Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: ENKSê.. Rexne û lixweveger!?

 


Rojnama Newroz *

Li ber bilindbûna dengê tevgerana gelê Sûryê, Encûmena Niþtimanî ya Kurd li Sûryê li dawiya sala 2011ê hate damezrandin. Girêdana kongireke netewî kurdî û avakirina lêvegereke siyasî ji kurdên Sûryê re, daxwaza gelê me ya kevin, rewa û pir pêwîst bû. Em zêde nebêjin, lê ew ji salên nodî de ji sedsala borî, ji Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd re armanceke sereke bû. Loma jî rola PYDKs, ji gava destpêkê de di avakirina ENKSê de çalak û balkêþ bû.
Dema ku ENKSê hate avakirin, û hemî partiyên tevgera kurd û pêkhatiyên civakê lê beþdar bûn, hêviyên mezin li ba gelê me çê bûn, xelkê me li dora wê civiya û mîna nûnerê xwe yê siyasî pejirand.

Di navbera 43 mihan de ji temenê ENKSê, pir av herikî, bi sed hezaran mirov li Sûryê hatin kuþtin, birîndarkirin û winda jî bûn. Bi hezaran sivîl, xort û keçên Kurd ên þoreþvan pakrewanî bûn. Bi milyonan xelkê sûrî û bi sed hezaran kurd jî warên bav û kalên xwe berdan, miþext û penaber bûn. Wêrankirina þêngeh û civaka sûrî û kurdî jî ji encamên wê bobelata giran in.
Roja îro mirovê Kurd dipirse: Di nava van xiþm û bêtarên mezin de, ENKSa me çi kir, bi çi karî rabû û di navbera 43 mehan de bi çi mijûl dibû?
ENKSê di nava dora sê salan de civînên xwe bi tevahiya endamên xwe li dar nexist. Du herêmên kurdî(Kobanê û Efrîn) ji civîn û standina biryaran bêpar man. Nêzîkî sê salan derbas bûn û kongirên wê yên salane li dar ne ketin. Destê hinek serkirde û partiyên wê di perçekirina çend partiyên ku endamên wê ne aþkere hebûn. Heft partî ji nav xwe derxistin û ``kûpîne lîstok``ji partîne nû danîne þûna wan. Ji qelsî û liva xwe ya giran xelas nebûye. Ji destpêkê de û hîn jî wilo ye, partiyeke tenê dixwaze bibe rêber, xudî biryar û ENKSê ji xwe re bike sîper û berjewendiyên partîtiya xwe pê pêk bîne. Herdem bi nakokiyên navxwe mijûl e û ji xebat û pirsên giring re ne vala ye. Bêhna gendeliya diravî û îdarî ji nav hildikele. Bi dehan endamên wê yên serbixwe dev jê berdane. Nikare li biryarên xwe xudî derkeve û bi tu Karên berçav ranebûye. Partiya ``sereke`` hewil dide daxwazên xwe bibe serî, û nêrînên bilî xwe qebûl nake. Ji bilî van xalan hîn gelek pirs û pirsgirêkên giring hene, lê li vir nepêwîst e ku em hemiyan bijmêrin…
Roja îro, hemî xelkê me li ser van xalan daxive. Rastiya rewþa ENKSê ev e û derdên wê jî ew in. Ango em van tiþtan ji ba xwe dernaxin û zêde nakin.
* Rojnama Newroz – hejmar /110/ -   Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark