Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dexsîna dilê min

 


Cankurd

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e
Welatê wan li piþta wan e
                     ...û jiyana wan geryan e
Derbas dibin tixûbên dûr
                  ...û sînor di zimanê wan de nehane


Dexsîna dilê min ji van zarokan e
Evên ku bi roj dilîzin,
Dibezin…
Dimîzin…
...û di xewnê de lîstikan dibînin
...û hêviyên mezin ji xwe re diçînin
                             ...û nizanin ku ba tijî jehr e
Av tijî jehr e
...û pîvaza ku em ji enkûrê hildikin
                        ...û her tiþtekê ku em dixun..
Dexsîna dilê min ji masiyên deryan e
...û ji van tirênan e
Evên ku di þeva reþ de
Dibezin di rê de
Derbas dibin tixûbên welatê min
...û hîn wê de…hîn wê de…
Ez bi tenê xwe rûdinim
Di bêdengiya þevê de,
Weke melayê di nimêja sibê de
                    ...û dostan di bîra xwe de
Yek bi yek dijmêrim
Li deriyê malê dinêrim,
...û guh didêrim,
         ku yek ji wan bê
                di vê tenahiyê de…
Xerîbiyê!
Te hestiyê min hêra
Ezê giliyêd xwe bikim
Lê ji kê ra… ji kê ra!
Dexsîna dilê min ji van hunermendan e
Kela dilê xwe dirêjin
...û hesretên xwe dibêjin
   ...û jiyana wan eþq û stran e
Xerîbiyê!
Te ez girtim bi dava
Weke mirovê kûr ji herdu çava
Te lingêd min xistin kemenda
...û bi ser de te anî lehiya van derda…
Xerîbiyê!
Ez ê xwe azakim ji van koletiya
...û ji van nemerda…
Ez ê xaniyekî xwe li gundê xwe avakim
..û bîranînêd xwe ji razanê rakim
Ez ê divîtê xwe bavêjim
..û van dilopên xwîna dilî narêjim
                       Narêjim…

                                   1986
Ji destana „Dilopeke xwîna dila

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark