx-Adî nehate nav Êzidiyan(Laliþ)  wê ci bibû ye…?! Rastiye Êzidiyatê wê di kurde bû ye…?! Lewma jî lêkolînvan Reþîd Xîyûn dibêje ku peywendiyên di navbera Êzidiyan û Þêx-Adî de pir nependî ne û têkilî hev in!... Her weha ya berêz Reþîd dipirse ; Þêx-Adî  merovekî Islamî bûye di nav Êzidiyan de…? Yan jî ew qelenderekî-derwêþekî di   þikeftên Laliþ de di  xeulê de bû…? Her weha bi dehan pirs û nependî di dîroka Þêx-Adî û Êzidiyatiyê  hene û hîn zelal nebûne.
Gelek dibêjin ku Þêx-Adî ne merovekî Emewî bû. Wekî ibin Etbe di pirtûka Fisûl Alfexriy e (الفصول الفخرية )de, di rûpelê 37an dibêje ku Adî kurdekî  Hekar ye. Her weha lêkolînvan Yaqûp Serkîs jî di pirtûka xwe de dibêje; ku Adî ibin Mûsafir kurd e. her weha lêkolînvan Ismaîl Baxdadî û berêz Mizûrî dibêjin ku Þêx –Adî  kurd e. dîtinên wek yê hêja Mizûrî hêjaye ku merov li ser bisekine,qîmet bidîyê û lêkolînên kur û dirêj li ser bike.
Di rastî û nasîne Þêx-Adî de,Êzidî bi xwe jî bûne celeb-celeb. Celebek  ji rewþenbîrên Êzidiyan gihîþtine wê baweriyê ku Þêx-Adî nûjenê ola Êzidiyaytiyê ye ew bi asil Hekariya. Ji dak û bav de Êzidiye, koçberê Libnanê (Betfar) e.  Heger ew nehate Êzidiyatî îro wê tunebuye, bi kêmasî wê di gol û gera neqam de bûye. Bi rastî ev nerîn ya piraniyê reþenbîr û çalekvanên  kurdên Êzidiyane. Ez jî yek ji vî celebî me. Celebê dewam ku wekî lêkolînvanên ola Islamê dibêji ku Þêx-Adî Erebe .Bi kurtî ev celeb bi ramanên lêkolînvanên Islamî bi bondor in.Celebê siyamîn hinek ji oldaran û miletê Êzidî ku dibêjin Þêx-Adî xwedanê kermatane,ew Adî wekî pêxemberekî dibînin. Bi rastî piraniye Êzidiyan pêxemberiye Adî qewbûl nakin û her bi vê gotinê Þêx-Adî dinasin Þêx-
Adî xwedanê Kerametê“
Em di dawiye gotar xwede bi kurtî li ser Þêx-Adî  rastî û nasîne wî de bibêjim ku heger Þêx-Adî qelenderk-derwêþek bû, lê Êzidiyatî oleke ser bi xwe bû ye. Vê olê Þêx-Adî hembêz kirbû, her çiqasî sedemên vê hembêz kirinê ne diyar bûn jî lê Êzidiyatî ma wekî Êzidiyatî-Êzidî
Xwendevan û çalekvanên Êzidiyan îro di wê baweriyê de ne ku Þêx-Adî nûjenekî ola Êzidiyan bû û xizmetek pir mezin ji bo Êzidiyan û Êzidiyatiyê kiriye.
 
Xwendevanên hêja; Em jêderan(çavkaniyan)  ji bo gotare me ya ku bi navê „ Mîrgeh, êl û eþîrên Kurdên Êzidî“ digerin . Ez hêvî dikim ku yê jêderek ji bo vî babetî li ba wî peydebibe, ji bo min li ser vê
Mailê  amercelik@hotmail.de  biþînê.
Di  nêzîk de ji bo hêjayn ev gotare me  Mîrgeh, êl û eþîrên Kurdên Êzidî ji bo hêjayan tê weþandin .
Çavkaniyên vê lêkolînê ( Þîxadî  rastî û  nasîn)
Çavkaniyên Almanî
1-Rudolf Frank  Scheich´Adî, der grosse Heilige der Jezîdis- Bibl.Berlin 1911
2-M.V.Oppenheim.Vom Miltemeer zum persischen  Golf, Berlin 1899-1900
3-G.Furlani Gli interdetti die Yezidi; der Islam
Çavkaniyên Tirkî
1-John S. Guest-Yezidilerin Tarihi (Ibrahim Bingöl) avesta (Diyarbiker)2001
2-Yaþar Batman -Ezidi Kürtlerin ölümsüz Azizesi begê
3-Torî  -Yezidilik ve Yezidiler
 
Çavkaniyên Erebî مصادر البحث
 
١-زهير كاظم عبود-عدي بن مسافر-مجدد الديانة الايزيدية Zûhêr Kazim Ebûd E`udi ibin Musafir, Nujenê ola Êzidiyaytiyê
٢-الدكتور خليل جندي- عدي بن مسافر مجددالديانة الايزيدية وليس مؤسسهاDr.Xelîl Cindi-Eùdî ibin Musafir nujenê ola Êzidiyatiyê ne damezrandinê wê
٣-ابن خلكان - وفياتالاعيان  الجزء الاول ص 361         Ibin Xelkan-weyat Al-Eiyan C 1,R 361   
    ٤-جورج كتن-انعطافات هامة في حياة الايزيدين Corc Kitin dagerînên girîng di jiyana Êzidiyan de
٥-دكتور سامي سعيد- الايزيدية احوالهم ومعتقداتهم Dr. Samî seid- Al- Yezîdiya rewþ û parastinên wan
٦-عبدالرحمن مزوري-تاج العارفين عدي بن مسافر الهكاري  ليس امويا-سليمانية2001 Abdul-Rehman Mizûrî- Tac Arfîn, Eùdî ibin Musafir Hekarî  ne Emwî
٧-محمد امين زكي -تاريخ الكرد وكردستان جزء الاول ص 294-297 M. Emîn Zekî –Tarîxa Kurd û Kurdistan  C1 R 294-297
٨-دكتور كاظم حبيب-الايزيدية ديانة تقاوم نواءب الزمان -دار الحكمة لندن 2003 Dr. Kazim Hebîb- Êzidiya ola ku berxwendane dijwar bi demê re
٩-حاجي علو ابو سينم- المنتظر  Hacî Elo abu Sînem- Bendewar
١٠-الدكتور خلف الجراد-اليزيديةواليزيديون-سورية 1995 Dr. Xelef Cerad Êzidî û Êzidiyatî
١١-عباس العزاوي -تاريخ اليزيدية واصل عقيدتهم-بغداد 1935  Ebas Al-Ezawî-TarîxÊzidiya
١٢-نورالدين بن الحسن-بهجة الاسرار ومعدن الانوارص215 Nuredîn ibin Al-Hesen-Behcet Al-Esrar û Meden Al-anwar
١٣-عبدالرزاق الحسني-اليزيديون في حاضرهم وماضيهم-بغداد1950 Ebid-Rezaq –Pêmayî û pêþeroja  Êzidiyan
١٤-احمد تيمور-اليزيدية ومنشا نحلتهم-القاهرة 1928  Ahmed Teymûr- Al-Yezdiya
١٥-صديق الدملوجي-اليزيدية-موصل1949 Sadîq Demelocî- Al-Yezîdiya
١٦-سعيد الديوه جي-الايزيدية-موصل 1973 Seid Al-dewecî Al-Yezîdiya
١٧-محسن سيدا-مقالة -مدارات 2013  Mihsin Sîda- gotar malpera Medarat 2013
١٨-المقريزي-السلوك لمعرفة الملوك-القاهرة 1934 al-meqrizî –Silok mehrîft Milok
19-ابن الاثير-الكامل في التاريخ-مصر 1290ه  Ibin al-Esîr Kamil fî Tarîx
٢٠-ابن تيمية - الوصية الكبرى -الطاءف 1987 Ibin Teymiya Weyeta Mezin(Kubira)
٢١- الجيلاني-قلاءد الجواهر  و فتوح الغيب Al-Ceylanî Qelad Al-Cewhîr , Fitûh Al-xeyîb
٢٢-تاريخ  ابن  خلدون    Tarîx ibin Xeldûn
٢٣-ياقوت  الحموي  - معجم البلدان  Yaqûd Al-Hemuî-Me,ecem Bildan
٢٤-محمدعبدالحميد الحمد-الديانة اليزيدية بين الاسلام والمانوية-دمشق2002 M.Abid Al-Hemîd- Yezîdiya di nav bera Islam û Mewniyê de
٢٥-اسماعيل جول بك-اليزيدية قديما وحديثا-بيروت1934  Ismehîl Çol beg ê
٢٦-السمعاني-الانساب Al-Sem,E anî-Al-Nisab
٢٧- مناقب شيخ ادي -مخطوطة في مكتبة العامة-برلين Menaqib Þêx-Adî pirtûkxane Berlîn
٢٨-العيد الكبيرللايزيدين-كارل ماي-ترجمة داود مراد الختاري-دهوك2008 Karil Mayî- Cejna Mezin
٢٩-اليزيدية- ترجمة  احمد حسن Al-Yezîdiya wergêr Ahmed Hesen
٣٠-الشعراني - الطبقات الكبرى  Al-Þe ranî- Tebaqat kubira

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark