Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: RŹBAZA KESK

 


Idrîs Pîran
 
Ji xwe diyar e ku Rêbaz , weku gotineke tekan e û bi žêwe û wateyeke gižtî û mebesta jê , ew e ku di çarçoveya xwe de , rê û riyên her žêwe û wêne û wateyên navnîžana žêweyekî taybet û gižtî , dorpîç û diyar dike di xwe de , ku weku rêbaza žêweyekî an tižtekî û ku çi be bila ew be , anku jî rêbaz  , ew e çarçoveya rê û vežopandina baweriyên bingeh û sîstemeke ramyarî û jêderhatiyên wê û bikaranînên wê .
Weha jî û ji aliyekî din ve , ku çi ramanek an ramanên ku ji serê mirovakî an zanyarekî der tê û derdikeve , ew raman xwe dispêr e li ramanên weku xwe , anku jî ew ramanên weku hev û nêzîkî hev , hevtewaw dikin û ku berdewamiyeke ramyarî jî ji hev distînin digel jiyanê re , bi vî awayî jî dibin weku sîstemeke ramyarî diyarkirî û taybet bi xwe , anku jî dikevin nava çarçoveya navnîžana rêbazeke ramyarî de .

Bêguman diyar e jî , ku her rêbazek navnîžana xwe distîne , ji wê çarçoveya ramanên xwe , wilo jî her rêbazek , ji bingeheke ramyarî der tê û der hatiye , ku ew bingeh jî di jiyanê de peyda dibe an peyda bû ye û ku ji sedema ramanên mirovan û pêdiviyên wan , der hatiye û cîbecî bûye di rêza ramanên rêbazekê de , anku jî makên wê bingehê diyarin û diyar dibin , di çarçoveya rêza rêbaza xwe de , wilo jî û ji aliyekî din ve , her rêbazek berhemên xwe yên taybet bi xwe dide , di karanînan de û di jiyanê de .  
Her weha û bi vî awayî jî , rêbaza kesk .. rêbazeke ji nav koma rêbazan , lê girîngtirîn raman û rêbaz e , ji ber ku rêbaza kesk , rêbaza jiyanê ye , kesk jiyan e .. suružt û xwerist e .. kesk jîngeh e .. žahristaniye , žahristanî jî .. ew e parastina jiyanê ye , da jiyan ber bi buhužtkirineke berdewam ve bižop e , anku jî çendî jiyan fireh e .. bêdawî û bê aso û bê sînor e , her weha jî rêbaza jiyanê .. rêbaza kesk , pêwîst e pê her tižtî di jiyanê de bižopîn e û hewildanên sererast kirinê û pêdiviyên wê bike û bi-aferîn e , ji lewran jî rêbaza kesk , xwe bi destpêk dike di çarçoveya zanyarî û felsefî û hest û helwestên xwe de û weku nerîn û raman , ku xwe diyar dike û vedižop e , ji girîngî û bengewazî û çarçove û wateya ku ji vê hevoka ku diger e li ser / vegerhatina li suružt û xweristê û lê mukurhatina pê /, anku jî bi wateya çareser kirin û vegerhatina mirovan li ziyanên ku li jîngehan û suružtê bûye û dibe , ligel xwendin û vegerhatin û durust kirinekê ji veçêbûnên ramyarî mirovahî gižtî re û di derbarên mafê jiyan û suružtê û zemînê de bi gižtî ,  ji heman wateyan jî mirov kar e bibêj e : ku rêbaza kesk û ramanên wê , hatin bi navnîžan kirin dibin wate û navê ( KESK ) de , ku weku rêbazeke gižtî , ji zanîn û pênasîn û mirovahiyê û jîndaran û zemên û jiyan û suružtê re .
Lê bi wateyeke din ve jî , ew hevok û wateya ku diger e , li ser  / vegerhatina li suružt û xweristê û lê mukurhatinê pê / û ligel hemû wateyên ku ji vê hevokê jî der tên , weku bingehekê ye ji haydarî û vežopandinên kesk re , ku der hatiye jî , ji sedemên ku mirovan gelekî suružt û xwerist û jîngehên wê , binpêk kirin e û ziyan gihižtiyê û bi taybet , li pižtî ku serdemên pêžesaziyê û žêweyên wê , ku bi neqencî û nebažî li cîhanê bêžve çûn û ligel ku hemû bermayên gemar û xerabiyên wê li cîhanê belav bûn , anku jî ji heman sedeman , ramana vegerhatina li suružt û xweristê peyda dibe , ligel ku zanînên jîngehî - Îkolocî jî , bi pêžve vežopandinên xwe dibirîn û pêžve diçûn .
Bi žêweyekî gižtî , mirov kar e bibêj e : ku bi vî awayî rêbaza kesk veçêbûn bûye û xwe veçêbûn kiriye , ku ji heman bingehên xwe jî , xwe bi vežopandin kiriye û dike , weku rêbazeke felsefî û zanyarî ji jiyan û suružtê re .      
Lê weku kurt e gotinekê û tevî wateyên diyarkirî jî : rêbaza kesk xwe davêj e ber tekezkirinê ,  anku xwe bi xwe , xwe tekez dike , ku rêbaza jiyanê ye , ji ber ku parastin û çareser kirin û durustkirina suružt û xweristê , netenê xwežî û berdewamiya jiyana mirovahiyê qezenc digir e  , qasî ku berdewamiya jiyanê di cîhanê de di-aferîn e , ji lewran jî ji erk û mijûl û bingehên wê ye , ku têkildara her tižtên jiyan û suružtê ye û bi taybet di derbarên hest û hižmendkirina mirovahiyê de , ji ber ku mirov û bi žêweyekî diyar û gižtî , ew e yê ku girîng û sereke ye ji giraniya liv û tevger û guhertinê re  , ji aliyekî din ve jî , ew e yêku sedema bingehîn e , ji cewtî û xerabkirina terezûya suružt û xweristê di zemîn û cîhan û jiyanê de ? .                 
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark