Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: ZIMAN KURD DI NAVBERA HV AREYAN DE ... xelek (11)

 


Deham Ebdulfettah
Bo Çi Nî‏andeka Verêsê "î"Li Herêminan Bikar Nayê !?
Yek ji taybetmendiyên zimanê Kurdî (Kurmancî) yên herî sereke verês (tewang)e  . Bo vê taybetmendiyê jî hin rojhilatnas û zanyarên zimanê Kurdî dibêjin : Zimanê Kurdî (Kurmancî) zimanê veguhztin û verêsê ye .
Di raweya verêsê de ev nî‏andek "î ,ê ,an"digihêjin nav û cînavên berverês  .
          "Î": Digihêje nav û cînavên yekjimar ên nêrza :
          - Ez miro dinasim  .
          - ‏agir ev pirtûk xwend  .
          - … . .


"Ê": Digihêje nav û cînavên yekjimar ên mêza :
          - Ez ‏agir dinasim  .
          - ‏agir ev pirtûk xwendiye  .
          -……
"An": Digihêje nav û cînavên komjimar ên her dû
zayendan (nêr û mê) :
-Ez van keç û xortan dinasim
-Wan ‏agirtan pirtûkin xwendine
-………… . .
Di van mînakan de cînavên nî‏andanî digel navên nî‏ankirî ketine raweya verêsê û nî‏eyên verse Peyapey[1] gihi‏tine wan  . Ev ‏êweyê verêsê li gelek herêmên welêt bikar tê . Dema ku cînav bi tena xwe tên dîsan nî‏andekên verêsê li hemû herêman digihêjin wan :
-Ji ‏agirtan ez dinasim .
-Ji nav pirtûkan ez divêm  .
-Ev pirtûkên wan in .
Lê ku nav bi tenê , di pêvajoya hevokan de bikeve raweya verêsê , hingê xebitandina nî‏andekan ji herêminan ta herêminan tê guherîn . Li herêma Behdînan (wek nimûne) her sê nî‏andek digihêjin navên berverês :
-agirtî pirtûk xwend  .
-agirtê pirtûk xwend .
-agirtan pirtûk xwend (yek pirtûk) .
Li pirraniya herêmên dîtir (Efrîn , Qami‏lo , Amed û bakûrê Amedê…) , nî‏andekên "ê , an"bikar tînin , lê nî‏andeka "î"nayê xebitandin :
-Mamoste ev pirtûk xwendiye  .
-Mamosteyê ev pirtûk xwendiye .
-Mamosteyan ev pirtûk xwendiye .
Vêca pirs ev e : Gelo çima nî‏andeka verêsa navê mêzayê yekjimar (ê) û ya komjimar (an) bikar tên  , lê ya nêrzayê yekjimar (î)  bikar nayê ?!
Ma gelo duriste ku ev nî‏andek bikar neyê ?!
Bêguman ‏êwazê rast û resen ew e ku nî‏eya verêsê (î) jî , wekî yên dîtir , bikar bê û bigihêje navên yekjimar ên nêrza:
-Serbes pirtûk xwendiye .
-Ez li hes siwar bûm .
-Helbesta Ehme kê‏saz bû .
Lê bi dîtina min , nexebitandina vê nî‏andekê bi vî ‏êwazê jêrîn , ne ‏a‏iyek bêrê ye :
-Serbest (…) pirtûk xwendiye .
-Ez li hesp (…) siwar bûm .
-Helbesta Ehmed (…) kê‏saz bû .
Raste ev ‏êwazê xebitandinê ne resen e û ne li gora rêzika verêsê ye , lê nayê wê wateyê ku ‏a‏iyeke çewt û nedurist e jî . Em dizanin ku bikaranîna nî‏andekên verêsê dû erkên rêzimanî , bi hev re pêk tînin :
1-    Zayenda navê berverês destnî‏an dike  .
( nêrza , mêza) .
2-    Jimara navê berverês diyar dike .
( yekjimar , komjimar) .
Vêca ku ev her dû erk bi hebûna "î"yê û nebûna wê jî pêk bên , ji xwe nexebitandina wê nî‏andekê nema dimîne ‏a‏î .
Em dizanin ku navên berverês (3) cor in :
- Yekjimarê nêrza bi nî‏ana "î"
- Yekjimarê mêza bi nî‏ana "ê"
- Komjimarên her dû zayendan bi nî‏ana "an" .

Li vê gorê ku dû corên navên berverês bi nî‏andekên verêsê "ê ,an"bên nî‏ankirin , corê sêyem bê nî‏ankirin jî tê nasîn , anku nenî‏ankirina wî bixwe nî‏an e .
- Mînak : Sê hêk li nik me hene . Em ê wan nî‏an bikin . Em ê yekê sor bikin , yekê ‏în bikin û ya sêyem em ê wê bê nî‏an bihêlin , çiku nenî‏ankirina wê bixwe nî‏an e (sipî ye) .
Em dizanin ku ziman berkê‏aneke (nîtaceke) civakî ye , weku her bûnewerekî zindî xwe sivik û ‏ayik dike û xwe li gora gorankariya jîngeha civaka xwe saz dike .
Pa‏guhkirina nî‏andeka verêsa navê nêrzayê yekjimar jî , bi egera wê sivikbûnê pêk hatiye , bêyî ku çi ziyan gihi‏tibe watedariya wî navê sivikbûyî  .
Nimûne :
Raweya Resen               Raweya Sivikbûyî
- Derwê‏î name xwend   Derwê‏ name xwend
- Cotyar genimî diçîne    Cotyar genim diçîne
- Hespî av vexwar                   Hesp av vexwar
- Zîn hespî av dide                   Zîn hesp av dide
- Ferhad go‏tî dikirre     Ferhad go‏t dikirre
- Ferhadî go‏t kirrî                  Ferhad go‏t kirrî

Ev her dû raweyên mînakan jî , li ser asta Kurdistanê bikar tên , bêyî ku çi alozî derbarî xebitandin û nexebitandina nî‏andeka verêsa navê nêrzayê yekjimar derkeve holê  .


ErkûCiyê Berkarên Rasteder

Mebesta min ji têgeha peyva "erkûcî"ew rek û cihê peyvê di pêvajoya hevokê de ye . Ev navlêkirin jî min ji sernivîsa pirtûka mamosta Nûrî Elî Emîn " Erku‏iwênî RanaweKesiyekan le Axawtin , Kurdî da"[2] wergirtiye . Anku "erkûcî"bi wateya gotina Inglîzî "parsing"hatiye xebitandin . Em dizanin ku kar (verb) di zimanê Kurdî de dû cor in :
-Karên nederhingêv (têneper) .
-Karên derhingêv (têper) .
1- Karên nederhingêv ew kar in ên ku berkarên nerasteder naxwazin , anku hevokên wan bi kara û karên wan tenê jî sergihayî dibin , wek :
          - Azad hat û çû .
          - Em ê jî rawestin  .
2- Karên derhingêv jî ew kar in ên ku bûyerên wan dihingivin [3] berkarên rasteder , anku hevokên wan b .yî berkarên rasteder (rastewxo) sergihayî (temam) nabin  .
          Wek :
- Azad gotarê dinivîse
- Min pirtûk xwend
Di van mînakan de erkûciyê van navan "gotar , pirtûk"ew e  , ku bûne berkarên rasteder bo karên derhingêv" dinivîse , xwend".
Pi‏tî ku me berkarên rasteder dane nasîn , nuha jî em ê cor û celebên wan ji hêla cih û binesaziyê (formê) ve vekolin  .
Ji hêla cihê berkarên rasteder û forma wan ve , berkar bi dû coran tên xebitandin :
a- Berkarê ku bi forma bêjeyekê tenê tê , weku (navekî , cînavekî) . Cihê vî berkarî , di pergala hevokê de , di navbera kara (kirde) û karê wî de ye , anku li pa‏ kara û pê‏ karê derhingêv cih digire  .
          Wek :
- Min Serbest dît
          - Serbest jî ez dîtim
          - Min tu û Serbest û Azad dîtin
          - ……
b-Berkar hevokeke watedar , li pey karê xwe yê derhingêv tê xebitandin .
          Wek :
- Ez dibihîzim  , Azad naçe dibistanê
          - Te got , em karekî nakin ?!
          - Kî dizane kî çi dike ?!
          - Te dît min çi diyarî Zînê kir ?!
          - Tu karî pirtûkê bixwînî ?!
          -………

Diyar e ku ev karên mînakên me " dibihîzim ,got , zane , dît û karî"karinî derhingêv in û wateyên hevokên wan bêyî berkarên rasteder sergihayî nabin . Lê di van mînakan de berkarên van karên derhingêv hevok hatine . Ji hêla wateyê ve jî , van hevokan ‏ûna navinan girtiye , ku erkûciyên wan navan bixwe jî , berkarên rasteder in :
          - Ez dibihîzim , Azad naçe dibistanê
           [ Ez (neçûna Azêd…) dibihîzim !]
- Te got , em karekî nakin !
           [ Te (nekirina karekî) got !]
- Kî zane kî çi dike ?!
          [Kî (karî kê) zane ?! ]
-  Te dît min çi diyarî Zînê kir ?!
          [Te (diyariya Zînê) dît ?!]
- Tu karî pirtûkê bixwînî ?!
          [ Tu (xwendina pirtûkê) karî ?!] 
  - …… .
- Bi kurtebirrî , berkarên rasteder bi dû ‏êwazan tên xebitandin :
- Bi forma bêjeyekê , yan bêjeyin xweser û li pê‏iya karên xwe yên derhingêv .
- Bi forma hevokeke watedar û li pa‏iya karên xwe yên derhingêv  .

Mînakine ronîker :
          - Te çi got ?!
          - Ma we bihîstiye kî hatiye bajêr ?!
Erkûcî ( parsing) :
Te : Cînavê kesîn e , karayê[4] karê (got) e .
Çi : Cînavê pirsiyarî ye , berkar ,[5] rasteder e  .
Got : Karê (gotin) di nêzboriya xwerû de ye .
Ma : Alava pirsiyariyê ye  .
We : Cînavê kesîn e , karayê karê (bihîstiye) ye .
Bihîstiye : Karê (bihîstin) di dema boriya sergihayî de ye  .
Kî : Cînavê pirsiyarî ye , karayê kar , (hatiye) ye .
Hatiye : Karê (hatin) di dema boriya sergihayî de ye .
Bajêr : Berkarê nerasteder e , çiku pêrbesta (bo) ji ser hatiye avêtin (kî hatiye bo bajêr)
- Hevoka (kî hatiye bajêr) jî , dibe berkarêkarê derhingêv (bihîstiye) . 


[1] - Peyapey : Li pey hev .
[2]- Nûrî Elî Emîn " Erku‏iwênî Ranawe Kesiyekan le Axawtinî Kurdî da". Bexda (1986)
[3] - Dihingivin : Digihêjin, derbasî ser dibin .

[4] - Kara : kirde ( )

[5] - Berkar : Bireser ( )

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark