Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Firînaz ji banga Qazî ye

 


Nizar Yosif

Serhildanên Rojhilatê kurdistanê nûşek taybet hene,ji ber ku rojbûna yekemîn partiyên kurdî(PDK) û yekemîn Komar li Mahabadê damerizîne,yekemîn Serok (Qazî Mihemed)bi fort û serbilindayî li pêşber gelê kurdistanê axifiye û soz daye û di ber wê soz û armancê de bi darve bîye.
Xwepêşandan ji pîroziyên van nirxan têne der, ew wateyên van xalanin.
Îroj li cîhanê her kurdek helwesta xwe ya aza dide nîşan,di meşan de zora bindestiyê pirotest dikin,li dij paşverotiya melayan û ne mirovaya wan û nepejirandina dagîrkirina kurdistanê tînin zimên.  

Firînaz Xusrewî banga darvekirinê ye,hêrsa kelandina janên gele,hawara netewê ye ji nîrê sitemkariyê, berdewamiya jenandina giyanê Qazî Mihemed û hevalên wîne.
Serhildanên gel li rojholatê kurdistanê,hêrsên xwepêşandanan,bersiva sêpiyên darvekirinên meydana çarçirane û werîsê rojane li gerdenên ciwanên kurd têne badan û dev bi ken ji bû dozê diçin sucdeya şehîdbûnê.
Ew teqîna volkana kelandina birhên xwînê ye, ji gewdeyên aramkêşan tête der,ev hewldan ya dîtina mifteyê ye, ji bû vekirina xelekên deriyê Komara Mehabadê.Bi vê helwestê, hêrsa mêrxasan,xwedanên bi axê ve girêdayî, dilên serokên xwe yên nemir Qazî Mihemed û Qasimlo û Şerefkendî,xwîna kurdayetî berdidinê û dijenînin.
Di hundirê her kurdekî netew xwaz de giyanê wan lêdidin,ji wan re di bêjin warê we ne xewle ye,ne xewlegehe.Ew xewna nîvişkan bûyî ji bîr nabe,em di xewnên xwe yên hişyar de, bi şabîn pê diramin û pê di pûnijin.
Firînaz Xusrewî bersiva hilgivaştin û zorlêdana li ser jinê û netewê ye, misogiriya parastina naûsê ye,wane ye ji hovîtî û gemara ruhdirêjan re,ne pejirandina pistûriyê ye.
Firînaz şîret û xîreta kurdîtiyê ye,rêdana hevgirtin û piştgirtinê ye, komkirin û gihandina dengên kurdistanxwazane,nîşan û sazimana mirovatiyê ye.
Wateya Firînaz ê dadeweriye,erkê kurdayetiyê ye,guhertin û rizgariye.
Em jî kurdistanîne gotina Qazî Mihemed dubare dikin: Kurdistan yeke nabe çar,,,,,:

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark