Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyan: Beyana HNRKS bo branna 117 salan li ser zayna rojnamevaniya kurd

 


Di 22 nîsanê de, 117 sal li ser bîranîna rojnameya kurdî, a bi navê ”Kurdistan”, ku zanyarê kurd Miqdad Medhet Bedirxan li Qahîre-Misir derxistibû, diqede.
Ev roj li cem hemî rojnamevan û ragehandinên kurd li Kurdistanê bûye rojeke taybet, ku bîranîna rojnameya yekê di nav xwe de bibîr tînin. Herwiha li dîroka rojnamegeriya kurdî vedigerin bê çawa ev rew hatiye bi pêxistin ji wê demê ve ta bi roja îro.

Em li HNRKS vê rojê bibîrtînin û hewldanê didin ku hemî mirovên komîta rojnameya ”Pênûsa Nû” vê rojnameyê bi pêbixin, ta ku bibe berdewamîyek bo rojnameya yekem ”Kurdistan”, lewra hemî endamên komîta birêvebir bi herdû beên xwe ve, çi kurdî, çi erebî, hewl didin ku bibe rojnameya yekê di nav kurdên rojavayî Kurdistanê.
Ev sebaret li ser kurdên me derbas dibe, di demeke pir dijwar û aloz de, û rojnamevanên me bûne du be, her beek bi alî hêzeke siyasî ve diçe, û hin caran li dij hev jî kardikin, digel ku welatê Sûriyê bi gelemperî û herêma kurdî bi taybetî di karesatekê de derbasdibe, di dema ku ji me tevan tê xwestin û nemaze ji kesên rewenbîr (çi rojnamevan, çi peyamnêr) ku doza yekîtiya civaka kurd bikin, ne karê wan ê çandeyî û êwirdanî bo parekî ji gel re be, divêt karê wan bo hemî gel re be!.
Ji ber vê hindê, HNRKS di vê rojê de, roja rojnamevaniya kurdî de, dozê li hemî rojnamevanan dike, ku xwe bidin ser hev û di bin sîwanekê de karbikin, û xebata wan têkeve ber bi berjewendiya gelê kurd tevan de.
Bijî roja rojnamevaniya kurdî.
Serfirazî bo xwedanê rojnameya yekê zanyar Miqdad Medhet Bedirxan.
Sermedî bo ehîdên gotina azad û hemî ehîdên welat.
Hevbenda Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriyê (HNRKS)
22.04.2015



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark