Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 111 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de, Girtin û Zindankirinên wî

 


Konê Reþ

Bi damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) re, di nav Kurdên Sûriyê de, þiyarbûn û zanînê serê xwe rakirin. Kurdan doza mafên xwe yê netewî û rewþenbîrî kirin.. Lê ew daxwaz û armancên ku Kurdan dixwestin li gor hawê hikûmetên Erebî li Sûriyê nedihatin, vêca dest bi þerê Kurdan kirin, nemaze ew kesên ku Al-Partî damezirandinbûn û yên ku endamên wê bûn. Hikûmetê dest bi girtina wan kir û di serê wan de Apo Osman Sebrî û hevalên xwe bû.
 Evin, ew çend carên ku Apo Osman Sebrî di gel hevalên xwe, ji rex hikûmetê ve hatine girtin:

1 - Roja 15/08/1960î, di vê rojê de Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di gel çil û heþt /48/ endamên Partî hatine girtin û li zindana Helebê û ya Mezê li Þamê mane ta roja 02/02/ 1962an.
2 - Di sala 1963an de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya çû Libnanê û çend heyvan li wir maye.
3 - Di roja 21/05/1964an de careke din ew û kurê xwe Hoþeng li Helebê hatine girtin di gel çend hevalên din û di zinadanê de mane ta bi dawiya sala 1965an.
4 - Di dawiya sala 1965an de, nû ji zinadanê derketibû, lê careke din li Dêra Zorê hatiye girtin û çend heyvan li zindana wê jî maye.
5 - Di sala 1967an de dema ji zindanê derketiye hikûmetê ew surgûnî bajarê/ Siwêda/ kirine. Ew bajarê ku li baþûrê Sûriyê dikeve û pirraniya xelkên wê Durzî ne.
6 - Di sala 1969an de, dadegeha dewletê biryar daye ku Osman Sebrî bi du salan zindan bike..
Lê wî xwe ji Sûriyê daye alî û di Tirkiyê re derketiye.. Li Tirkiyê dûm nekiriye, piþtî du heyvan zîvirîye Sûriyê, çend heyvan veþartî maye û dawî hatiye girtin û di zindana /Qellhe/ de li Þamê maye ta sala 1970an. Di vê girtinê de du avûkatan xwestine di dadgehê de bervedêriya wî bikin, lê ew bi wê bervedêriya wan razî nebûye.. Piþtî ku hikmê xwe qedandiye û derketiye li mala xwe a li Þama Þerîf, taxa Kurdan rûniþtiye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye..
Û wiha Apo Osman Sebrî 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car jî li Sûriyê hatiye surgûn kirin..
Li ser girtin û zindankirnên xwe wiha bersiva nivîskar Firat Cewerî di kovara  Hêvî, hejmara 7an, payîza 1990î de daye:
(Em di bin destên xelkê de bûn. Gava ku merivek 52 salî be û 18 caran têkeve hepsê, dê çi têde bimîne? Ez 18 caran ketime hepsê.. Carekê hakimekî Ereb ji min re got: (Ev cara çendan e ku tu dikevî hepsê?) Min got: ev cara min ya 17an e. Hingê ez tenê 17 caran hatibûm girtin. Hakimê ereb got: (Xwedê mala te xera bike..). Min got, bela Xwedê mala we xerab bike. Lawo! Kengî min hatiye li deriyên hepsên we xistine, min gotiye mala min tune ye, cih bidine min..? Hun tên min digirin û davêjin hepsê û di ser de jî mala min xerab bibe! Bela mala we xerab bibe! Gava ku min ev gotin kirin mêrik keniya...)


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark