Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serdana Ezîzê Temo/ Ezo, Zirnevanê Bi nav û Deng

 


Konê Reþ
 
Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Beriya Mêrdînê de, dikarim bibêjim; eger þêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî, di hicrik û tekiyên olî de parastin, stranbêj û dengbêjên me jî, zimanê me ji talan û biþaftinê parastin. Rola wan di parastina zimanê Kurdî de zor mezin bû..  Yek ji wan malbatên ku bi vî karî rabûne malbata Emînê Temo ye.

Doh (22.12.2015), digel dostê xwe helbestvan Amran Alî, em çûn Amûdê, taybet ji bo dîtina Ezîzê Emînê Temo (Ezo), yê ji þeþ birayan ew maye, birayên wî yên din koça dawî kirine, ew ji ev bûn: Abdulrizaq, Miho, Silêman, Seîd û Temo.
Ezîzê Emînê Temo (Ezo), di sala 1935an de li gundê Mamerlê çêbûye, ji 60 salî ve, wek zirnevan wî û birayên xwe goven û dîlanên þokirina xelkên Beriya Mêrdînê de gerandine û dilê welatiyan xweþ û geþ kirine.
Digel ku Ezîzê Temo zirnevanekî bi nav û deng e, wiha jî tembûrvanekî çeleng e. Lê bêtir navê wî bi lêdana zirnê derketiye.
Di çavpêketinê de, em têr û tesel axifîn û ji min re navê çend reqis û semayên ku li ber dahol û zirnê têne listin ji min re gotin, wek: (Kerbozî, Giraniya Mala Xidir Axa, Neqþê lidar, Her û wer, Biþêrî, Xeftan, xeftan xeftano, Xeftan Pembê Dêrikê derzek dabû dev zendikê, Qosarî..) û got: (Ji þahiyên çokirinê yên herî xweþ û bi cemawerê xwe giran ku me 7 rojan bi def û zirnê dîlan li wan gerandiye, þahiya Eliyê Îssa bû, kurê Axayê Eþîra Millan, li gundê Gindor û yan di a Xeloyê Hesko bû li gundê Gir Sor (Mêrsînan), û ya din a Îssayê Silêmanê Sedûn bû li gundê Sinceqa Sadûn..) û pêde çû û got: (ji reqisvaniyên ku min ew naskirin milî ne û xelkên gundê Xerabkortê ne bûn..) Sed mixabin ku guhdan pê nîne û ne bi kesên wek wî heye.. Xezî tevgera Kurdî di qorzîka çavên xwe re li kesên wek wan mêze kiribana...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark