Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji 3ê Gulana 1943an ta 3ê Gulana 2015an Mîr Celadet Bedirxan û Serok Mesûd Barzanî

 


Konê Reþ 

    Di rojek mîna vê rojê de (03.05.2015), ev roja ku serok Mesûd Barzanî têde gîhaye Waþingtonê, di çûna xwe a çaran de ji bo çareserkirina kêþeya gelê xwe, di eynî vê rojê de, ji berî 72 salan, di cenga cîhanî a yekemîn de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan rojnameyek bi navê Roja Nû/1943, li Beyrûtê weþamdiye. Hingî, wî ji birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan xwestiye ku gotarekî ji bo destpêka rojnameyê binivîsîne. Hingê, birayê wî Mîr Celadet gotarek bi navê (Merhele), gotarek nivîsandiye û têde wiha gotiye:


(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiþtê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire...). 
Rojnameya Roja Nû, hejmara 01, roja 3ê gulana 1943an.
  Erê, Mîr Celadet Bedirxan yê ku di wî heyamî de, xwe berpirsê gelê kurd didît.. Wî bi mebest gotarê xwe bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Ew xweþ serwextî rewþa kurdan bû û qenc diaznî ku pêwistiya kurdan bi merhelayan heye. Nexasin di wê germahiya cenga cîhanî a yekemîn de.. Ewa ku dinya di salên wê de serûbinî hev dibû.. Belê, wek berpirsyarekî kurd, wî kêþeya gelê xwe wek barekî giran li ser milên xwe didît..û bi hêvî bû ku di dawiya cengê de, dewletên mezin alîkariya kurdan bikin nexasim: Ingilîz, Frans, Amerîka û Rûsya û li mafê gelê Kurd jî xwedî derkevin.. Mafê gelê Kurd jî, wek mafê tevayî netewên Rojhilata Navîn, were nîþankirin û dayîn û di encam de kurd karibin ji xwe re dewletekê ava bikin.. Vêca li merheleyan digeriya, ku di rêka wan merheleyan re, gelê xwe bigihîne peravê azadî û serbestiyê.. Lê wek ku hûn tev dizanin çi çêbû û çi çênebû..
  Belê roja îro, piþtî 72 salan, di eynî roja ku gotarê Mîr Celadet Bedirxan têde hatiye belavkirin bi navê (Merhele), anku 3ê gulanê, serok Mesûd Barzanî têde gîhaye Waþingtonê ji bo eynî kêþeyê, eynî dozê, doza parastina gelê kurd û danîna bingehê dewleta kurdî.. 
   Wek ku ji we tevan ve diyare, em di merheleyeke nû û dîrokî re derbas dibin. Rojhilata navîn li hev dikeve û dikele û kurd derbasî merheleyeke nûtir dibin.. Kurd, li seranserî 1500km bi alikariya hevbendiya navnetewî þerê hêzên tarî û misilmanên tund û xwedênenas dikin.. û va serok Mesûd Barzanî ji sê rojan ve li Amerîka ye.. Pêþwaziya wî wek a serokê Kurdistanê tê kirin, xalîçeya sor ji bo wî radixînin û ala rengîn, hemberî ala Amerîkayê li Waþingtina paytext bilind dikin.. Ew merheleya ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 72 salan ve dixwest, lê digeriya û bi dest nediket, û nikarîbû dewletên mezin bike hevalê kurdan, va roja îro serok Mesûd Barzanî, di vê merhelaya nû de, dost û hevalan ji kurdan re çêdike, wê valabûnê dadigire û bi serketin têre derbas dibe.. Kurdino werin! Em vê merheleyê ji dest xwe bernedin, vê çûna serok Mesûd Barzanî pîroz bikin û em tev di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû, Kurdistana xwe ava bikin û bela serkêþên serhildanên me û þehîdên me, di gorên xwe de rehet razên. Bijî Kurd û Kurdistan.  
  Konê Reþ, Qamiþlo, 05.05.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark