Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Ji brannn ACANSA DENGBASN AMD

 


Lewend Dalînî

Îro roja  08/09/2013 Emerîka biryar daye ku êrîekê bidê li ser çekê Kîmyawî ên rêcîma Sûrî û wê wêranbikê!!??.
Di van rojên dîrokî de, ku herkes mat mayî maye? û li bendeyî; ka wê çi çêbibê û çi çênabê!!??. 
Li Amûd ê çend zilamên temen orte ku jiyanê tevî bi çerxîyekî nakirin;  lê mêrika kurdperwerin û sîyasetmedarin; ew jî; pitî qedeha diduwan!!??  Maze û Eraqa xwe birin û êvarê li cihekî bakurî bajêr rûnitin; dest bi vexwarinê kirin û hin bi hin rewa welat bihevre îrovekirin!!!!???:


Yekî got: Niha hûn yeqîn dikin ku wê Emerîka li Sûrî xînê gelî camêran?.
Ez dibêjim derewa dikê?
Çima?Ha Ha…Hîn berî deh salan di wexta derbasbûna Îraq ê Abû Azad (George Bush) got: Ezê derbasbim Sûrî jî ; û derew kir?...Yahooo ne derew kir? Lê Cihuwan ew sekinandin ji ber kesî ji vana qenctir nedîtin go haristî yê ji wan re bikin ha?...Tu willo dibêjê? Yekî lê vegerand? Erê camêr? Ma na xwe wey?.
Yabo bi telaq tu jê fêm dikê?!. Û me jî niha fêm kir!?

De ka xwedêkî çi exbarê ehzabên (Partî yên) kurmanca li Sûrî hene û çi hazirî (Amadebûn) ê ji vê hicûma Emerîka re dikin? Yekî lingê xwe veziland û pirsî?
Wey te xwelî li serê wan kirî: Ha hew go te zanîba bê çi kirine û çi nekirine?
Yasîdî ji Zorava li am ê heta Dêrikê (Dêrka Hemko) ev kemamê ji bona “Xazatê Sam” li her malekê Kurmanc belakirine û “Xurfak Emelîyata” li her bajarekî çêkirine û qiyadatê ehzaba bi ev û rojê nobet ê dikînin û itîsalata dikin û mûsaedat ji Kurdistanê û kurmancê Ûropa xwestin; mexzen û Embarên xwe dagirtine ji xwarin û vexwarinê û ha ha li xelkê beladikin!? Bi saya xwedê û serê siyasîyên me heta e meha û belkî salekê jî em ne hewceyî titekî ne? ji vî alî de xema ne xwe camêr!? Ma zaro ev çil sal xebata wan qey ne ji rojek wilo re ye?
Û a hîn ji vê xwetir maldarên Kurda jî; zêr û perê xwe tevde li belengazên xwe belakirin û ji neçarî çûn ketin konê penaberan de!? Ma ji wilo bêhtir hûn çi di xwazin…..Tu rast dibêjê yan tu heneka dikê?
Yabû Emîna ji min berdayî bê û fitwa wê li cem mala bavê kal tunebê heger ez derewa dikim;  û heger Tu yeqîn nakê jî; va pitî du sal û nîv di ser sewra (orea) Sûrî re derbasbûne;  evê dî ji nûvre kurmanc ketin ew çîka Sûrî? Navê wê çi ye? ITLAFLA ê?  Yekî jêre serast kir; got ITÎLAF ê? Erê erê ew bê xwedî; tim navê wê ji bîra min diçê. Eger wek tu dibêjê; na xwe îê me qenc e?! Yella bi “SEHTEK” (Nû).

Yek ji hevalên wan bêhnefik lêketibû, û giha cem wan: Merhaba ji were? Yahoo hûn li kû dê bûn, ev se’etek ez li we digerim? Xêre yekî jê pirsî? Dibêjin sibe Emerîka wê li Sûrî xê û dibêjin wek Helebça wê bê serê me? Û emê tevde bimrin;
Yeqîn bikin ez ne li ber mirina xwe dikevim lê; rû reîya me wê ew bê, heger ehlê Amûdê li wê dinyayê ji me bi pirsin? Ka çi exbar ê Kurdan û Kurdistan ê hene? ka em ê çi ji wan re bêjin gelî camêran? Û rûniit. Yekî ji civatê got: Ka qedehekê Eraq bidnê di xuyê hiê vî camêrî ne li serê wî ye belkî bê ser hiê xwe û berdewam kir û got:
Tê gelek slava li wan bikê û tê bêjê:
Al hamdû lillah, kêf kêfa me ye? Hingî Kurdistan çêbûne em nema zanin bê emê herin kîjan ê ji wan; Kurdistana Bakur, a Baûr, a Rojhilat, a Rojava? Li her yekê ji wan ji mere KAMPEK dido çêkirine û ji mere kon vedane? (Wek konê Newrozê), Zarokên me nema di xwînin û  nema bi listikan di lîzin ji xwe re wensa xwe bi mik û tûpikan tînin? Ica sobê mazot ê dane me û kehrebe û av her roj heye; û xwarin û vexwarin tevde belain?
Ma xwedê li Cinetê(Buhitê) karê wilo bidê we!?.....Tê wilo bi ser bilindayî ji wan re bêjê;  eger bi xêr tu sibehê herê cem wan? Camêrê ku ji nû hatibû,  pitî qedeha diduwan ji vexwarina Eraqê: Min qenc fêm kir? Ha wilo “MAGO” Min ji tere negot bê qedeha Eraq ê hiê te nayê sere te!?.

Yahoo niha ka heneka deynin dera ha û ka çi tehlîla we ji derbasbûna Emerîka re heye?
Yekî got: Ez dibêjim Emerîka ne ji bona miletê Sûrî wê vê yekê bikê? Isalmî yê Qaîdê tevde li Sûrî civandine û di 9 ê Eylûlê wê teva bi kujê û heyfa (Tola) 11 ê Eylûlê wexta ku li Emerîka xistin wê ji wan hilînê?.
 Na na… ne wilo ye yekî lê vegerand: Ez dibê hema Emerîka wê lêxê ji bo qewata Sûrî bikînê; Cihuwan razî  bikê û bêvila Îranê bi firkînê!  Hûn çi dibêjin?
Na lo bi eref tev lîske..Emerîka henekê xwe bi me dikê? Ma ev du sal û nîv kevir li ser kevir nema;  ji nûvre kuçikê Obama bi xwe hisîya? Ev çi gotine? Yekî qedeha xwe hilda û got: BISEHITKUM YA EBAB.
ev li wan qar bû her yek ji wan di bê dengî yê de, û di ber vexwarina qedeha xwe re di pûnijî û xilma dibû!?. Gelo wê iyarbibin an na? kesek nizanê ka rewa wan wê bibê çi !? weke em ên iyar em jî nizanin.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark