Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 39 .. Rêvebirî û kesayetiya rêvebir ê kurdistanî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omere

Belê ji bo rêvebir, na ji bo sitemkar:
Miletên ku şahnişîn û împeretorî damezirandin, û welat û nasnameya xwe parastin, ew in ên ku di nav de rêvebirên bê hempa diyar bûn. Di rojhilata kevin de Sercûnê yekem ê akkadî, Hemo Rabî yê babilî, Ehmus ê yekem ê misrî, Sulêman ê îbranî, Aşûr Banîpal ê aşûrî, Niboxez Nesser ê keldanî, xelîfe Omer Bin El-Xettab ê erebî, Tuxrulbeg ê Selcûqî, Cenkîz Xan ê mungolî, Orxan ê osmanî, ji wan rêvebiran bûn.

Di dîroka me de jî hin rêvebiran şahnişînên hêzdar damezirandin, û bi xêra wan, tevî tundiya talankeran jî, miletê me li ser piyan ma. Hinek ji wan ev in: Qeral ê gotî Sarlagab, qeral ê mîtanî Şottarna (Şutterna) yê yekem, qeral ê kaşî Gandaş, qeralê orartî Serdar, qeralê Med Deyako (Dehyako) û neviyê wî Key Xusro, û Selehdîn ê Eyyûbî jî, tevî ku pirojeya wî ya polîtîkî îslamî bû, ne kurdistanî.
Rêvebir ê berê pêşewa yê yekane bû, lê pêşveûna zanînê û şaristaniyê, û belavbûna anda demikratiyê di vê serdema me de tek pêşewayekî sitemkar, ku ji dêvla gel dirame, û biryarên niştimanî bi dest xwe dixîne, napejirîne. Evan raperîn û tevliheviyên ku rojhilata navîn dane ber xwe berhema hukumdariya sitemkaran e. Eger em kar kar kar bikin, da sitemkarekî peyda bikin, hîngê em berevacî rêveûna dîrokê dixebitin, û ji dêvla milatê xwe ji bo rizgarkirina Kurdistanê amade bikin, emê wî bavêjin nav didanên nakokiyên navxweyî.
Bi ser de jî, pisîkologiya iyan a ku di kesayetiya kurdî de ih girtî, û hizra polîtîkî ya kurdî sitemkaran napejirînin. Her weha ji serdema gotî de bigir, di ya horî, men-nayî, orartî re derbas bibe û bigihîn serdema Med, biryar bi piranî her tim di dest mezinên entilcênsiyayê de bû, û şikestina şahnişîna mîtanî li hember hissiyan û aşûrîyan, û şikestina şahnişîna Med li hember Farisan, bi piranî, bi sedema sitemkariya qeral ê sitemkar , û awanbaziya rêvebirê Med Harpak li gel Koreş ê duwem dij qeral Ezdehak (Estiyag) berztirîn nîşana vê yekê bû.
Rêvebirî ya Kurdistanê:
Divê biryarên netewî/niştimanî li Kurdistanê di destên rêvebirî ya niştimanî (Desteya rêvebir a bilind) de bin, ne di destên tek mirovekî de, her iqas ew mirov zîrek be jî, eger em berevacî vê tevbigerin, emê sitemkarekî ê kin, û arenûsa miletê xwe bidin dest wî. Bi gotineke din, wê hîngê em (hişê teva/komel) paşguh dikin, û cemawerê xwe jî wek keriyek pez, ku nikarin biramin, dinerxînin. Ev yeka jî ji xwe berê berevacî realîteyê ye, û ji bo mileta metirsî ye.
Belê…divê pêşî em rêvebiriya kurdistanî damezirînin, ew jî rêvebirekî hilbjêre, da li der û hundir ê welêt bibe nûnerê milet, û cenga berevaniya ji bo hebûnê û welêt û nasnameyê, bi şewra rêvebiriya bilind bi rêve bibe. Pêşiyên me giringiya rêvebir bi pendekê dane xuyakirin, ew pend dibêje: Ê mezinê xwe tune, bila kevirekî ji xwe re bike mezin.
Rastî ew e, ku ji roja şikestina şahnişîna Med li hember Farisan de sala (550 b.z) miletê me, li du asteyan, ketiye ber dava kirîze ya rêvebiriyê:
*Gelek rêvebiran ezezî yên kesayetî, malbatî, êlîtî, rêbazî û êdologî dan pêşî berjewendiye milet.
*Hindikên rêvebiran xwediyên pirojeyên niştimanî bûn, lê xwediyên ezeziyên kesayetî û malbatî û êlîtî û ayînî û rêbazî û êdologî dan ser wan û têk birin.
Gelek sedmên kirîzeya rêvebiriyê li Kurdistanê he ne, lê berztirînên wan ev in:
1.Pisîkologiya iya: Êkologiya iyê rik û xwebawerî û nefreta hukumdariya navendî û xwaziya pêşewiyê di kesayetiya kurdî de pêk aniye, ta radeya meteloka, ku dibêje: „Bila mîr bim, mîrê kevirekî be jî“.
2.anda bazdanê: Serdemên dagirkirinê pîstirîn diyardeyên anda bazdanê di piraniya Kurdan de and; ango fedakariya ji bo dagîrkeran û girtina destlata wan di ser a Kurdekî re.
3.Lawaziya hişyariya netewî: Serdemên dagîrkirjnê hêştin piraniya Kurdan gundî bimînin, û li gel andê û şaristaniyê bê hukarî bin, û hişyariya netewî lawaz kirin, di heman demê de jî mêldariya xweyîtî û êlîtî û olî û gurûpî li ba wan gur kirin.
4.Nakokiya ji bo destlatê: Dagîrkeran Kurdistan guhertine zîndaneke mezin, Kurd tê de ji bo pêşewiyê li ber hev ra dibin, yekîtiya kurdî û şerê zîndakaran paşguh dikin, û her ku rêvebirekî dilsoj ji nav wan diyar bû, ji bo rizgarkirina milet xebitî, kesên anda bazdanê hilgirtine ji bo gêrkirin û têkbirina wî dibin alîkarên zîndankaran.
Rengdêrên rêvebirê kurdistanî:
Rêvebirî behre û zanîn û ezmûn e, û rêvebiriya miletan jî hemî kar erkan dojwartir e, vê lomê divê li ba rêvebirê kurdistanî, kî dibe bila bibe, ev deh rengdêrên jêrîn he bin:
1.Baweriya niştimanî: Rêvebirê dilsoj xwedî baweriya netewî/niştimanî ye, û wê di ser hemî awayên baweriyên din re digire, i baweriya êlîtî be, û i ya olî, ayînî an êdologî be, û berjewendiya milet û welêt dide pêş her tiştî.
2.Pend: Rêvebirê pendiyar  dûrbîn e, karê layiq di dema layiq de, û bi awayê layiq, û bi qasî ku divê, dike, û miletê xwe, ji berî ku bûyer bibin, amade dike. Rêvebirê lezok û kêmtevdîr û xulmaş bela ya serê milet e.
3.Zanîn: Rêvebirê nezan xişm û pêtar e (keraset), berê rêvebirên nezan zana wek alîgiran didan kêlekên xwe, bi wan dişêwirîn, lê di vê serdema me de, divê rêvebir xwedî and be, û şêwirmendên wî ji bo hemî warên, ku rêvebiriya milet bi hewceyê ye, he bin.
4.Dad: Hukumdarê bajarekî dirav ji qeralê welêt xwast, da li derdora bajêr hewşekê lêke, ku ji dizan biparêz. Qerêl gotê: Here bajêr bi dadê biparêz. Dadweriya rêvebir milet ji nakokiyan diparêze, û li hember dijminan hêzdar dike.
5.Realîte: Rêvebirê ku haya wî ji realîteyê nîne, û di dirûngan de dijî, û guh nade nîrên navxweyî û herêmî û navdewletî, û gelê xwe têvedide nav cengên zîyane, miletê xwe ber bi bobelatan de dibe.
6.Piragmatîkî: Nîşankirina pêdiviyên pêşî, hêsankirina xebitandinê, pêşveûn û paşvegera li gor hewceyê, jihev veqetandina ziyandar  û sûdaran, û naskirina tiştên sûdartir û yên kêmziyantir. Ev  hemî ji bo rêvebir giringtirîn rengdêr in.
7.Wêrekî: Rêvebirê wêrek li hember kirîzeyan jêhatî ye, xwe ji dijminan re danîne û berjewendiyên milet erzan nake. Eger rêvebir ne fedakar be, dê ne wêrek be jî.
8.Hêz: Rêvebirê derûnhêz û tevdîr durist ji bo areserkirina her tiştekî tevdîrên durist distîne, û avan li hember her kesê bi arenûsa milet dilîza danamrîne. Eger rêvebir berî pêşî li xwe ne destlatdar be, dê ne durist be jî.
9.Derûnpaqijî û avtêrî: Gewretir rêvebir ew e, yê ku bi jiyana normal qayîl bibe, avên wî li komservekirina sermiyanan bin. Metelokek dibêje: „Xelk li ser ola (awanî) qeralên xwe ne“. Eger kêfxwaşî û sermiyan xem û qisawetên rêvbir bin, kesên derdorê  dê bidin pey awê wî, û milet  dê bide ser wê riyê. Ev awaya sedemek ji sedemên gêrbûna şahnişîna Med bû di sedsala (5 b. z) û gêrbûna dewleta Dostikî bû di sedsala (11 z).
10.Nêzîkiya ji cemawer: Rêvebirê ku ji cemawerê gel dûr e, û nakeve  nav şahî û şînên wan, û ne xemxwerê birî û tazî û yêtîm û jinbî û zorbarên gel e, ne hêjayî rêvebiriyê ye.
Va ye gîhame dawiya vê nivîsê, û qîrîna helbestvanê me yê mezin Ehmedê Xanî di guhên min de dubare dike gumgum:
Ger dê hebûwa me padîşahek.
Laiq bidiya xwedê kulahek.
Te-yîn bibûwa ji bo wî textek
Zahirvedibû ji bo me bextek.
Hasil bibwa ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek.
Xemxarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji dest leîman.
Xalib nedibû li ser me ev Rom
Nedibû xerabeyê di dest bom([1]).
Gelo, îro em iqas hewcedarên guhertina qîrîna vê Kurdê resen bi rastiyê ne!
          Û i dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.

[1] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn. Vekolîn û şirovekirina Mihemed Emîn Osman, apa yekem, apxana El-Cahêz, Bexda 1990, rû 49, 50. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark