Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evīna Rojźn Kevin: Cūna Dibistanź

 


Konê Rež

Di dibistana gund de min dest bi xwendina xwe a seretayîyê kir. Berê jî min gotiye dibistana gund di camiya Žêx Behyedîn de bû. Ew camî li bažûrî gund, dûrî malan bi sed gavekî bû. Ji ode û kîlreke bi kelpîçan û bê hewž pêk dihat. Bi tenê bîrek di pêžiya wê de hebû. Ji çend salan ve, gundiyan ew camî kiribûn dibistan.
Di sala 1959an de, danekî ez bi her dû apên xwe Mihemed û Mehmûd re çûbûm wê dibistanê.. Lê di sala 1960î de bavê min ez bi rengekî fermî, têde de qeyd kirim.

Wek niha tê bîra min, bavê min çentakî teneke (Baholek) ji min re kirî bû, qelem, defter, birk, mihok.. têde bûn, kêfa min gelekî ji wî çenteyî re dihat. Sibeha ku bavê min ez birim dibistanê, çenteyê min di destê min de bû, bi žahî û payebûn min li dor xwe mêze dikir û bi dûv bavê xwe de dibeziyam, hin caran ji kêd û heyecana çûna dibistanê re diterpilîm. Ji min werê xelkên gund tev zanin ezê herim dibistanê, li min temaže dikin û ji hev re dibêjin; Va Selman wê here dibistanê..!
Dor 25/30 žagirtan di dibistanê de dixwendin. Ji sinifê yekê ta bi sinifê çaran žagirt hebûn, lê em yên sinifê yekê ji tevan pirtir bûn. Ew žagirt bi tevayî ji gundê Doda û gundên dor Doda bûn wek gundê; Sada, Bilêqiyê, Hermê Žêxo, Tilkêfê û Gundik. Rûnižtina žagirtan di hundirê dibistanê de li ser tenekan bû û hin li erdê rûdinižtin.. Mamoste yekî bi tenê bû, navê wî Memdûh bû. Tevî ku kesî ji me bi zimanê erebî nizanîbû jî, qedexe bû ku em bi zimanê Kurdî bi hev re xeber bidin, vêca me li hev mêze dikir û em dikeniyan..!
Xwež tê bîra min wek niha ye, her sibeh, mamoste em li ber dergehê wê dibistanê, bi dûv hev de rêz dikirin, her sinifek di xetekê de rêz dibûn, yên kin li pêžî û yên dirêj di pey wan re û me silav li ala Sûriyê dikir. Ew ala ku di ser dibistanê re daliqandî bû û ji sê rengan; kesk, spî û rež û sê stêrkên sor di ortê de, pêk dihat. Rengê kesik, yê ala Ražidiyan bû, yê spî rengê ala Emewiyan bû û Rengê rež, yê ala Abbasiyan bû û her sê stêrkên sor yên di ortê de, bi wateya sê žorežên sûriyê bûn. Û me ev sirûdên Sûriyê yên netewî digotin:
Em xort, pêžeroj a mê ye û rûmeta me zindî ye/
Em ji bo rûmet û welat dijîn û dimrin.. /..
Parêzerên welat silav li we be.. /..
Niha wêneyê wan salên dibistanê û roja yekemîn a ku ez têde çûm dibistanê bi lez di ber çavên min re derbas dibin. Pižtî ku wê rojê ez ji dibstanê vegeriyam malê, wek yekî ku ji cengek biserketî vegeriya be, min centê xwe li devê derî danî û got: Yadê ez birçî me..
Diya min, pîrka min û neferên malê yên mayî bi gurnijandin û dev liken pêžwaziya min kirin..
Ji ber ku ew camiya bibû dibistan li ber herifandinê bû, zivistan jî nêzîk dibû, mamoste û gundiyan dibistan guhestin xaniyê Mihemedê Porsor, ji wir jî, pižtî çend mehan birin qereqola kevin a ku bi axê bû.. Ez bawewr im, me wê salê xwendina xwe di qeraqola kevin de derbas kir, sala din me xwendina xwe di dibistana nû de destpê kir.. û wiha ta ku min her žež salên xwendina xwe a seretayî li gund derbas kirin. Ezmûnên sala žežan, me li Qamižlo, di dibistana Alirûba de pêkêž kirin, ji me her 11 žagirtan, ez û Abdulmecîd Melek em biser ketin, yên din têkçûn.
Bi çûna dibistanê re deriyên nû di jiyana min a seretayî de vebûn; fêrkirina zimanê erebî, pak û paqijî û ezberkirina ders û doran.. Me bi erebî nizanîbû, lê me dersên xwe ezber dikirin, bêyî ku em wateya hevokan zanibin...


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahī Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark