Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Siwara dilê min

 



Kamran Simo Hedilî

siwara dilê min
bîr û baweriya
hatina min
roj
di çavên te de
dikene
dilgermiya te

siwara dilê min e
li meydana rûmetê
tu qublegeha min î
di rastiya janejînê de
tu ronîtava min î
þanazî
bi baskên te
li asîmanê hiþê min difire
ba bihêvî
di guhên min de
navê te dibêje
bêtirsî
wêrekî
dildarî
û evîn
ala kolanên te ne
Hemrîn, Þaho û Herekol
Awazên
govend xweþkirina te ne
dilê Êzîdxanê
bi kelecana dilê min
di rûbarê sekeftinê de dijenê
ez bindestiyê
ne bi gotinê 
bi kiryarê dijîm
her kêlî wê xencerê
di mêjiyê xwe de
hîs dikim
wê þevtariya
giyanê gunehkar
baþ dizanim û nas dikim
stêra hebûna min
azadî
ez biqasî Yado ji Têlî
Elîþêr ji Zerîfe
ez ji te haz dikim
tu ol û baweriya min î
11.11.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark