Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Avdara 2007 an

 


Mihemedê Seyid Husên

Avdarê.
Min di got qey
Oxira te hilati ye
Min bawer ne dikir ku
Tu wilo zû ji rêwingiya
Xatirxweztinê vegerî
Avdarê.Min di got qeyOxira te hilati yeMin bawer ne dikir kuTu wilo zû ji rêwingiya


Min digot qey
Roj, meh û demsal
Di helkefta newrozê de
Bê te naçin serî.
      *  *  *
Min di got qey
Tu siwarê peymanê ye
Evîndareke peyrewî ye
Tu carî civanê xwe naguherî
Min di got qey
Ezê di rêwîtiya xwe
Ya bê gav de
Di niştewariya xwe
Ya bê nav de
Ji bo te xûz bikim serî.
       *  *  *
Min di got qey
Mîna bahoza mangirtî te
Zimanê dayikê amanc kiri ye
Mîna babilîsoka hêç
Nasnameya xwe li ser
Kaxezeke tewş nîvisandi ye
Li ser baskê seravê
Xewnên xwe li ber
Paleya têkçûnê kom kiri ye
       *  *  *
Min di got qey
Razên te di dilekî
Bergorkirî de nependî ne
Di soz û peymanên resen de
Zexeliyê na guhêze
Zeviyên malbata xwe
Tew xwe nake tovê tometê
Û dê bi reve ji niçên nefretê
       *  *  *
Min di got qey
Dê tenha gernejîna te
Bihêle ku helbestê
Ji tîpên zêrîn bi meşiqînim
Ji porê te yê
Mîna pêlên ceqceq
Di gerdinkirina herikînê de
Hevdû di ramûsînin
     *  *  *
Min di go t qey
Tu ne şer xwazî
Lê arezûya te
Pir çepla ye ku
Pêşewatiya azadiyê bikiî
Hay bûme ku
Hewl didî merbendan bişikînî
Min di got qey
Tê ji bo min
Li ber dadgeha gunehkaran
Govaniyê bikî.
      *  *  *
Min di got qey
Tu jî dizanî ku
Çolaxên rêbirr
Dê xwîna nemirên te
Pîroz bikin
Nema weke berê
Hewldanên keysebaz dikin
Ku navê te
Di salê de gurî bikin
Min di got qey
Ajan û pîlangêr
Nema bi dizî hevpeyman dibin
Ku navê te bikin wêran
Û erzan te ji dîrokê bikirin.
        *  *  *
Min di got qey
Tu heyva berya nîsanê
Navê te evra ye xanê
Lehenga nêv azirdanê
Meha şahî û daxanê
Navê te şêrîne canê
Li şûna sura ba, av û nanê
Diruşma han û halanê   
Mûjde û mizgîniya baranê
Cejna dayikê û jina cîhanê
Rivîna newrozê û qîra raperanê
Navnîşana tekoşîn ser hildanê.
       *  *  *
Min di got qey
Te ezmûneya girî dîti ye
Ne girî qurban çiku
Bi hêsir û keservedanê
Êş nayên birrîn
Girî gaziya dûv gura ye
Tu ji min bawer dike ku
Xew ji çavên min reviya ye
Tenha şermokiya min
Nahêle ku
Hezkirina xwe eşkere bêjim
      *  *  *
Min di got qey
Tu axîn û nalîna
Welatê min na dizî
Peyala meyê tu carî
Hilnade li ser hêviyên derizî
Ava çemê ceqceq
Di  co û cobarên xwe de
Gêj û tewş na herikî
Kêra seqakirî tu carî
Nade bi şûrê kerizî
      *  *  *
Min di got qey
Çendî min têbîn dikir
Ku tu di xwazî
Li ser kolînka peyvê
Awazekî noşdar
Li têlên tenbûrê xîne
Min çendî pend û şîret
Bo te dehbare di kirin
Tenha ku nede ser
Rêya bê veger bê ku bi pelîne.
      *  *  *
Min di got qey
Tê li serê bana
Di bin sawa bê pêjiniyê de
Sirûdekê bixwînî û
Di zeviyên dînan de
Min şeg û çalak bi bînî
bi qîra stiranekê
Guhê min nikder bikî
Û omîdan li dewsa wê bi çînî.
            *  *  *
Min di got qey
Dizanim vê carê
Tê kengî ciwaniyê
Di mede bi kujî
Lê min nizanî ku
Tê di bin kirasê
Mar de bi me vedî û bike rijî
Haj xwe hebe te rêya
Tewankariyê bijarti ye
Pêlakê xwe bispêre pendê
Bese wê ciwaniya
Bê guneh di mede bi kujî.
*  *  *
Min di got qey
Xweziya mine ku
Carekê tu ji wê
Bê dengiya cankuj bi axivî
Çima te qamişlo
Kire kavil û wêran
Ne hişt ku buhara
Wê bi bişkivî
Û derziyên jehrê
Di kezeb û mîlakên wê kevê.
*  *  *
Min di got qey
Dê rok di berbangê de
Li ser kolînka helbestê
Tînê têxîne kulîlkên te
Wê li ber dengê
Defa hewarê dîsanê rok
Bi wan tîrêjên xwe
Yên mîna avdeyên rengîn
Rahêje darbesta te
Ji pişt givalekên ewran
Hanê bide
Çar semtên gerdûnê.
       *  *  *
Min di got qey
Tê li pişta birînê siwar be
Timî paswanê peravan be
Tê ji ber tewên
Ji bîrbûnê derkevî
Sîpahên êrîşderan
Ji ser sêdarcana min bişikîne.
        *  *  *
Min di got qey
Wê nameyên te
Ji rengê fêrmistê bin
Ji şahiya gula xunavgirtî
Ji xemgîniya qumrîkê bin
Min di got qey
Wê nûçeyên te
Ji pêçanoka lingê kevokê
Ji awazên tenbûrê
Û hunera helbestê bin.
       *  *  *
Min di got qey
Tu evsaneyeke befrîne
Tev li wê dûrbûna te ya tî
Qamişlo te tewanbarê
Xwîna lawên xwe di bîne
Çima tu na hêle ku taristan
Ji deverê barke
Şevçiraxa ronahiyê
Li şûna wê libake
Bela lehiya xîmavê
Di îskeîska pênûsê de
Li ser pelê sipî bi qîr û hawar ke.
         *  *  *
Min di got qey
Tu na hêle refên kevokan
Ji ser milê temen bi firin
Û xaweriya gernejînê li ser
Lêvên zarokan bi mirin
Min di got qey
Tu na hêle tu carî
Kîn û evîn
Bê şerekî xwînadar
Bi hev re bi kenin
Tanî ku bav û kalên me
Ji goristanê şiyar bibin
Û siwarên poşmaniyê
Tev tûrikên têkçûnê
Li qamişlo mêvan vegerin.
       *  *  *
Min di got qey
Ji yadiyên tar û mar
Ji buxçika wê roja sar
Hew çêbûme ji bo ku
Tu heyîna min bi parêzî
Ne hema ji bo ku
Min bi kujî û
Di şînenîgeriyan de
Cilên reş li min bikî
Min di got qey
Tê li dengê xewnên
Min guhdarî bikî
Tê li omîdên min
Yên binaxkirî mikur bê
Her tê li ber deriyê
Dilê min pêwaniyê bikî
       *  *  *
Min di got qey
Tu carî tu agirê zara
Di nav parsiwê
Omîdan de na vemirîne
Tê guliyên zeytûnê
Di xaka qamişlo de bi çîne
Min di got qey
Çendî ku tu ji min dûr bî
Naçare ezê rojekê dêmên te
Di dara beriwê de
Di dêliya tirî de
Di pistepsta stêrkan de
Li ser devê birînê
Di nimêja poşmaniyê de bi bînim.
        *  *  *
Min di got qey
Tê ji ser wan
Kavilên wêran
Sirûda desthilanînê bxwînî
Katijmêra demê
Falicê girti ye wê
Gelo tê çendî
Di bendewariyê de bi mînî
Min dixwezt tu tiştina
Di hinavên min de bikujî
Yaxud ezê ji te revend herim
Ango tê şermezar ji min bi revî
         *  *  *
Min di got qey
Ezê te di
Hevgerdenkirina simbilan de
Di bê pêjiniya
Peyabûna şevnemê de
Di kerrbûna kevir de
Di ramûsana pêlên ceqceq de
Bi kirasekî qesebzêrîn
Li ser singa şengebuhareke
Dîlber bi bînim
Û dê bi stirana hezar û bilbilan
Min pêşwaz bikî
Tê cejna newrozê
Li min û xwe pîroz bikî
Û hinga tê gazina temen
Li ser rêya dirêj ji kê bikî.
        *  *  *
Min di got qey
Tu di cejna taristanê de
Li ber peravên nebûnê
Di heman rojbûyîna min de
Di kulkezêrîna berbangê de
Li ser pişta qeregêtran
Di tarîka wê şeva bê nav de zaye.
        *  *  *
Min di got qey
Tê min ji wan
Newaziyên banok rizgar bike
Ji bêzariya kilxaneya
Gêl û kewdaniyê kuth bike
Tê rojbûyîna min
Bike cejna çerxê 21 ê
Û tê êşa hejaran derman bikî.
         *  *  *
Min di gotqey
Tu xatûneke nav û sere
Ji dil û can li te ewle bûm
Min bawer ne dikir ku
Tu carî wilo
Li ser wê xalîçeya kesk
Mîna parsekan
Bê çar û eware
Derî bi derî min gerînî
Û xewnên min basko bikî.
        *  *  *
Min di got qey
Tê ji bo me
Dewsa lingekî di nav
Lez û beza rojan de
Li serbêşa bîranînan
Li rex stêrka qurixê
Li ber tavsorka rojava
muhr bikî.
        *  *  *
Min di got qey
Tu mîna kevokê aştîxwazî
Tu carî êrîşan nayîne
Ser yadiyên min
Û reş min girênadî
Dest û lingên min
Qeyd ûzincîr nakî
Anbgo mîna birûskê
Min ji evînê bê par nakî.
         *  *  *
Min di got qey
Di evîna min de di sojî
Loma tê min
Di çavên xwe de zindan bikî
Di nêv xewnên qedîfî de kerwan bikî
Û ezê jî hêviyên xwe
Di rekeha singa xwe de
Ji bo evînadarên birçî
Gencîne bikim.
          *  *  *
Min di got qey
Berya ku di kolanên
Qamişlo de serxweş bibim
Tê avdeyên tîrêja rokê
Ji min re bişînî
Û berya ku ji ber gefên
Metiresînê çolebir herim
Dîsanê tê bi sîtava
Baskên xwe min bi nixumînî.
         *  *  *
Min di got qey
Bi yekcarî tu nahêle
Ku li ser mista qederê
Li ber rivîna hêtûnê
Birîna min tî bibî
Û bihêle pirsa min
Li ser banê ewran bihênijî
         *  *  *
Min digot qey
Di tarîka şeva bê heyv de
Tê çira jiyana min bî
Di halana jar û perîşanan de
Tê dengê şoreşa birçiyan bî
Û ezê jî bi ronêka tere
Tev kul û derdên xwe
Revend herim
Li dûv sêwirîna çavan
Li dûv bêrîkirinên sotî
Ji rêwingiya temen
Nema vegerim.
       *  *  *
Min di got qey
Ew birînên ku
Qedera xapînok
Ji min re hiştine
Tê bi çend peyvên çêjdar
Aramî û tenahiya min vegerînî
Tê li ber peravên ceqceq
Fistanê bûkaniyê li xweke
Wê bejn û bala kişiyayî
Li ber semawenda stêrkan
Di çavên min de bi hejînî.
        *  *  *
Min di got qey
Tê bi mîne Pirek
Hemî perav
Di binya tere bi herikin
Tê bi mîne rewzikek
Ji bin ferşikê kînê bi çizirînî
Li hemî cih û deveran her gav
Çavên xwe li min bi gerînî.
         *  *  *
Min di got qey
Ku heyv herî ava
Ezê li ber roniya
Stêrkên te şevînê bikim
Ku xew ji çavên min bi reve
Ezê morîka te
Di guhê xwe kim.
        *  *  *
Min di got qey
Berya roja paşdawî
Bi sariya serê sibehê re
Ji barana bendemanê
Bi hatina kevoka sipî re
Tê di robarên xwe de
Hestiyên min pak bişo
Û di bêrîka wî temenê kal de
Gewdê min yê perçe bûyî
Bide serhev.
        *  *  *
Min di got qey
Weke şêrejina şikakî
Tê bibe salarê
Sîpahekî giran
Tê êrîşan bîne ser
Wan tiralên bê hêvî
Tê li ser dengê birînan
Bê rêdan min şiyar bikî
Û di nêv xemla buhara xwe de
Xemgîniyên min zindan bikî
        *  *  *
Min di got qey
Weku carina xabûr
Ava xwe wenda dikî
Weku qaz û quling
Ji derdorê mişext dikî
Weku li hevrasthatin
Dihêle ku em li hev bi gerin
Û ez jî te ji bîr nekim
Min di got wê
Aş û bajarên te
Dê tev li karbin
Gengeşeya sîberan
Li ber serê min li darbin
Min di got tu carî
Tu nahêlî dengvedana şevê
Ji termê bê dengiyê derkevî.
         *  *  *
Min di got qey
Ji bo te ez bixwe
Birîneke bê navim
Çima ewqasî te
Di bê dengiyê de xwe pêça ye
Çima hewara te kujti ye
Çima vedengê nalîna te
Halanê dide mirinê
Her gav berya min
Bêriya wê dikî
Mîna volkana dêrîn
Tozê ji ser temen rêş dikî
Û her jana evîna te
Tev razên wê
 Dê me bi hev re bergor bikî.
        *  *  *
Min di got qey
Qet tu nahêle
Ji hilm û tîna
Sîng û berê te
Revend herim
Ji Qamişlo navkutka dilê te
Bêgane  derim
Li ber piyên te
Li ser geştiya sirgûnê
Li evsane destaneyên te vegerim.
         *  *  *
Min di got qey
Ew roka te ya xawer
Di asoyên hêsrên
Ciwan de naçin ava
Bi yek carî li ser
Pakrewnên xwe nakî lava
Nemaze li ser yên ku
Rex ne dane şer qet nagirî             
Û her dem û çax
Li şehîdên xwe
Di barîne silava.
       *  *  *
Min di got qey
Tu ewqasî di
Şevînê de dereng namînî
Tê şêt û şeyda
Li gel tavilîmanê
Hêvî û şahiyan
Bo min bi çînî
Gûman, xewn û sawêran
Li ser singa buhareke rengîn
Bo min peyrewê
Avdar perest di cîhana
Rewanî de bi gerînî
        *  *  *
Min di got qey
Tu pêjna azarên min nakî
Li helkehelka vewestana
Xewnên min guhdarî nakî
Qet ji keservedana awazên
Bilûra min loma nakî
Avdarê:
Min di got qey
Tu carî xanî beko ewan
Nakî zindarê evînê
Ne kawayê hesinkar
Ezdehakê xwîn mij
Dike sîmbolê rivînê
Û ne jî zeradeştê pêxember
Di geryana xweristê de
Agirê pîroz di ûcaxê de vedimirînî
Û tew qamişloka birîndar
Rêjîma sofonîzmê ne dikir
Qehremanê tewînê
        *  *  *
Min di got qey
Ji nêv texlîtên miroavan
Tenha tê min
Ji bo xwe bi pejirînê
Tê bihêle ku heyv
Silavan bide min
Roka nû hilatî min gerden bikî
Û ji ber zimanê êgir
Min bi revînê.
       *  *  *
Min di got qey
Tu her guleke xweşbîne
Di baxê temenê min de
Fenereke rewşenedîne
Di peravên xewnên min de
Û tenî ku çira te vemirî be
Ezê di îstgeha şemendefirê de
Li benda te bim.
       *  *  *
Min di got qey
Bi yek carî tu ji bo wan
Berbat û felaketên
Ku kurdan ji dest te dîtine
Nikare aram razî
Tê ser nixûm here
Ber lingê Berzniyê pêşêwa
Û helebçeya nemir
Lêborînê bixwazî
       *  *  *
Min di got qey
Bedewiyeke bê hempa
Di çavên tede di bînim
Hezkirina te di kûraya
Birîna xwe de di pelînim
Mîna agirê dojehê
Min di soje û her
Dîlê evîna te di mînim.
        *  *  *
Min di got qey
Tê li min bi borîne
Ku min nikarî diyardeyên
Hezkirina te veşêrim
Bîr û boçûnên bêrîkirinan
Tev razên bendewariyê
Di rêbiwarî rokê de
Li bin sîtava mijankan
Weke tîra ku ji kevan bi pengize
Çav li min dişikînê
Bi borîne heyran ku min
Aramiya te dabe ber birînê
        *  *  *
Min di got qey
Zêmarên te ziwa nabin
Henasên geşbîniyê
Li buhara qamişlo noşdar nabin
Mûm û xetîrên me
Li ber kêlên ne mirên gewre
Kêmî sitêrkan nabin
Û hêza berxwedanê
Di pêvajoyê de wenda nabe.
         *  *  *
Min di got qey
Her ku li bîra te bi jenim
Tê helbestekê bi nîvisînî
Her ku ji te mişext herim
Tu bêrîkirnan na mirînî
Min di got ji sedî sed
Pirsa te ya girintirîn ezim
Hîç bersivê jî da naqurtînî
         *  *  *
Min di got qey
Yekem care ku me
Xatir ji hev di xwezt
Hinga çîrok û çîvanokên heyaman
Bê rêdan ji agirê
Çavên te beşdar di bûn
Pir şadibûm nemaze
Qada ku em li ser dijîn girovere
Bê gûman teqez em dê
Hev di buhareke gulvedayî de
Ango di bin kewtekî ewran de
Belkî di bin sîka dara
Evîndaran de bi bînin.
        *  *  *
Min di got qey
Tê ji bo xewnên min
Yên giranbuha bi firî
Tê di şeveke namedar de
Çiya, çem û derya
Ji bo min bikirî
Li ser deabzûna heman şevê
Ji bo ku bi xakê ve bibimm dirdirk
Herdû baskên min bi birrî.
         *  *  *
Min di got qey
Di salê de Gula heyvan tû yî
Timî avdare
Birîna welat
Di himêza wê de
Berdewam zêmdare
Yeksere ji şahdamarên rokê
Sermemikên wê di are
Li ser duryana azirînê
Weke ramûsanên evsane
Li ser lêvên qerfê di barînê
Vêca gelo wê kî me
Jinû ve me li hev bînê
Ango dê kî ji me herdiwa
Çengên birayetiyê fireh veke
Û ji dil bixwaze lêborînê.
        *  *  *
Mihemedê Seyid Husên….Qamişlo- 1 / 3 / 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark