Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Eşîra Dina û PîroziyeBûqetar ê

 


Amer Çelik
 
Wekî her dema, dema em dixwazin lêkolînekê li ser Êzidiyan yan jî bûyerin Tarîxî yên Êzidiyan, ol û netewa wan, yan êl û eşîrên wan, pirsgirêk û serpêhatiyên wan, ferman û talan,wêraniya wan,yan jî em weha bibijin; ku bi gişti li ser Êzidiyan binvîsînin. çavkanî gelekî kêm in belê gelek caran peyde nabin. Nivîskar mecbû dimîne ku ji çîrok û serpêhatiyan û ji devê kal-mêran tomar bikin û bistînin.
Têbînî piraniyê çavkaniyên me li ser eşîra Dina ji devê rehmetiyê Xûdêda Pisî ne ku ew bi xwe ji eşîra Çêlkan ne hatiye tomarkirin.
Di destpêkê de em li berxwe bidin eşîra Dina nas bikin cih û warên wan bidine nîşanê, mêrxasên vê eşîrê kîbûn…? Çi girêdane wane bi Bûqetarê re heye… Ev Bûqetar çi ye…??

Eşîra Dina
Piraniyên kal-mêrên Eşîra Dina dibêjin ku gotina Dina Ji gotina dunyayê (Dun-ya-Cîhan) hatiye. Ji ber ku wekî bav-kalên me dibêjin:


Eşîra Dina pirbûn ji hijmariye wane zêda,lewma jî navê wan kirin Dina-Duna. Lê hinek ji wan, ji Dina bi xwe vê gotinê qebûl nakin û dibêjin: Dina ji gortina Den bi weteye Cerr(Den-Cerr) hatiye. Bi weteya ku Êzidî dibêjin: Êzidî ne ji Ademin, belê ji Cerr xûliqîne!...

Bavikên Dina
Heger em bibêjin; ku ÊL ji çend eşîran pêk tê, her usa jî, eşîr jî, ji çend bavik(Ber) pêk tê. Dina jî bavikên eşîra wan pirin, pêwîste em tevan bînin ser ziman, lê heger me hinek ji wan Berkan(bavikan) ji bîr kiribin, yan jî qedir giranên ku me ji devê wan girtî ji birkiribin, biborînin li me negirin.
Bavikên Dina jî ev in: Remika-Romika, Golka, Bozane, Nuemane, Ehvdau e, Reşa, Mende,Hacke, Kepane, E`arfue, Keşkûke, Basteme, Bekere, Şemika û Pîşrehua.
Têbînî: Serkêşê olî yê ku taybetî bi eşîra Dina ve xêlfî(cûda) ji tevahiya Êzidiyan dina jêra dibêjin; Pîşreu, lê ev malbat ji malbatên feqîran(Xerqa) ne û zewac di navbera wan eşîrê de nabê!...

Cih û warê Dina
Eşîra Dina jî wekî tevahiya birayên xwe Êzidî, di gelek qûnax û waran re derbas bûne, helbet sedemên qirkirin, talan û wêraniyê (Fermanan). Tê gotin Ku berê piraniyê Dina di Herêma Helebê de akincî bûn, û piraniyê wan ji ber darê zora muslmaniyê ji wî cihî koçber bûne. Lê hîn hinek ji wan di herêma Efrînê de dimînin. Helbet Dina li hersê perçên Kurdistan belav bûne. Li Rojava Kurdistan, li der û dorên bajarê Hisiça, li Qamislo û Emudê,Dirbêsiyê û Serê Kaniyê akincî ne. Li başûr jî , li Dihok û Simêlê(Rojhilatî Decla) Xanik û Şariya. Herêma Şingalê jî, Xanasorê, Sinûnê, Dugûra,Guhbel, Girzerik. Bakurî Kurdistan jî, Wêranşar û Sirûcê. Tê gotin ku Dina di sala 1919an de ji Wêransar û sirûcê û Rûhayê koçberî Rojava û Başûr bûne. Her weha Dina li Qevqasê(Qûqaz) û Ermenistan jî hene.

Sekêşên Dina:
Gelek ji serkêşên Dina heta roja îro jî hîn nav û dengê wan di nava qasên Êzidiyan û tevahiye kurdan de belave. Belê xwedî qîmetek giranin. heger malbata Feqîran ba(Hemo Şero) yan jî, malbata Şihab
axa ba, yan Nemirê Simo ku demekê waliyê Mûsil bûye, yan jî Evdî axa kurê Nemir û her weha Hesîn ê Qenco.
Dema min agehdarî û serpêhatî ji devê Rehmetiyê Xûdêda yê Pisî tomar dikir ya ku ji bo min herî balkêş ewbû ku jina(JIN) Êzidî serkêşî û serokatiye eşîrê Dina kiriye. Heger Xatûna hêja ya bi navê Nazê(NAZA) ku dibêjin li dora 15-16 salan serkêsiye eşîra dina kiriye. Her weha Xatûna Hêja Tahlê daka Bişar axa,xatûne Ismahil axa. Piştî mirine Ismahîl axa serkêşiya Dina kiriye heta ku kurê wê Bişar(Bişar axa) mezin bûy û Tehlê serkêşî û axatiye Dina radestê kurê xwe Bişar kiriye.Lê ya herî bi hêriz û navdar, Xatûna bi nav û deng Bêzar bû, daka pênc lawan jina Xelîl axa. Tê gotin ku Bêzar bi malbata Hesînê Qenco re li ser mislimaniye Hesîn,dikefe aloziyan, her pênc zarokên xwe bi xwe re radike û li gundê Çetelê li bakurî Kurdistan bi cih dibe û Dina li dora xwe Kom dike.Bêzarê bêtir ji deh(10) salan bi çelengî serkêşiye eşîrê dike, heta ku kurê wê Sînan mezin dibe û êdî Bêzar serkêsiye Dina radestî kurê xwe yê mezin Sinan dike.

Dina û Bûqetar:
Bûqetar yan jî Bûqetar Babo(Papa) Nimûne Dina dibêjin: „Babê min Bûqetar“ her weha jêra dibêjin; „Mîr ê Kûla“
Ez di wê baweriyê de me ku bi mebeste xudayê Kûlane. Bi wetaya ku Bûqetar xudayê derd û kûlan ,der û kûlan ji mirîdên xwe dûr dike.
Eşîra Dina bi tenê ji Êzidiyan Bûqetar ê salê carekê ciwan dikin yan em bibêjin kêf û şahiyê ji bo wî dikin û jêra dibêjn: „Cimaya Bûqetar“
Di nava feqîrênDina de(Xerqa) hene ji wan re dibêjin:“Feqîrê Bûqetar, ew Feqîrin yên bi kar û barê pîrozoye Bûqetar radibin. Wek me li jor gotî ku di salê de, carekê Bûqetar tê pîroz kirin û Dina jêr dibêjin; Cimaya Bûqetar. Berî ku Dina ji Ruhayê (Bakur-Kurdistan) koçber bibin, Girek li wer hebû(Ruha) jêra digotin; „Girê Bûqetar ê“ her weha li serê wî girî Goreke kevinar heye, her sal carekê qasê eşîre Dina di miha Adarê de diçûne ser Girê Bûqetarê û Cimaya wî pîroz dikirin. Dema ku Jineke Dinayî kurekî xwedê bidayê pêwîst bû ku beranekî sersar zaroka xwe(lawik) bibe ser Girê Bûqetarê Qûrbanî ji bo Bûqetar bide.
Çira Bûqetar: çira bûqetar heger ne ji Tawisê biçûktir û kintir bûye, mirovê bigote balkî Tawisa. Li dora 35-40 cm) heye û tasek jî pêra ya jêra dibêjin; Şerbik. Her weha Marekî biçû pêra ya jêra dibêji; Ziya. Çira tevî Şerbik û Mar(Ziya) gerekî li mal a mezinê eşîr ba.
Tezkere Bûqetar: Di Cimaya Bûqetar de her malbatek ji malbatên eşîre Dina qetek qûmaş sor didine wan jêr dibêjin; „Tezkere Bûqetar“, pêwîste ku her malbat wî qetê qûmaşê sor(Tezkere) bi devê deriyê xwe vekê, bi weteya ku dema Mîrê Kûlê (Bûqetar) tê û konê xwe li ser gundan û malbatan datîne, bi wî qûmaşî(Tezkerê) dizane ku ew malbat ji malbatên Mirîdên wî ne û malbatê ji kûlê diparêza. Her weha Şikeftek li gelî Lalişh heye jêra dibêjin; „Şikefta Bûqetar“. Ji Êzidiyan Dina tenê dikarin derbasî wê şikeftê bibin. Amercelik@hotmail.de
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark