Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Mehmet Emin Bozarslan

 

Fehim Işık
 
 Kurdekî Welatparêz, Nivîskarekî Kedkar, Zimanzan û Lêkolînvanekî Hêja:
Mehmet Emin Bozarslan
 
Di tarîxa jîndariyê ya mirovayetiyê de tiştê herî girîng ked e. Mirovayetî, bi tesîra kedê gêhîştiye konaxa îroyîn. Di vê yekê de bi raya min tiştê balkeş ev e: Keda mirovayetî keda yeko yeko kedkara ye. Ev kedên yeko yek bi ser hev kombûne û îro jî bûne keda tevayî mirovayetî.



Şahiya ji alî Latîf Epozdemîrê ve dihate pêşkeşkirin, saet 8ê êvarê de, bi deqiqeyekî rawestandina bîranînê destpêkir. Piştî rawestandina bîranînê serokê Weqfê Mehmet Celal Baykara dest bi axaftina kir. Baykara di axaftina xwe de bi piranî li ser çalakiyên Weqfê rawestiya û hin projeyên Weqfê ji beşdarvanan re qalkir.

Piştî axaftina Baykara, temaşekirina sinevîzyonê destpêkir. Sînevîzyon ji 3 beşan pêkhatibû. Beşa ewil, karesatên meha adarê, bi taybetî jî tevkujiya Halepçe hate nişandan. Temaşevan, beşa duyemîn de Cejna Newroz, beşa sêyemîn de jî dîroka KÜRT-KAVê di sînevîzyonê de temaşe kirin. Piştî sînevîzyonê hunermend Hemê Hecî derket sahneyê.

Stranên Hemê Hecî yên gelerî beşdarvanan ji ciyê xwe leqand. Demek şunde jî beşdarvan, bi stranên folklorî dest bi dîlanê kirin. Piştî bernama Hemê Hecî, Helbestvan Remzî Çakin çend helbestan xwend.

Aliyekî din ya şevê jî ew bû ku, gelek hunermendên hêja bi mêvandarî beşdarî şevê bibûn. Ji vana yek hunermenda Koma Azad a beriya 12 Îlonê, hêja Roja bû. Her weha hunermend Nûzan ku demekî dirêj e li devreyî welat dijiya û dostê hêja ya Weqfê, hunermend Nîlûfer Akbal jî di şevê de amade bûn. Mêvanên şahiyê jî bi hûnerên xwe ve beşdarî şevê bûn. Roja, bi strana xwe ya navdar, bi Hesenîko ve beşdarvanan bir beriya 30 salan. Piştî Roja, hunermend Nûzan derket ser dîkê. Nuzan jî stranên xwe ji beşdarvanan re anî ziman û her weha coşekî din jî anî şahiyê.

Piştî Nûzan, Dr. Abdullah Kiran ji beşdarvanan re helbestekî bi Kurdî xwend. Mêvanên şevê, şaîrê navdar Newzat Çelîk jî bi helbestekî xwe ve beşdarê şevê bû. Piştî helbestan, bername dîsa bi hunermendan ve domkir. Hunermanda navdar Aynur Doxan jî di şevê de amade bû. Ew jî piştî Nûzan derket ser dîkê û dest bi bernama xwe kir. Aynur, di navberê de bang li Nîlûfer Akbal kir û herdû hunermendên hêja bernameya şevê bi hev re domandin. Ji alîkî ve Aynûr, ji aliyê din ve jî Nîlûfer, stranan gotin. Di vê beşê de hema bêje yek kesekî/ê ku li ciyê xwe bû tûnebû. Beşdarvan tev bi hev re li dîlana Newrozê de bûn. Def û zirneya gelerî jî hat ser dîkê û hunermendên şevê tev bi hev re dawî li şevê anîn.

 
 
 
Mixabin, pirî caran keda van ‘yekan’ nayêne dîtin an ji nehatine dîtin. Çi bi zaneyî çi bi nezanî, gelek kedkar hatîne windakirin an jî winda bûne. Van kedkarên hêja, bê ku li pêy xwe şopa xwe bihêlin, ji nav me çûnin.

 
Bingeha Nivîskariya Bozarslan 
Lê hinan jî, li hember hemû astengiyan berxwe dane û xwe dane qebulkirin. Hinekan her ku xwestîne wan windabikin, ew bê şop bihêlin; lê evana bi keda xwe dane diyarkirin ku, ‘em li vê derê nin’. Mehmet Emîn Bozarslan jî, yek ji vana ye. Ew, nivîskarekî kedkar, zimanzan û lêkolînvanekî hêja û her weha Kurdekî welatparêz û bê hempa ye.

 
Bozarslan, di sala 1935a de, li qeza Diyarbekirê (Amed) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kiriye, dest bi meletiyê kiriye. Dura li wê heremê ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtî kiriye. Ew, ji alî gelekan ve bi navê ‘Muftî’ dihat naskirin. Lê qasî ku min bîhistiye, leqabekî wî yê din jî, ‘Muftiyê Qomunîst’ bûye.

 
Çawa ku ‘telebe’ bi mana ‘şoreşger’ dihête karanîn, ‘qomunîst’ jî di nav Kurda de pirî caran ji dêvla welatparêzî, mafperestî ango ji bo kesên ku mafê Kurda û belengazan parastiye, hatiye karanîn. Bi gotinekî din, di raya giştî a Kurda de tu çiqas ji dewletê dûr bî, ewqas qomunîst î. Meleyên Kurda yên berê jî, hema bêje piraniya wan bi vî navî hatîne naskirin.

 
Tiştên balkeş ya nivîskar û lêkolînvanên Kurda, di Mehmet Emîn Bozarslan de jî tê dîtin. Ew jî bingeha welatparêziya xwe û her weha bingeha nivîskariya xwe, ji rewşa axa xwe ya bindest digre. Gelek deweran digere, rewşa gelê xwe yê xizan û bindestan dibîne û sedema vê yekê pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê ‘Şeyhlîk ve Ağalik’ (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964a de şirove dike, raya xwe radixe ber gel. Pirtûka duyemîn a Bozarslan jî, li ser pirsa Kurdî ye. Di sala 1966a de, pirtûka Bozarslan bi navê ‘Doğu’nun Sorunlari’ (Pirsên Rojhilat) dikeve destê xwendevanan. Bozarslan, girîngiya ziman û hînkariya bi zimanê zikmakî jî, her weha di vê pirtûka xwe de cara yekemîn eşkere dike. Her du pirtûkên ewil ya Bozarslan, bi Tirkî nin û her weha li ser pirsên gel û heremê nin.

 
Ewil Elifbaya Kurdî 
Ewil pirtûka Bozarslan ya bi Kurdî, ‘Alfabe’ ye. ‘Alfabe’, di sala 1968an de li Stenbolê hat çapkirin. Ev pirtûka, her weha ewil elîfbaya Kurdî ye ku, bi tîpên Latînî li Komara Tirkiye hatiye çapkirin. Ji bilî ‘Alfabe’yê, Bozarslan, ‘Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî wergêrandibû Tirkî û ev pirtûka jî di sala 1968a de tevlî Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê di nav Weşanên Hasat de hatibû çapkirin. Her du xebatên Bozarslan, ji alî dozkerên Amed û Stenbolê ve, di cî de hatin berhevkirin. Bozarslan jî hate zîndankirin. Ew, bi “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiye û sazkirina dewleteka Kurd a xweser” dihat sucdarkirin. Dozkerê Amedê, ‘Alfabe’ û ‘Mem û Zîn’a ku Bozarslan wergêrandibû Tirkî, wek “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiye” dişiband.

 
Doza ‘Alfabe’yê heta sala 1974a domkir. Di sala 1974a de, ji ber lêborîna giştî (genel af) doza Bozarslan ket, lê ‘Alfabe’ wekî hacetekî sucê hat dîtin û qedexekirina li ser wî dom kir. Ango, ‘lêborîn’ ji şexsa re bû; ji pirtûkan re ‘lêborîn’ tûne bû. Bi vî biryara dadigeha Komara Tirkiye, li tevayî dinyayê ewil car bû ku elîfbayekî dihat qedexekirin.

 
Çapa ‘Alfabe’yê ya li Swêd jî, li Tirkiyê bû egerekî nijadperestiyê: Piştî sala 1979a ku Bozarslan derket dervayî welat, li Swêdê cîhwar bû û xebatên xwe li vî welatî domand. Çapa duyemîn ya ‘Alfabe’yê jî di sala 1980a de, li Swêd çêbû. Rojnama ‘Milliyet’ ev yeka wekî nûçeyekî sansasyonel di rûpela ewilîn de çapkir. Yê nizanibû, wê bigota qey “li Swêdê şer derketiye”.

 
Çend Kurtegotin Li Ser Siyasetmedariya Bozarslan 
Piştî ewqas eziyet û îşkence û zîndaniyê, Bozarslan neçar ma di sala 1979a de derket dervayî welat. Nefîkirin çiqas zor be jî, lê meriv dikare bêje ku, baş bû Bozarslan derket dervayî welat. Bê guman ew li Tirkiyê bimana, nedikarîbû ku ewqas berhemên hêja biafrîne; ewqas xizmeta zimanê Kurdî bike. Bozarslan, eger li Tirkiyê bijiya, ew hem berhemên xwe nedikarîbû ewqas bi azadî biafrîne, hem jî wê ji ber keda xwe ya hêja gelek salên xwe li zîndanê derbas bikira.

 
Bozarslan, di nav xebata DDKOyê (Devrimci Doğu Kültür Ocakları) de jî cîhê xwe girtiye. Tê zanîn ku DDKO, ewil komela legal e ku piştî têkçûna Serhildana Seyît Riza li Komara Tirkiye di sala 1969a de hatiye damezrandin. Ji kesên ku bîranînên xwe ya li derhaq DDKOyê de nivîsandine em zanin ku, di nav komelê de du şax bi eşkereyî xuya dikin. Yek ji van şaxana, nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (TKDP) ye; ya din jî şexsiyetên çep in û pêywendiya wan bêtir bi FKF (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TİP (Türkiye İşçi Partisi) re henin. Bozarslan di nav van şaxana de bi taybetî li cîhekî nîne. Lê tesîra Bozarslan, di nav komelê de bêtir li ser ew xortên welatparêz ku xwe nêzîkî TKDP dihesîbînîn de, heye.

 
Piştî ku leşkerên Komarê di sala 1971a de dest danîn ser hukim, wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirk, Bozarslan jî hem ji ber pirtûkên xwe hem jî ji ber endametiya DDKOyê kete zîndana Diyarbekirê û di doza DDKOyê de jî hat dadgehkirin. Xebatên Bozarslan, ji ber sazumana leşkerî heta sala 1974a sekinî an jî bi nêhînî dom kir. Di van salan de çi pirtûkên wî nehatin çapkirin. Bi lêborîna giştî re gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji zîndanan derketin û dest  pê kirin rêxistinên xwe damezrandin. Bozarslan jî, carekî din bi eşkereyî dest bi wergêrandin û nivîsîna pirtûkan kir. Ew, durî rêxistinên Kurda nema, lê di nav tu rêxistinên ku wê demê hatibûn damezrandin, cîh negirt.

 
Ev yekê han bi raya min di vî warî de balkêş e: Bozarslan, bê guman tena serê xwe wekî rêxistinekî bû. Lê ji ber ku ne endamê rêxistinekî bû, tu rêxistin jî bi xûrtî alîkariya wî nedikir. Her weha di nivîsandin û çapkirin, bi taybetî jî firotina pirtûkên Bozarslan de ji bilî astengiya dewletê, astengiya hin ‘siyasetmedaran’ jî hebûn.

 
Bawer nakim ku li derhaq vê yekê de, tu kesek heta niha ji Bozarslan gazinekî bîhîstibe. Ew ji çi kesî gazina nekir, lê karê xwe jî bê westan domand. İro meriv bi dilekî rehet dikare bêje ku, pirtukên ku Bozarslan nivîsandiye an jî wergêrandiye, ji weşanxanê heta ji pirtûkxaneyê hinek rêxistinan dewlemendtir e.

 
Xebata Etîmolojiya Ziman 
Bozarslan, piştî xebata evqas salan hê jî bê westan karê xwe didomîne û niha jî dest bi xebatekî din ya giranbiha kiriye. Ev xebata wî lı ser rastnivîsandina (imla) peyvên Kurdî û her weha etîmolojiya ziman e. Ev xebata giranbiha berî çend salan li rojnama hefteyî, li Ronahî beş bi beş dest bi weşanê kir û niha jî li rojnama panzdeh roji, li Dema Nû de didome. Qasî ku ez zanim, li ser vê yekê heta niha li nav Kurdên Tirkiyê tu xebatekî bi vî rengî nehatiye çêkirin.

 
Pirtûkên ku Mehmet Emîn Bozarslan nivîsandiye an jî wergêrandiye ev in:
 
Şeyhlik ve Ağalık (çapa 1, 1964 Stenbol); Doğu’nun Sorunları (çapa 1, 1966 Stenbol); Alfabe (çapa 1, 1968 Stenbol, çapa 2, 3 û 4 Swêd); Anarşistler (çapa 1, 1977 Stenbol); Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergêra Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1971 Stenbol; çapa 2, Weşanên Deng, 1998 Stenbol); Meyro (çîrok, çapa 1, 2 û 3, Swêd; çapa 4, Weşanên Deng, Stenbol); Mîr Zoro, (meselokên lawiran, çapa 1, 1981 Swêd;  çapa 2, weşanên Deng, Stenbol); Gurê Bilûrvan (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd); Kêz Xatûn (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd); İçerdekiler ve Dışardakiler (çapa 1, 1974 Stenbol; çapa 2, 1983 Swêd); Serketina Mişkan (meselokên lawiran, çapa 1, 1984 Swêd); Pepûk (meselokên lawiran, çapa 1, 1985 Swêd); Melayê Meşhûr (pêkenokên Kurdî, çapa 1, 1986 Swêd); Şerefa Ristem Keya (kurteçîrok, çapa 1, 1992 Swêd); Kemal Paşa Weledê Kê Ye? (meselokên siyasî, çapa 1, 1993 Swêd); Gulî Xatûn (çîrokên gelî, çapa 1, 1997 Swêd); Kurê Mîrê Masiyan (çîrokên gelî, çapa 1, 1998 Swêd); Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî: Kovara Kurdî-Tîrkî (wergêr jî tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan. çapa 1, 1998 Swêd); Jîn-Cilda Yekemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd); Jîn-Cilda Duyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd); Jîn-Cilda Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1986 Swêd); Jîn-Cilda Çaremîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1987 Swêd); Jîn-Cilda Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1988 Swêd); Masiyên Bejî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1987 Swêd); Ji Dînan Dîntir (pêkenokên gelî, çapa 1, 1988 Swêd); Ilmê Tûrik (pêkenokên gelî, çapa 1, 1989 Swêd); Bûka Gulsûn (pêkenokên gelî, çapa 1, 1990 Swêd); Mela Kulî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1991 Swêd); Kurdîstan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 1 (wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd); Kurdîstan: Rojnama Kurdî ya Pêsîn-Cild 2 (wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);  Mem û Zîn / Ehmedê Xanî (wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1968 Stenbol; çapa 2, 1995 Swêd; çapa 3, Weşanxana Deng, 1997 Stenbol); Kürtçe-Türkçe Sözlük / Yusuf Ziyaeddîn Paşa (Bi berhevkirin û wergêrandina Tirkî ya M. Emîn Bozarslan, çapa l, Weşanên Çira, 1978 Stenbol); Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Şemseddîn Samî (Wergêr ji zimanê Osmanî bo Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, Weşanxana Deng, 2001 Stenbol); Mervani Kürtleri Tarihi / Ibn-ül Ezrak (wergêr M. Emîn Bozarslan,  çapa 1, 1975 Stenbol; çapa 2 Weşanên Komkar, 1987 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1991 Stenbol); Mahabad Kürd *****huriyeti / William Aegleton (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1976 Stenbol; çapa 2, Weşanên Komkar, 1988 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1992 Stenbol).

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark