Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mīr Dr. Kamīran Bedirxan ū Pīroznameya Cegerxwīn di 63 Saliya Wežana

 


Konê Rež
 
Bi helkeftina ku di roja (3)ê gulana 2015an de, 63 salan de di ser wežan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xwež e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
 Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. Ev rojname berî 63 salan, di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye wežandin, 73 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (73), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.

Di hejmara pêžî, rûpelê pêžî, gotina pêžî de, gotarek bi navê (Merhele) bi pênûsa Mîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan, hatiye nivîsandin û têde wiha gotîye:
(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê Ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tižtê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire). Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê xwe de dida û digot :
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê dibê Hesêbin
Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50- 60 salî, gava temaža dinyayê dikir û didît ko her tižtên dinyayê guhêrîne, û ji xwendinê re awayîne nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê Kurdan naçe serî, dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê Xanî digot (Bixwînin), Koyî li gora wextê Xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: (Bi awayê nû bixwînin). Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan, menfîetên xwe ên žexsî, di ser menfîeta millet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine..)
Belê ev gotina Mîr Celadet Bedirxan e, wî bi mebesta derçûna rojnameya (Roja Nû), bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Roja îro em gež û çakbînin ku va merheleyeke dîrokî û nû li ber me Kurdan vedibe.. Va berê serok Masûd Barzanî li Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne... Ez jî bi hêvî me ku, em yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor merheleyê Kurdistana xwe ava bikin..
Em ê vegerin ser rojnameya (Roja Nû), eva ku me got; rojnameyeke hefteyî bû, belê cihê daxê ye ku ev rojname ji ber rewža aborî û ciyopolotîkî, hejmarên wê, li ser hev nehatine çapkirin.
Ev rojname ji hejmara (1-12) her heftî bi dûv hev de roja dužembê dihat wežandin, hejmara 14an pižtî wan bi 15 hatîye wežandin. Ji hejmara (14-23)an, dîsa her heftî di roja dužembê de hatîye wežandin, hejmara 24 an pižtî 15 rojan hatîye wežandin.
Û wiha carna 15 rojî û carna hefteyî hatîye wežandin.. Hem jî carna hejmarek bi Kurdî û carana yek bi Fransîzî û carna jî her dû ziman bi hev re hembêz dikirin û dihat wežandin.
Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat wežandin, ji 4 rûpelan pêk dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye wežandin.
Tevî ku (Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên bežê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hižyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî..
Fermo pîroznameya Seydayê Cegerxwîn, ji Mîr Kamîran Bedirxan re bixînim:
 ((Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan
Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke gež, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana pažketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xwežxwan û nivîsaran xemiland bi qumažê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwžiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir žose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be.
CEGERXWÎN)) 
Ev pîrozname di rojnameya Roja Nû, hejmara 10, roja 5ê tîrmehê sala 1043an de hatiye wežandin.


Konê Rež, Qamižlo, 03.05.2015

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark