Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Piþtî Kobanê û Hesekê, Çi Pêwîst e?

 


Salar Salih 

Rojavayê Kurdistanê di qonaxek dîrokî hestiyar de derbas dibe, miletê Kurd rastî hêrîþeke tund û dijwar tê, cenga hebûnê û tunebûnê ye, bûyerên vê dawiyê ku li Kobanê û li Hesekê rûdan, ew nîþaneke ku rêxistina Da`iþê hatiye avakirin ji bal dezgehên ewlekarî yên hin dewletên herêmî û navnetewî bi mebesta ku projiyê kurdî yê netewî li Baþûr û Rojavayê Kurdistanê têkbibin, ger ev proje bi destê Da`iþê neyêt rûxandin, tê pêþbînîkirin ku hin dewletên herêmî bi rengekî yekser derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin da ku nehêlin Kurd azadiya xwe bidestxin di herêmeke serbixwe de, wek dewleta Turkiyê ku serokê wê Erdogan gefa destêwerdana serbazî di Rojavayê Kurdistanê de li hêzên kurdî kir .


Da`iþ çi ye? Da`iþ rêxistineke li ser du ramanên serekî avabûye:
1- Ramana ( El-cîhadiye Elselefiye ) ango Islama tundrew ya ku li ser serjêkirinê û xezû û sebî tê avakirin, ku dixwaze misilmanan vegerîne sinc û rewiþtên ku beriya nuha bi 1400 salî pê dikirin. 
2- Ramana nijadperestî û þovînizma Erebî, ku li ser wê kîna li dijî kurdan ya ku Rêjîma Ba`as li Sûriya û Iraqê li dijî kurdan dimeþandin avabûye, û ew çanda Erûbî þovînî ya ku di mejiyê welatiyên ereb regez de hatiye çandin.
Bi vî þêweyî rêxistina Da`iþ hatiye avakirin ji Islamek tundrew û nijadperestiyek ereb bêsînor û li dijî projeyê kurdî bikar tê, Da`iþ bi destê dezgehên ewlekarî yên dewletên herêmê hatiye avakirin û xurtkirin, lê bingeha wê di nav civaka erebên sunne mezheb de hebû, van dezgehan ew bingeh û ew raman li dijî kurdan bi firehî çewisandin . 
Çawa Kurd wê xwe biparêzin li dijî hêrîþên Da`iþê ?
Da`iþ tu carî ranaweste , wê hêrîþên xwe berdewam bike li ser hemû deverên Rojavayê Kurdistanê, divê kurd dijminê xwe baþ nasbikin, niha dijminê me yê sereke Da`iþ e, divê kes bi me nelîze wek gokê, divê ku em jî bibin lîstikvanekî serekî di Sûrya ya paþerojê de, lewra rûbirûbûna Da`iþê divê li ser gellek astan bê kirin:
Warê berevaniyê, divê ku hêzek hevbeþ çê bibe, ji YPG û pêþmergên rojava ,û leþkeriya neçar bête çespandin wek hemû artêþên cîhanê, jiber ku qonax pir dijwar û hestiyar e, û em bi pêwîstî berevaniyê ne.
Di warê ewlehî de, her welatiyek berpirs e di ber ewlehiya Rojavayê Kurdistanê de bigiþtî, ne tenê asayiþ û polîs.
Xurtkirina hevpeymana civakî di nav pêkhatiyên deverê yên resen de, pêwîst e û erk e, û hem jî bereya hundurî xurt dike.
Divê ku hemû aliyên siyasî di Rojavayê Kurdistanê de, beþdarbin di rêveberiya herêmê de , çi TEV-DEM û çi ENKS, û çi partiyên dîtir heger çiqasî jî biçûkbin, qonax pir hestiyar e, û em bi pêwîstî rêkeftinekê ne di navbera hêzên siyasî kurdî de, dibe ku herdû alî vegerin rêkeftina Duhokê û wê aktîv bikin bi þêweyekî rêkeftinî , jiber ku dem ne guncaw e bo pêkanîna hilbijartinan.
Di warê siyasî de, divê ku Kurd hiþyar bin ji lîstikên Opozisyonê û Rêjîmê, devera kurdî jiber ciyopolîtîkya xwe ya giring û jiber abûriya xwe ya zengîn bi petrolê û genim, lewra herdû lay jî dixwazin ku kurd tune bin û ger hebin jî divê ku destek bin ji wan re, herweha herdû lay jî hewldidin ku bingehên xwe li herêma kurdî tebût bikin, ev xal giring e ji kurdan re jibo ku siyseta xwe ji dema bê re deynin, divê ku berjewendiya miletê Kurd di ser hemû tiþtî re be, wek hemû welatên vê cîhanê ku berjewndiyên welatiyên xwe ji xwe re dikin armanc, û ev ya durist e di siyaseta navnetewî de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark